Google KurdFM ji Google Playê avêt

Radyoya Kurdî KurdFM di encama nameyeke googlê de hate ragihandin ku ji Google Play hatiye derxistin.

Xwedanê radyoya Dengê Hunera Kurdî KurdFM berpirsên Hêvî Group ragihandin ku Googlê nameyek bo wan birê kiriye û di nameya Elektronîk de weha hatiye gotin; Di encama çavdêriyê de aşkere bûye ku KurdFM bernameyên siyasî diweşîne. Bi vê boneyê ji Google Play hatiye derxistin, eger hun careka dîtir bixwazin nûbikin û bigrine ser em dê rêkên yasayî li himber we bikar bînin.
Rayedarên Hêvî Group diyar kirin ku KurdFM tenê muzîkê diweşîne û eve demeke dirêje weşanên zindî pêk nehatine. Lê belê tenê muzîkên Kurdî diweşîne û hemî muzîkên Kurdî diweşîne. Eve jî ne sedemeke da ku bê girtin an ku bê astengkirin.

Her weha berpirsên Hêvî Group diyar kirin ku KurdFM ji sala 2010 ê ve wekî Merqe li Elmanya Tomarkirî ye û radyoyeka torê ya Fermî ye. Navnîşana wê diyare û cihê wê diyare. Rayedaran got ku ewana di bi lez li himber vê biryarê derbikevin û bikin careka dîtir KurdFM têkevê nava bazara Google Play de û guhdarên xwedan telefonên Andorid dê karibin dîsan guh bidin KurdFM.

Jêder: Rewanbej.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …