Li Bolîvyayê hikumet û kolan: Hevpeyvîna bi Julieta Olejada ya ji Mujeres Creando

 

 

Julieta Olejada endamekî Mujeres Creando ye ku rêxistineke anarşîst-femînîst a li Bolîvyayê ye. Rêxistin, beriya Morales û di dema îktîdara wî de bûye dengê radîkal ê mafên jinê. Me di Gulana 2012’an de, di nava protestoyên cûrbecûr ên li hember hikumeta Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS), bi wê re hevpeyvînekê kir. Di nava van protestoyan de greva doktor û xebatkarên din ên qada tenduristiyê ya li hember dirêjbûna roja wan a xebatê jî hebû. Protestoyeke din jî li hember riyeke bejahiyê ya ku di nava Parka Xwezayî ya San Isidoro Secure (TIPNIS) ku rezerveke dihat parastin û wargehê civakên xweciyî yên li herêmên nizm ên welat dijîn bû re wê bihatana derbaskirin, hat lidarxistin.

Benjamin Dangl û April Howard: Nakokiyên li welat, bi taybetî jî yên di warê TIPNIS’ê de, di derbarê siyaseta hikumeta MAS’ê ya ji bo gelên xweciyî de çi nîşan didin?

Julieta Ojeda: Di prensîbê de Evo ku sembola mirovê xwecî yê ku hatiye îktîdarê ye, rola bihêz a seroktiyê bi dest xistiye û ji ber ku ew kesekî xweciyî ye jê tê hêvîkirin ku xweciyan biparêze. Lê têkiliyên wî yên bi sî û çar gelên xwecî re derdixe holê ku ew mirovê ne xwedî vê îmajê ye. Dibêjin ew xwecî ye. Rast e? Erê, ew xwecî ye lê ew bi giranî bi cocalerosan (cotkarên cocayê) tê naskirin. Ji aliyekî ve, ew ne xwecî ye lê cocalero ye û ew bersivê dide pêdiviyên vê sektorê. Lê mijareke din jî heye. Di nava MAS’ê de xweciyên çîna yekemîn û yên çîna duyemîn hene. Û mijareke din jî ev e ku navendîbûna Aymara û gelên xweciyî yên ku di vê hikumetê de xwedî rûmet in, ên li rojavayê welat in, ne yên li herêmên nizm rûdinin in.

Ji bo me eşkereye ku Evo wê nebe mirovekî ku ji xwezayê re, wekî ku wî pêşniyaz kiribû ji “Pachamama” re rêzê digire. Projeya pêşketinparêzî ya hikumeta wî heye. Ev, projeyeke pêşketinparêzî ya xerab e, ji ber ku gelê xweciyî yên li erdên nizm xwedî formên xwe yên bikaranîna xwezayê an jî rêvebinirina ajotinbariya (sustainable) çavkaniyên xwe ne. (…) Vîzyoneke pêşketinê heye lê divê ev pêşketineke ku xwezayê hilneweşîne. Û hikumeta Evo Morales bi tevahî xwedî vîzyona din e.

julietaojeda

BD û AH: Bi armanca berdewamkirin û berfirehkirina hêza xwe ya polîtîk, MAS çawa tevgerên civakî dikişîne aliyê xwe?

JO: Tesîra MAS’ê li ser hin rêxistinan heye û ew wan parçe dike. Ew dikeve qada van tevgerên civakî û bi riya afirandina rêxistinên xwe yên paralel, di nava wan de parçebûnê pêk tîne. Ev, pratîka hevpar a tevgera civakî yan koma mixalefetê ye; MAS ev neafirandiye. Cûdabûna li vir ev e ku kesên di hikumetê de qadeke din a li ser sehneya sîyasî dagir dikin. Êdî ew nabin tevgereke civakî lê ew wekî sendîkayekê yan tevgerekê hereket dikin û bi armanca têkeve nava rêxistinan û wan parçe bike, MAS di vê qadê de dixebite.

Bo nimûne, di nava tevgera xweciyan a li erdên nizm de ji aliyê MAS’ê ve parçebûn hat pêkanîn. Rêxistinê,  piştî meşa heştemîn a li hember projeya rê ya TIPNIS’ê vê kir. Heta wê demê yekitî hebû. Elbet, li ser hin mijaran li hev nedihat kirin lê bi armanca nîşandayina yekitiyê, wan cûdahiyên xwe datanîn aliyekî. Lê bi destpêka bidawîbûna meşa heştemîn re, MAS dest bi kişandina aliyê xwe ya lîder û civakên di nava rêxistinên erdên nizm de kir. Wan di nakokiyên din ên civakî de jî yên wekî ya doktoran heman tiştî kir. Di vê nakokiyê de MAS ne bi doktoran re lê bi rêvebirên tenduristiyê re peyman îmze kir. Lewma, ev bû têkoşînek dirêj ku heta niha du meh in didome.

Ew bi sektorekê re peyman îmze dikin lê bi ya din re îmze nakin. Wan bi riya afirandina

fraksîyonên ku li hember kesên ku dixwestin hereketê pêş de bibin, heman tiştî anîn serê karkerên madenan û ew di nakokiyên herêmî de jî wiha tevgeriyan. Lewma, hilberîna komên paralel ên ku li hember kesên din derdikevin, pratîkeke domdar a MAS’ê ye.

mujeres creando

BD û AH: Dî atmosfera heyî ya polîtîk de hûn rola Mujeres Creando û tesîra karê wê çawa dibînin?

JO: Wekî vî xaniyî , di warê xurtkirina qadan de û heta derenceyekê di warê meşruiyeta civakî û polîtîk de em bi ser ketin. Em dikarin bêjin Mujeres Creando di nava civakê de xwedî ciyekî û qadekê ye lê elbet ev tiştekî pir îzafî ye. Ji ber ku ev ji bo hin tiştan rast e lê ji bo hin tiştên din jî ne rast e. Herdem ciyekî me di xebata radyoyê de hebûye û di heman demê de em di projeya xwe ya sîyasî de pir bi israr in.

Digel vê, di heman demê de di warê polîtîkayên Evo Morales’de, di mijarên TIPNIS û meşa heştemîn de jî ku em bi hemû hêza xwe beşdar bûn, em xwedî pozîsyoneke civakî ne. Û lewma em hin lîderan bi giranî rexne dikin, li hember riya hatiye pêşniyazkirin ku wê di nava vê erdî re derbas bibe, erda navborî diparêzin. Ji ber ku ev, bi pêşeroja me dilîze.

Û em di heman demê de, di hin mijaran de maçotiya (machismo) serok û ya hikumetê rexne dikin. Bo nimûne, em hewldanên ji bo lidarxistina Pêşbirka Keça Bedew a Cîhanê protesto dikin û vê ne bi nivîsandina nameyan lê bi riya bi çalakiyên di nava civakê de dikin.

Em hewl didin ku li ser kurtajê nîqaşeke berfirehtir pêk bînin. Dêr li hember vê disekine û ji bo bidawîkirina nîqaşan hemû çekên xwe bi kar tîne. Di vê mijarê de hikumeta Evo Morales pir nerm tevdigere. Di warê mafên homoseksuelan, kurtaj û her tiştê bi jinê an mafên jinê re têkildar de ev hikumet pir muhafazakar e. Ew qala tiştên ku wan kirine yên wekî bonûsa jinê ku tahsîsateke ji bo dayikan e dikin lê ji bo girtina vê divê tu dayik bî. Lewma, careke din fikra ku jin bi tenê wekî dayik bi qîmet in, xurt dike.

Vê hikumetê bi rastî me wekî dijminekê nabîne lê jê bêtir em wekî kevirekî di nava pêlava wan de ne ku herdem bêhna wan teng dikin. Lê wan hîn biryarê nedaye ku ji bo me tiştekî bikin, ji ber ku dema hikumet biryarê bide ku hin kes dijmin in, ev tiştekî tolhildanê ye. Wê demê ew mixalîfan bi awayekî sîyasî dixin gorê. Lê em tenê kevirekî di nava sola wan de ne û ji ber ku projeyên me hene, em pir zêde bala xwe nadin polîtîkayên hikumetê. Dema em bala xwe bidinê jî ev bi tenê parçeyeke karê me ye.

—————-

Ev nivîs di 5’ê Kanûnê de di Towardfreedom.com’de hatiye weşandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …