Li Amedê Bazara Taxê ya Jiyan hat vekirin

 Şaredariya Baxlerê di ware pêkanîna bilindkirina statuya jinê ya di civakê de gaveke girîng avêt.  Bazara Taxê ya Jiyan ku wê tênê jin tê de bixebitin, li taxa Bagcilar a navçeya Baxlerê hat vekirin.

Bazara ku ev demeke dirêje xebata avakirina wê dihate meşandin, di 19’ê Tebaxê de bi çalakiyeke vekirinê hat vekirin. Şaredara Baxlerê Yuksel Baran di vekirinê de axaftinekê kir û got ku divê şaredarî tenê xizmetên bajar nekin lê di heman demê de xizmetên civakî jî bikin û wan di çarçoveya xizmetên navborî de hewl dane ku jinê tevlî jiyana bajê bikin. Baran diyar kir ku divê jin ji aliyê aboriyê xurt bibe û çavkaniyên xwe biafirîne û lewma jî ew, xebata ji bo îstihdama jina Amedê didin meşandin.

Baran di derbarê xebata avakirina bazarê de hin agahî dan û got ku wan di dema avakirinê de di dewsa reqabetê de xebata hevpar meşandine. Şaredar Baran destnîşan kir ku bi vî awayî ew dixwazin modeleke şaredariyê pêş bixin.

Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak jî ku yek ji beşdarê çalakiya vekirinê bû, axaftineke kurt kir. Kişanak diyar kir ku wan heta niha beşdarî gelek çalakiyên vekirinê bûne lê vê vekirinê ji bo wê ji hemûyan watedartir e. Kişanak bang li gelê Amedê kir û wiha got: “Divê em biçin vê bazarê û ji wir danûstendinê bikin. Divê em wir bikin bazara ku herî baş dixebite ya Amedê.”

Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nûrsel Aydogan, parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tûncel, endama Navenda Partiyê ya BDP’ê Yuksel Mûtlû, Serokê Navçeya Baxlerê ya BDP’ê Ahmet Gezer û rêvebiriya bajêr û navçeya Baxlerê ya BDP’ê, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Ahmet Sayar û komeke welatiyên taxê beşdarê çalakiya vekirinê bûn.

Bazara Taxê ya Jiyan ku 212 jin wê lê bixebitin, li ser 3688 m2 erdê hatiye avakirin û 1992 m2 yê wê sergirtî ye. Li bazarê wê sebze, fêkî, tirşî, rîçal, penêr, mast û hwd. bê firotin ku tê hêvîkirin ku gelek ji van berheman rasretast ji gundan bên anîn. Di bazarê de wê berhemên destan, kinc û hin berhemên derveyî xurekan jî bên firotin û di dewsa poşetên naylon de kaxiz bên bikaranîn. Taybetiyeke girîng a vê bazarê jî ev e ku wê firoşkerên jin bi kurmancî û zazakî xizmetê bidin.

Afîş bi kurdî lê axaftin bi tirkî bûn

Aliyekî balkêş ê vekirinê ev bû ku ji bilî çend gotinên xêrhatinê yên şaredar Baran, hemû axaftin bi tirkî hatin kirin. Mirov pêdiviya parastina zimanê kurdî ku wekî armanceke siyaseta kurd hatiye diyarkirin li wir bihêle, vê rewşê bi panoramaya vekirinê jî li hev kir. Ji ber ku di afîşa mezin a li paş sehneyê de bi tîpên mezin “Jina Azad Aboriya Azad” hatibû nivîsandin û mirov bi awayekî normal li bendê bû ku qet nebe bi her du zimanan jî axaftin bên kirin.

Di dema axaftina şaredar û parlamenteran de çend kesên dûrî sehneyê reaksiyon nîşanî axaftinên bi tirkî dan. Dema ji welatiyê bi navê Elî ya 50-55 salî yê ji vê komê sebeba reaksiyona wî hat pirsîn, welatî wiha bersivê da: “Ji bo çi kurd ewqas berdêlên giran dan? Ma ev ne ji bo ziman bû? Tê bîra min ku piştî cûntaya leşkerî li Şaredariya Şemrexê (Mazidag) ‘Burada Kürtçe konuşmak yasaktır’ hatibû nivîsandin û kesên diçûn şaredariyê bêyî ku bikaribin karê xwe biqedînin neçar diman paş de vedigeriyan. Îro axaftina kurdî serbest bûye lê vê care nûnerên me naaxivin!”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …