Arşîvên Tag: ziman

Danezana Gironayê ya Mafên Ziman

    Kurtedîrok Danezana Gironayê ya Mafên Ziman di civîna Komîteya Werger û Mafên Ziman a PEN’a Navneteweyî ku di Gulana 2011’an de li bajarê Gironayê ya li Katalonyayê hat lidarxistin de, derket holê. Danezan, di Îlona 2011’an de di Civîna Giştî ya Kongreya Salane ya 77’emîn a PEN’a Navneteweyî …

Bêtir »

Zimanê maldîvan paş de diçe

    Zimanê dîvehî yê li giravên Maldîvan tê axaftin demeke dirêje bi promlemên giran re rû bi rû dimîne. Vî zimanê ku bi sedan salane di nava civakê de tê axaftin, hêdî hêdî di nava civakê de paş de diçe. Tê diyarkirin ku ji ber tunebûna hewldanên bi rêk …

Bêtir »

Macarên li Ûkraynayê nasnameya xwe diparêzin

    Zakarpattia herêmeke li başûrêrojavayê Ûkraynayê ya nêzîkî sînorên Slovakya, Romanya û Macarîstanê ye. Hebûna gelê macar a li hin navendên vê herême pir xurt e. Hikumeta Macarîstanê destekê dide parastina hemû mafên etnîk ên macar li ênvê herêma nêzîkî sînorên xwe. Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban di demên dawî …

Bêtir »

Mamosteyê katalan ji bo ziman dest bi greva birçîbûnê kir

    Giravên Balearê ku rêvebiriya wê dixwaze hebûna katalanî di perwerdeyê de kêm bike, carekê din bi berxwedana ji bo ziman ket rojevê. Mamosteyê katalan Jaume Sastre yê li dibistaneke Mallorcayê bi armanca ku hikumeta herêmî di warê tetbîqkirina qanûna ziman a perwerdeyê de bi mamosteyan re hevdîtinê pêk …

Bêtir »

Bêcirman navê xwe yê esil bi dest xist

    Wezîre Aboriyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li gundekî Kercewsê tabelaya ku navê esil ê gund li ser bû, bi cî kir. Şîmşek tevlî Qeymeqamê Kercewsê di 25’ê Gulanê de hat gundê Bêcirmanê ku navê Vergili lê hatibû kirin û li hizûra komeke mirovên hatibûn pêşwaziya wî, tabelaya ku …

Bêtir »

Zimanê xwe bi boykotê bi dest xistin

Gelê kabîl di pêvajoya sala dibistanê ya 1994-1995’an de bi tevahî dibistanan boykot kirin. Di seranserê salekê de ji dibistana seretayî heta dibistana bilind (lîse) malbat zarokên xwe neşandin dibistanê. Gel, navê ‘Çenteyê Dibistanê’ li vê boykotê kir. Cezayîr piştî vê boykotê mecbûr ma ku înkara hişk a li ser …

Bêtir »

Hilbijartinên Ewropayê û pêşeroja cihêrengiya ziman

    “Yekitiya di nava cihêrengiyê de” logoya ku ji bo Yekitiya Ewropayê (YE) armanca hevpar a Ewropayê îfade bike, ji aliyê YE’yê ve di sala 2000’î de hatiye hilbijartin. Vê armancê ji aliyekî ve ji pêkanîna yekitiya wê û ji aliyekî din ve jî ji xurtkirina zengîniya çand, kevneşopî …

Bêtir »

Alaska hebûna zimanên xwecî nas kir

    Parlamentoya Alaskayê 20 zimanên xwecî yên li eyaletê ligel îngilîzî wekî zimanên fermî qebûl kir.  Bi vê encamê piştî Hawayî, Alaska bû eyaleta fermî yê Amerîkayê. Biryara Parlamentoya Alaskayê piştî ku ji aliyê waliyê eyaletê bê îmzekirin, wê têkeve pratîkê. Pêşniyazqanûna 216’an (HB 216) hefteya çûyî ji aliyê …

Bêtir »

Li Amedê damezrandina perwerdeyeke xweser hat nîqaşkirin

    Sempozyûma navneteweyî ya Perwerderdeya bi Zimanê Dayikê: Model, Astengî û Derfet li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê hat lidarxistin. Gelek pispor û xebatkarên qada ziman ên ji Tirkiye, parçeyên din ên Kurdistanê, Welatê Bask û Fînlandiyayê beşdarê sempozyûma ku ji aliyê Kurd-Der’a Enqerê û SAMER’ê  (Navenda …

Bêtir »

Li Newala Aranê akademiya oksîtanî tê damezrandin

    Li herêma Aran a li Katalonyayê ku devokeke oksîtanî li wir tê axaftin, Enstîtuya Xebatên Oksîtanî wê bê damezrandin. Enstîtuya nû wê ji 21 xebatkaran pêk bê û ji bo parastin û normalkirina oksîtanî xebatê bike. Wezîrê Çandê Ferran Mascarell û Wezîrê Edaletê Germa Gordo ku her du …

Bêtir »

Hikumeta Katalan di qanûna sînemayê de guherînê pêk tîne

    Hikumeta katalan bi sebeba ku hiqûqa Yekitiya Ewropayê (YE) binpê dike, di Qanûna 20/2010’an a li ser sînemayê guherînê pêk anî. Bi vê guherînê wê fîlmên ewropî ji mecbûriyeta dûblaj an jêrnivîsa bi zimanê katalanî rizgar bibin. Lê li gorî qanûna nû wê hikumeta katalan Generalitat wekî berê …

Bêtir »

Li Asturiasê weşana bi zimanê herêmê dest pê kir

    Li Herêma Xweser a Asturiasê (Principado de Asturias) ya li bakurê Spanyayê, di dîroka xweseriyê  de cara ewilî radyoya herêmî dest bi weşana bi zimanê astûrî kir. Di navbera duşem û înê de her roj saet di 13:00’an de deh deqe nûçe wê bi astûrî bên pêşkêşkirin. Hikumeta …

Bêtir »

Postereke ji bo Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Kêmaran hatiye amadekirin. Di posterê de wiha hatiye gotin: “Ez ne tûrîst im. Ev der mala min e.” Peymana navborî di 5’ê Gulana 1992’an de ji aliyê Konseya Ewropayê hatiye qebûlkirin.

Bêtir »

Bajarê Vucovarê li benda biryara referandûma antî-kêmar e

    Şaxa Ewropayê ya Koma Mafên Kêmar (MRG) diyar kir ku ew di derbarê daxwaza lidarxistina referandûmê ya ji bo bisînorkirina bikaranîna zimanên kêmaran di qada civakî de ya li Hirwatîstanê bi fikar e. Li gorî MRG’ê eger encama referandûmê erênî be wê Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û …

Bêtir »

Di Roja Zimanê Dayikê de rewşa hin zimanên kêmar

      Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) bi minasebeta pîrozbahiya 15’emîn salvegera Roja Zimanê Dayikê ya UNESCO’yê, tevlî Kongreya Ûygûr a Cîhanê, Navenda PEN’a Ûygûr û PEN’a Fransewî li ser parastina zimanê dayikê ya kêmaran konferansekê li dar xist.  Rêxistinê di konferansê de pêdiviya krîtîk a parastina zimanê dayikê …

Bêtir »

Zimanên ji bo welatîbûna global

    UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ya 2014’an pîroz kir. Rêxistinê bi daxuyaniya xwe ya di derbarê vê rojê de ku di 21 Sibatê de weşand, diyar kir ku ew ê di çarçoveya xebata îsal a ji bo zimanê dayikê …

Bêtir »

Bi hezaran kes ji bo parastina îrlandî li Dublinê meşiyan

    Bi hezaran parazvanên zimanê îrlandî bi armanca hişyarkirina hikumetên Îrlanda û Bakurê Îrlandayê ya di derheqê xwedîderneketina zimanê îrlandî de, meşiyan. Di meşa ku di 15’yê Sibatê de li paytexta Îrlandayê  Dublinê hat lidarxistin de ji her du hikumetan hat xwestin ku xizmetên dewletê bi îrlandî bên dayîn. …

Bêtir »

Parlamentoya Fransayê erêkirina peymana ziman niqaş dike

    Piştî 15 salan, nîqaşa li ser naskirina hiqûqî ya zimanên herêmî yên Fransayê ji nû ve ket rojeva siyasî ya Fransayê. Di 22’yê Çileyê de li Parlamentoya fransewî pêşniyazqanûna ya di derbarê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî hat nîqaşkirin. Lê di nava saziyên dewletê …

Bêtir »

Kampanyaya perwerdeya bi zimanê galî dest pê kir

    Serokwezîrê herêma Galê ya li Brîtanyayê Crwyn Jones, bi armanca bilindkirina hişmendiya perwerdeya bi galî û ya duzimanî kampanyayeke agahdariyê da destpekirin. Serokwezîr di çarçoveya kampanyaya bi navê “Em li Galê dijîn: Çima em galî fêr nebin?” bi dê û bavên xwendekaran re hevdîtinek pêk anî û ji …

Bêtir »

Berpirsê Komîseriya Zimanê Îrlandî îstifa kir

    Komîserê Zimanê Îrlandî yê girêdayî hikumeta Îrlandayê Sean O Cuirreain, ji ber sebeba paşketina zimanê îrlandî ya di saziyên dewletê de ji karê xwe îstifa kir. O Cuirreain di daxuyaniya xwe ya îstifayê de got ku wî di  30 salên dawî de ewqas kêmbûna “moral û baweriyê” nedîtiye. …

Bêtir »