Li Amerîkayê hebûna jinê di tiyatroyê de kêm e

 

 

Keçên Gerîlla ku komeke femînîst, hunermend û rexnegir a li Amerîkayê ne, 14 sal berê biryarê dan ku di tiyatroyê de wekheviya zayendî derxin holê. Li gorî komê, encamên ku li ser rewşa tiyatroyê Broadwayê derketin holê ji trajediyeke yewnan xerabtir e. Bi tenê ji % 8’ê lîstikan û % 1’ê muzîkalên li Broadwayê ji aliyê jinan ve hatiye nivîsandin.

Li gorî Karen Moore ku damezrîner û rêvebirê Festîwala Tiyatroyê ya Jinê ya Memfîsê ye, ji 1999’an û heta niha pêşketinek pir hêdi derketiye holê. Di 2011’an de, bi tenê % 17’yê lîstikên li seranserê Amerîkayê ji aliyê jinê ve hatine nivîsandin. Di heman demê de, ji % 69’ê bilêtên hatine firotin û ji % 63 temaşevanên tiyatroyê jin bû ne.

Moore dibêje ku “Jin di tiyatroyê de pir kêm tên temsîlkirin. Digel ku di qadên din de gelek pêşketin hene, jin di warê xebata hunerê de bi gelek dijwariyan re rû bu rû dimînin.” Li aliyekî din, li gorî lêkolîneke din, li Amerîkayê tiyatroyên ku xwedî butçeya kêmtirî 500,000 dolarî ne bêtir cî didin lîstikên ku ji aliyê jinêve tên nivîsandin.

Molly Marinik ku ji Şîrketa Tiyatroyê ya Kesên Pêxwas a li bajarê New Yorkê ye wiha ye wiha diaxive: “Şîrketên biçûk di warê hilberîna lîstikan de bêtir azad in û di nava lîstikên wan de lîstikên xwedî perspektîfa ku ji perspektîfa zilamê spî yê ji rêzê cûdatir in, gelek in.” Marinik dide zanîn ku di vî warî de hem cûdaxwaziya zayendî hem jî ya nîjadî didome.

Marinik wiha dom dike:“Demeke dirêj, dengê tiyatroya Amerîkayê hema hema tenê mêr bû. Em bi çîrokbêjiya xwe temayul dikin ku bi mêran bawer bibin.” Marinik pêde diçe û destnîşan dike ku êdî mirov fam dikin ku divê dengê mêr ê di vî qadî de biguhere.”

Nivîskarê lîstikan û lîstikvan Aja Houston dibêje ku wê bi armanca afirandina rolên ji bo jinê dest bi nivîsandinê kiriye. Houston dibêje ku hejmara karakterên jin têr nake û li aliyekî din, lîstikên tên peşkêşkirin ji aliyê mijarê jî ve pir ne cihêreng e.

Nivîskarên lîstikan, lîstikvan û aktîvîstên femînîst diyar dikin ku divê nêzîkbûna seksîst bê terikandin û hemû lîstik, bi awayeki ku ji ciyê ku tê pêşkeşkirin û ji cûreyên wan (komedî, drama, muzîkal, performansên yekesî) azad, ji % 50 yên jinê bin. Dee Jae Coxandê damezrînerê Projeya Tiyatroyê ya Jinê ya Los Angelesê ye dibêje ku “Ji % 80 çîrok ji aliyê mêran ve û di derbarê mêran de hatine nivîsandin. Eger piraniya karakterên jin ji aliyê perspektîfa mêr ve hatibin hilbijartin û eger derhêner, hilberîner û rexnegir piranî mêr bin, tiştekî ku di xwezaya xwe de şaş derdikeve holê.”

—————-

Ev nivîs ji aliyê Eleanor J. Bader ve di 17’yê Kanûnê de di Truth-out.org’de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …