Arşîvên Tag: spanya

Meşa mezin a ji bo zimanê galîsî

    Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li bakurêrojavayê Spanyayê bi hezaran kes di 8’Sibatê de li dijî polîtîkaya ziman a hikumeta herêmî meşiyan. Meşvan ji hikumetê daxwaz kirin ku “ bi tevahî polîtîkaya ziman biguherîne”. Rêxistina Queremos Galego (Em zimanê galîsî dixwazin) da xuyakirin ku 25.000 kes beşdarî …

Bêtir »

Katalonya referandûma yekalî lidarxist

    Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin.  Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn. …

Bêtir »

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Bêtir »

Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

    Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …

Bêtir »

Zincîra ji mirovan a 123 km ya di navbera Durangoya li Herêma Xweser a Bask û Iruna/Pamplonaya li Herêma Xweser a Navarrayê. Ji 150 hezarî zêdetir welatiyên bask bi armanca destekirina “mafê diyarkirina qederê” beşdarê vê çalakiyê bûn.

Bêtir »

Li Spanyayê bilindbûna partiya Podemosê

    Li Spanyayê di hilbijartinên ji bo Parlamentoya YE’yê de partiyek nû ya bi navê  Podemos (em dikarin bikin) derket ser sehneyê. Vê partiya nû, di hilbijartinê de bû partiya çaremîn û 5 wekîlan şand Parlamentoya YE’yê. Sîstema hilbijartinê ya li Spanyayê bi giranî li ser hebûna du partiyên …

Bêtir »

Russia Today: “Bilinbûna asta veqetîne: Banga serxwebûna Katalonyayê xurtir dibe.” Di vê bernameya televîzyonê de tê diyarkirin ku ji ber aboriya xwe ya xurt a ji asta Spanyayê bilindtir û cudabûna xwe ya çandî û zimanî, Katalonya dixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe.

Bêtir »

Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî

    Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike. Li …

Bêtir »

Katalonya û Welatê Bask li dijî Hikumeta Spanyol dibin yek

    Serokê Baskê Inigo Urkullu û serokê Katalonyayê Artur Mas bi daxuyaniyeke hevbeş a ku di 2’yê Gulanê weşandin de, “stratejiya jinûvenavendîkirina” hikumeta spanyol a li dijî plana diyarkirina qederê ya her du herêman û pêvajoya aştiyê ya li Baskê rexne kirin. Her du serok di civîna xwe ya …

Bêtir »

Modela îmersiyonê ya katalan di xetereyê de ye

    Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê di lehê bikaranîna zimane spanyolî ya di perwerdeya li pênc dibistanên Katalonyayê de biryarekê girt. Dadgehê bi biryara xwe ferz kir ku divê herî kêm % 25’ê dersên li van dibistanan bi zimanê spanyolî be û vê biryarê di nava mehekê de …

Bêtir »

Civaka baskê dibêje ‘Euskaraz Bai’* -I

Paul Bilbao Sarria Sekreterê Giştî yê KONTSEILUA’yê ye ku rêxistineke ji gelek rêxistinên ku di qada zimanê baskî de dixebitin, pêk tê.  Bilbao-Sarria beşdarê Sempozyûma Perwerdeya Zimanê Dayikê ya ku du hefte berê li Amedê hat li dar xistin bû û di derbarê parastina zimanê baskî de hin agahiyên balkêş …

Bêtir »

Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir

    Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …

Bêtir »

“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

    Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …

Bêtir »

ETA dest bi çekberdanê kir

    Rêxistina çekdar a Baskê ETA (Bask û Azadî) dest bi çekberdanê kir û ji bo vê yekê di bin çavdêriya komîsyoneke çavdêran a navneteweyî de komeke çekên xwe nîşanê raya giştî da. Di vîdyoyeke ku hefteya borî ji rûpela spanyolî ya malpera BBC’yê re hat şandin de hat …

Bêtir »

Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da

    Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê. Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza …

Bêtir »

Li Baskê meşa girseyî ya ji bo aştiyê

    Li Welatê Bask ê li Spanyayê ji bo aştiyê meşeke girseyî hat lidarxistin. 130,000 kesên ku alîgirên hêzên siyasî yên cûrbecûr bûn, beşdarê meşê bûn. Meşa ku bi beşdariya xwe ya xurt wekî “dîrokî” hat binavkirin, ji aliyê Partiya Neteweperest a Bask (PNV), Sortu, EA, Aralar, ELA û …

Bêtir »

Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

    Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê  referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê. Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an …

Bêtir »

Li Barselonayê xebata xweser a ji bo penaberan

    Espacio del Immigrante (Qada Koçberan) kolektîfeke xweser e ku li taxa Raval a li Barselonayê hatiye damezrandin e. Vê kolektîfê, berevajiya hin komên din ku bi tenê li dijî cûdaxwaziya di warê tenduristiyê de dixebitin, li hember hemû cûre apartheida ku koçberên bê dokuman rû bi rû dimînin …

Bêtir »

Di Parlamentoya Baskê de Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê

  Di Parlamentoya Baskê de rûniştinek li ser “Şefafî û Rêvebirina Vekirî ya Sazî û Rêvebiriyên Raya Giştî” hat li dar xistin. Nûnerê EUDEL’ê (Komeleya Şaredariyên Bask) Getxo Imanol Landa ku di heman demê de şaredarê Getxoyê ye, beşdarê rûniştinê bû û di derbarê xebata Tora Şaredariyên Bask a ji …

Bêtir »

Li Navarrayê festîwala dibistanên Îkastola hat lidarxistin

Herêma Xweser a Navarrayê di 20’ê Cotmehê de pîrozbahiya salane ya bi navê Nafarroa Oinez ku ji bo destekirina dibistanên ku bi baskî perwerde lê tê kirin, li dar xist. Festîwala Nafarroa Oinez ji bo fêrkirin û hînbûna zimanî baskî û pêşxistina mercên navendên perwerde lê tê kirin ,tê lidarxistin. …

Bêtir »