Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî

 

 

Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike.

Li gorî komeleyê, dewleta Spanyayê li hemberê katalanî dest bi êrîşeke polîtîk kiriye û vê êrîşê ji aliyê hikumeta navendî,  hikumetên herêmî yên Valensiya, Balear û Aragonê û herwiha ji aliyê hin şaredariyan tên rêvebirin.  Komeleyê diyar kir ku di hemû mînakan de, polîtîka û hin însîyatîfên hiqûqî û rêvebirî ji aliyê Partiya Gel (PP) ve ku yek ji du partiyên herî mezin ê Spanyayê ye û ji bilî rêvebirina hikumeta navendî, di piraniya herêmên xweser û rêvebiriyên lokal de xwedî giraniyeke mezin e.

Di deklerasyona komeleyê de êrîşên li ser zimanê katalanî wiha hatin rêzkirin:

Valensiya: Herêma ku herî zêde êrîş li ser ziman tê kirin ev e. Hikumeta Valensiyayê destekê dide modela sê zimanî ya katalanî-spanyolî-îngilîzî û bi vî awayî dixwaze perwerdeya bi katalanî kêm bike. Heman hikumet, “valensiyayî” zimanê katalanî nahesibîne û sertîfîkayên “Fîlolojiya Katalanî” yên ji aliyê zanîngehan an belgeyên zanîna katalanî yên ji aliyê dibistan û rêvebiriyan ve tên dayîn, nasnake. Hikumeta herêmî ya Valensiyayê bi tenê bersiva erênî daye ji % 25’ê malbatên ku perwerdeya bi zimanê katalanî  daxwaz kirine. Di 19’ê Tîrmeha 2013’an de koma parlamenterên PP’yê ya di Parlamentoya Valensiyayê de pêşniyazeke ji Akademiya Zimanê Spanyolî re kirine û daxwaz kirine ku bi hinceta “valensiyayî” ji katalanî cihê ye, dive ji nû ve terîfa vî zimanî bê kirin.

Balear: Hikumeta Balearê destekê dide modela sê zimanê ya katalanî-spanyolî-îngilîzî û wekî hikumeta Valensiyayê, dixwaze perwerdeya bi zimanê katalanî li gelek dibistanan ji holê rake. Li aliyekî din, hikumet li ser mamoste û malbatan zextê dike ku bikaranîna spanyolî li dibistanan bê zêdekirin. Di heman demê de hikumet, mecbûriyeta zanîna katalanî ya ji bo xebitîna di rêvebiriya herêmî de, di dema dawî de betal kir.

Aragon: Li vê herêmê, parlamento kurtedemek berê nave zimanê katalanî guherand û navê “Zimanê Aragonî ya rojhilat” li katalanî kir. Vê însiyatîfa parlamentoyê, ji navbera zimanzan û akademîsyenên li seranserê cîhanê ve hat protestokirin.

Komeleya katalan li ser êrîşên komên sivîl, sabotaj û nêzîkbûna polêsên Valensiya û Aragonê ya li hemberê hebûna sazî û aktîvîstên katalanî jî hin agahî dan. Li gorî komeleyê, li van her du herêman komên rastgir xwedî kevneşopiyeke dirêj a meşandina sabotajan li hember çanda lokal û rêxistinên siyasî û êrîş û gefxwarinên li hember nivîskar û aktîvîstên katalanî ne. Bi dîtina komeleyê, di salên dawî de tacîza polêsan ên li hemberê kesên ku li van herêman bi katalanî diaxivin, zêde bûne û mixabin heta niha kes ji wan nehatine cezakirin.

Ji ber sebebên hatin rêzkirin, di deklerasyonê de hatiye îdîa kirin ku Spanya Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Hindikayî ku dewletên peymanê vê peymanê mor kirine mecbûr dike ku ji bo parastina zimanan tedbîrê bigirin û herwiha mîsyona UNESCO’yê ya “ji bo diyaloga di navbera şaristaniyan, çandan û gelan de ya li ser rêzdariya ji bo nirxên bi awayekî hevpar tên parvekirin  hatiye damezrandin, rêzê bigire” û “bi riya perwerde, zanist, ragihandin û enformasyonê alîkariyê ji avakirina aştî, tunekirina xizaniyê, pêşketina ajotinbar û diyaloga nav-çandî re bike” îhlal kiriye.

Di dawiya deklerasyonê de komele bang li sazî û komeleyên zanistî yên li cîhanê kir ku bi armanca UNESCO û Konseya Ewropayê vê meseleyê vekolîne û dema pêwîst be bi awayekî fermî siyasetên ku xisarê dide civaka katalanîaxêf şermezar bike, daxwazên xwe bişînin her du rêxistinên navborî.

Çavkanî: Npld.eu / Blogs.iec.socs

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …