‘PEN a Kurd ya hemû Kurdan e’

PEN a Kurd tekane saziya Kurdan e ku ji her dîtin, bawerî û siyasetê her kes dikare bibe endam û ev jî wek modeleke neteweyî ya hemû Kurdan e. 

Serokê PEN a Kurd Şêxmûs Sefer  destnîşan dike ku PEN a Kurd tekane saziya Kurdan e ku ji her dîtin, bawerî û siyasetê her kes dikare bibe endam û ev jî wek modeleke neteweyî ya hemû Kurdan e.

Serokê PEN a Kurd Şêxmûs Sefer   bi sedema semînerekê ya li Navenda Civata Rewşenbîrên Azad li paytexta Almanya Berlînê bû. Em bi serokê PEN a Kurd re ku navenda wê li Amedê ye, li ser rewş û xebata PEN a Kurd û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê axivîn.

Derbarê sazî an jî rêxistina PEN’ê de dikarî xwendevanên me agahdar bikî?

PEN a Kurd di sala 1988’an de li Kolnê wek rêxistina nivîskarên Kurd hatiye damezirandin. Wek hûn jî dizanin PEN a Navneteweyî di sala 1923an de hatiye damezirandin û PEN a Kurd jî endama wê ye. Heta niha 144 welatên rêxistinbûyî bûne endam ango mirov dikare bêje ku PENa her miletekî heye. Ji ber mercên qedexe yên li Tirkiyeyê mixabin wek her sazî û rêxistinên Kurdan PEN jî li derve li sirgûnê hat damezirandin. Di kongreya dawî de biryara weguhestina Amedê hat girtin. Gotin: ‘Em dixwazin ji vir şûnde li Amedê karê xwe berdewam bikin.’ Sê sal berê jî hatin Amedê, kongre lidarxistin û em jî wek rêveber hatin hilbijartin.

Te got 144 welat lê li dinê gelek welat û zimanên din jî hene. Krîterên wê çi ne? Çawa tê tespîtkirin?

Di nav PEN’ê de li gel neteweyên bidewlet yên bêdewlet jî dikarin cih bigirin. Ev zêdetir bi teleb an jî daxwaza wan miletan ve girêdayî ye. Nexwe PEN nayê di cih de rewşa ziman û edebiyata miletan lêkolîn nake. Gel bi xwe xwe amade dikin û serî lêdidin. Kurd miletek in, ziman û edebiyata wan jî heye. Dimîne mercên din yên rêxistinê, ew jî beşdarbûn, aîdat û têkilî ye. Eger ev neyên cih endamtî tê sekinandin. Ev jî wendakirina îtîbarê ye, giran e. Gava bê sekinandin jî pir zehmet e ku carekî din dest pê bike.

Wek sazî di qada navneteweyî de giraniya wê çi ye? Çi bandorê dikare bike?

PEN her sal dîtinên xwe yên giştî wek pêşniyaz amade dike û pêşkêşî NY’ ê dike, ev her wisa wek pirtûk jî tê çapkirin. Ev jî wek rapor ji dewletên têkildar an jî ji serokwezîr, serokkomar û wezaretên edaletê re tên şandin. Welatên ku girîngî bi mafên mirovan didin helbet vana li ber çav digirin, lê yên mirov, maf û dad ji wan ne girîng be jixwe tiştek jî nabînin û hesab nakin. Li aliyê din PEN her gav ji bo kes û endam û nivîskarên di bin tehdîtê de ne gelek xebatên girîng dike. Li Ewropa saziyeke rêzdar e, dikare kampanyayên berfireh û bibandor ji bo nivîskarên di zorê de lidar bixe. Wek mînak; nivîskarekî me yê ji Rojava li Tirkiyeyê hatibû girtin û dixwestin vegerînin. Me serî li navenda PEN’ê da û demildest mudaxeleyê rewşa wî kirin. Niha jî li welêt hevalekî me yê karîkaturîst kirin hedef û jiyana wî ket xeterê, PEN li ser rewşa wî jî bi baldarî sekinî û riyeke çareseriyê dît. Ji bo xebat û berhemên jinan jî pir alîkarî tê kirin. Mixabin edebiyata me jî di qada navneteweyî de nayê naskirin. Ji bo vê jî alîkarî dikin, dixwazin berhemên me li zimanên din bên wergerandin. Niha ya Fatma Savci di destê wan de ye, li ser dixebitin û plan dikin ku li gelek zimanan wergerînin.

Pîvanên navneteweyî çi ne? Kî çawa dikare bibe endam?

Pîvanên PEN’ ê her nivîskar divê xwediyê du pirtûkan be û ev jî aliyê weşanxaneyên rêzdar ve hatibine çapkirin. Helbet ev ji bo nîşandayîna kalîteyê hatiye danîn, lê di rastiyê de ev pîvan jî ne hêsan e. Li aliyê din rojnamevan û kovarger yên rêzdar û hezkirî jî dikarin bibin endam.

Rêzdar û hezkirî jî têgehên ne hêsan in, ango dê çawa bên zelalkirin?

Wek mînak yên di xizmeta gel de û yên bi hesasiyet li ser ziman dixebitin. Di nav xebatên girseyî de ne, dinivîsînin û diafirînin. Ev jî ji aliyê gel ve tên hezkirin. Heta ji destê me tê biheqî tevdigerin û deriyê me ji her kesî re vekiriye.

Dikarî hindek behsa Kongreya yekê ya PEN a Kurd ya li ser axa welat bikî? Beşdariyeke çawa pêkhat, bi Bakur re sinorkirî ma yan jî tevahiya Kurdan girt nav xwe?

Bi taybetî me xwest ku ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskar tê de cih bigirin. Di lijneya rêveber de ji Başûr, Rojhilat û Rojava jî hevalan tê de cih girtin. Her wisa me dest bi xebata xwe ya li Amedê kir. PEN her sal li welatekî kongreya xwe lidar dixe, piştî rêveberiya me, em beşdarî kongreyên li Îzlanda û Kanadayê bûn. PEN a Kurd jî derbarê pirsgirêkên hatîn afirandin de bi awayekî birêkûpêk raporên xwe pêşkêşî kongreyan kir û ev jî hatin qebûlkirin. Di kongreya dawî ya Ii Kirgizîstanê de jî me bi taybetî derbarê komkujiya li ser gelê me yê Êzîdî de amadekarî kir; li gel metnên bi Înglîzî û wêneyan wisa jî derbarê berxwedana Kobanê de jî agahdarî hatin pêşkêşkirin. Ev jî gelek bala wan kişand. Li Kanadayê jî me bal kişand ser şerê li Bakurê Kurdistanê û rewşa endam û nivîskarên me hat ragihandin. Wê demê ev êrîşên li Bakur û şer wiha mezin nebûbûn, lê me texmîn dikir, jiber wê jî me daxwaza civîneke aştiyê ya navneteweyî kir. Li aliyê din di nav PEN’ê de komîte hene, yek ji wan jî Komîteya Aştiyê ye, ew jî di mercên asayî de li Bled a Slovenyayê kom dibe. Lê me ji ber rewşa dijwar xwest ev di demeke zêtir de û li Amedê pêk were, Daxwaza me hat qebûlkirin, em ê di 23-24’ ê Nîsanê de li gel PEN a Tirk û di bin çavdêriya PEN a Navneteweyî de konferanseke aştiyê li Amedê lidar bixin. Kesayetên wek Tarik Alî, Slovoy Jîjek, Ebas Walî jî vexwendî ne. Niha em di nav amadekariya van xebatan de ne.

Têkiliya we ya bi parçeyên din yên Kurdistanê re çawa ye, rêbaza xebata we çi ye?

Me civîna duyê li Silêmaniyê çêkir. Gelek nivîskar beşdar bûn û bûn endam. Li Hewlerê û Duhokê em civiyan û piştre jî em çûn Rojava. Gelek kes bûn endamên me. Di bernameya me de Rojhilat jî hebû, li gel riska wê jî me xwest em biçin lê ev dê ji bo nivîskarên wir bûbûya pirsgirêk. Jiyana wan jî biketa xeterê. Rejîma Îranê dikare ji peyv an jî hevokek ango sembolek jî gelek maneyan derxin û nivîskaran bavêjin zindanan. Welatên Sovyeta Kevin jî wek parçeyê pêncan yê Kurdistanê ne ew jî gazind dikin; dibêjin we em li van deran ji bîr kirine. Xebatên me yên wir jî dê berdewam bin. Bi sedhezaran Kurd li wir hene. PEN a Kurd tekane saziya Kurdan e ku ji her dîtin, bawerî û siyasetê her kes dikare bibe endam û ev jî wek modeleke neteweyî ya hemû Kurdan e.

Hûn nivîskarên Kurdistanê ne, PENa we jî ya welatekî di nav dagirkeriyê û şer de ye. Ev çi bandorê li we dike an jî hûn li dijî êrîşan çi siyasetê dikin?

Barê me jî wek yê gelê me û hemû Kurdan gelek giran e, em çiqas dikarin biserkevin ew jî pirsyarek e. Ez bêjim li gorî hêz û derfeta xwe em jî li ber xwe didin. Lê di rastiyê de di nav van sê salan de gelek xebatên hêja jî hatin kirin. Kesayetek wek Evdila Pêşew ji bo Komîteya Nobelê ya PEN’ê hat pêşniyazkirin û ev jî hat qebûlkirin. Pêşew kesayetek neteweyî yê xwedî helwest e û ti car jî ji nêrînên xwe tewîzê nade. Ji bo ji aliyê raya giştî ya Kurd ve baştir bê naskirin li Amed, Batman û Wanê semîner hatin lidarxistin. Di salvegera yekê ya Rojava de me serdana Rojava kir. Bi taybetî jî saziyên têkildarî ziman û perwerdehiyê hatin dîtin, rewşa wan ji PEN a Navneteweyî re hat raporkirin.

Şerê dawiyê û berxwedana gel ji aliyê we ve çawa hate dîtin û xwendin? 

Şerê ku li ser gelê me hate ferzkirin bi yek gotin û têgehê, em wek komkujî pênase dikin. Gava aîdiyeta gel an kesekî bi can, mal, çand û tevahiya hebûna wî ve bibe hedef û bê tinekrin, ev dibe komkujî. Me gelek caran ev ji Navenda PEN’ê re jî rapor kir. Bi taybetî jî piştî êrîşa li ser ofîsa me ku talan kiribûn, jî gelek PEN ên welatên cîhanê û navenda PEN ê bertekên tund nîşan dan û dan xuyakirin ku li bal nivîskarên Kurd in. Barbariya hatî kirin ya rastî di kêm şerên dinê de hatine dîtin. Lê mixabin ne di xema dewletên Ewropî de ye. Jixwe ev li pêş çavên cîhanê ye. Ez bi mînakekê vebêjim: Keçikek ku hatibû kuştin tevahiya bedena wê şewitandibûn, bi tenê serê wê saxlem mabû, lê herdû çavên wê jî derxistibûn. Dayîka wê di axaftina xwe de digot; ez nizanim gelo dema çavên wê derxistin ew sax bû yan na? Xema wê ew bû. Ew dewletên ji bo kûçik an jî pisîkek hebûna xwe seferber dikin, hîç deng jixwe dernanîn. Divê dîplomasiya me her hebe lê nabe em li benda merhemeta wan dewletan bimînin. Wek mînak piştî van bazar û têkiliyên bi dewleta Tirk re hebûn û nebûna Merkel ji bo min hîç ne girîng e, ez ti rêzê nîşanê wê û wan nadim. Yekîtiyek û danûstandineke Kurdewarî ji bo me derman e. Ev di dema berxwedana Kobanê de jî bi zelalî derket holê ku çi encamên erênî dikare bi dest bixe.

Wê demê mirov dikare pirsa yekîtiyê pêşî ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd bike, ew çima nabin yek?

Gotineke Hegel ya navdar heye, dibêje; eger heman bûyer du caran dubare bibe, a yekê trajedî ya duyê komedî ye. Mixabin li cem Kurdan ev ne ducarbûn pirbare dibe. Gelek nivîskar û saziyên nivîskaran li her aliyên welat hene, mixabin gelek ji wan ji hev bê hay in, heta haya bajarekî jî yên din nîne. Her kesî ji xwe re cihekî avakiriye û naxwazin dengê yên din jî bibihîzin. Wek mînak ew trajediya ku bi ser Êzîdiyan de hat, gelo me nivîskaran çiqas hesabê ji berpirsyaran kir? Niha ez pir meraq dikim; gelo nivîskarên Duhokê derbarê van komkujiyên li Bakur çi daxuyanî dane? Yên Hewlerê çi bertek nîşan dane? Gelek ji wan nexwestin nêrîna xwe jî diyar bikin. Parçeyek ji gelê te bi komkujiyan re rû bi rû ye û tu ti tiştek nakî. Pirsgirêk ev e ku em nivîskar bi partî, rêxistin û siyasetan ve girêdayî ne. Ya girîng jî em çiqas dikarin bi wijdana xwe ya serbixwe tevbigerin?

Peyama te ya dawiyê ji bo xwendevanên me çi ye?

Dixwazim carekî din bibêjim ku ev şer ne bi xwesteka gelê Kurd e, dewleta Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nake û bi hemû hêza xwe ve dixwaze hemû hêjayiyên wî ji holê rake. Ez heta dawiyê bi rêzdarî bejna xwe li ber berxwedana gelê xwe ditewînim. Nabe mirov bi tenê rexne bike û di pratîkê de tiştek neke. Li aliyê din gotinên me jî li ba siyaseta me zêde pere nake, hê jî nivîskarên Tirk an jî Kurdên Tirkînivîs bêtir biqîmet in. Mixabin di mercên şer de dengê çekan bêtir tên bihîstin, dîsa jî divê em bibin dengê gelê xwe yê li Cizîr, Amed û tevahiya Kurdistanê. Hêviya min ew e ku Başûr siyaseteke baştir û rastir bi rê ve bibe, ji xwe Rojava gihiştiye asteke erênî û parastina wê jî erkek e neteweyî ye, wisa jî em hêvîdar in ev şer li Bakur jî bibe şerê dawiyê û gelê me yê birûmet ji destê dagirkeran rizgar bibe.

Jêder: Yeniozgurpolitika.org

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …