Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

 

 

Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê  referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê.

Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an de referandûma ku wê pirsa serxwebûna Katalonyayê tê de bê kirin, bê lidarxistin. Herwiha Mas got ku wê bi armanca lidarxistina referandûmê, ji hikumeta Spanyayê destûr bê xwestin.

Di çarçoveya referandûmê de wê ji gel du pirs bên kirin. Pirsa yekemîn wê ev be: “Hûn dixwazin Katalonya bibe dewletek?”. A duyemîn jî wê wiha be: “Hûn dixwazin bila vê dewletê serbixwe be?” Eger gel bersiva “erê” bidin her du pirsan, wê ev were wateya desteka tam a ji bo serxwebûnê. Eger bersiv “erê” û “na” bin, ev ê jî were wateya ku gel dixwaze ku Spanya statûyeke taybet a ji bo Katalonyayê a wekî yek ji welatekî damezrînerê dewleta Spanyayê, nasbike.

Cîgirtina du pirsan di referandûmê de bi lihevkirina çar partiyên di nava heft partiyên di parlamentoyê de ne, hat qebûlkirin. Li gorî vê, di gava duyemîn a ku wê li paş vê biryarê were de, Parlamentoya Katalonyayê wê pêşniyaz-biryarekê ku tê de daxwaza destûra lidarxistina referandûmê tê kirin derbas bike û wê vê ji hikumeta Madrîdê re bişîne.

Lê di mercên siyasî yên Spanyayê de niha mimkûn xuya nake ku hikumeta navendî destûra lidarxistina referandûmê qebûl bike. Hikumeta Spanyayê û her du partiyên mezin ên spanyol (PP û PSOE) ku herdem hikumetê pêk tînin, banga Artur Mas di cî de redkirin. Alîgirên yekitiya Katalonyayê ya bi Spanyayê re didin zanîn ku xala 12’emîn a Destûra Bingehîn a Spanyayê diyar dike ku “serdestiya neteweyî di destê gelê spanyol de ye” û xala 2’yemîn jî qala “yekitiya nekare bê parçekirin a neteweya spanyol” dike û ji ber vê yekê ne mimkûne ku di warê serxwebûna 17 herêmên xweser ên Spanyayê de referandûm bên lidarxistin.

periodico_anket

Encamên anketên li ser referandûmê

Li gorî anketa ku ji aliyê hikumeta katalan hat lidarxistin rêjeya kesên destekê didin fikra serxwebûnê ji kesên dijber derbastir zêdetir e. Dema ji gel rasterast pirsa serxwebûnê tê kirin, ji % 55 destekê didin vê fikrê; ji % 22 serxwebûnê red dikin, ji % 16 ne xwedî biryarekê ne û ji %  8 jî naxwazin fikra xwe seşkere bikin.

Di anketa rojnameya katalan El Periodico de jî encamên erênî ya ji bo serxwebûnê derketin holê. Li gorî vê anketê, encamên ji bo pirsa yekemîn (“Hûn dixwazin Katalonya bibe dewletek?”) wiha ne: ji % 52,3 erê;  ji % 30,4 na; ji % 17,3 ne xwedî biryarekê. Encamên ji bo pirsa duyemîn (“Hûn dixwazin bila vê dewletê serbixwe be?”) jî wiha ne: ji % 84,3 erê; ji % 11,1 na; ji % 4,6 ne xwedî biryarekê. Di encama analîza van daneyan de hat diyarkirin ku dema kesên ne xwedî biryarekê ne dengên xwe bidin, wê rêjeya bersivên “erê” û “erê” ya ji bo her du pirsan “% 55,88 be.

Çavkanî: Nationalia, El Periodico

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …