”Zaroka min hem kurd û hem swêdî ye”

Ziman û nasnameya kurdî çend giring e ji bo dêûbavên ku zarok bi hevjînên ne kurd re anîne? Di çalakiyên komeleya Komciwan de balkêşiya ji bo bi hêz kirina ziman û çanda kurdî eşkere ye.

Shoresh her yekşem bi malbata xwe re tê Hêlîna zarokan, yek ji gelek çalakiyên komeleya Komciwan li Alvikê ji bo zarokên herî biçûk. Li vê derê sitrana dibêjin û dilîzin, bi zimanê kurdî.

Fêrbûna zimanê kurdî û bi hêz kirina nasnameya kurdî li ba zarokan giringe li gor nerîna, Karolin û Veronika, du dayikên swêdî ku bi kurdan re zewicîne. Ew dixwazin hem ew û hem zarokên wan jî baş fêrî kurdî bibin.

-Karolin dibêje hem em û hem jî zarok demeke xweş li vê derê derbas dibikin. Ez fêrî kurdî dibim û ew jî. Ew dixwaze xwe fêrî kurdî bika da ku karibe bi xezûr û xeswa xwe û bi malbatê re li Kurdistanê biaxive.

Veronika bala xwe dayê ku kurdiya wê û ya zarokan baştir bûye piştî hatina wan bo çalakiyên Hêlîna zarokan. Ew dibêje her li malê jî van stranan dibêjin û bavê wan jî tenê bi kurdî li malê diaxive.

Komciwan di 1998 de hate damezirandin bi mebesta sazkirina çalakiyên çand û hunera kurdî, dûr ji siyaset û pirsên olî. Her heftî di navbera 40 ta 60 zarok û ciwan beşdarî çalakiyên Komciwan dibin. Lê di van salên dawî de balkişandina ji bo zimanê kurdî di nav grûpeke taybet de bêhtir bûye. Kovan Amedî, mamosteyê zimanê kurdî li Komciwan dibêje ku bi taybetî zarokên hem kurd û hem swêdî ne bêhtir bûne.

Fêrbûna zimanê dê û bav gelekî giring e, ji ber ziman ne tenê alaveke peywendiyê ye lê nasnameya miletekî ye jî.

Grûpa zarokên ji dêûbavên duzimanî, ango ew yên dê yan bavê wan swêdî ne, bi giştî di van sê salên dawî de di çalakiyên zimanî û çandî yên Komciwanê de bêhtir bûne, li gor Sukrî Demir, damezirênerê Komciwan e li Swêdê yê bi xwe bavê keçeke ji dayikek swêdî ye. Dema ew nû bû bav tunebûna bazar û çalakiyên ji bo bihêz kirina zimanê kurdî li ba zarokan bala wî kişand.

Ji ber wê biryar da ku wekî pêşdibistaneke vekirî bi kurdî ji zarokên herî biçûk re veke, ya îro navê wê Hêlîna zarokan e.

Lê gelo çima pirsa zimanê kurdî û nasnameya kurdî ji bo dêûbavên kurd yên bi swêdiyan re zarok anîne giring e?

Dilan her yekşem zaroka xwe tîne derza perwerdeya zimanê kurdî, ne tenê zarokê wê lê ew bi xwe jî baştir fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe. Ew dibêje ez dixwazim zaroka min hem kurdî û hem swêdî zanibe, ji ber ku kurê min li dibistanê kurdî naxwîne dersa zimane kurdî ya Komciwan gelekî ji bo wî giring e.

Havîn, Ronya, Ava, Arvîn, ev çend ji zarokên di çalakiya Hêlîna zarokan de beşdar bûn. Hemû bi navên kurdî, navên ku li gor swêdiyê jî dibin. Wiha diyar e ku hilbijartina navan jî ji van dêûbavan re awayekî diyarkirina nasnameya zarokê ye.

Zarokên Karolin û Veronika gewir û por zer in û bi swêdî baş diaxivin, ew pirsa nasnameya kurdî ji bo zarokên xwe giring dibînin ji ber ya swêdî her ji wan re di civakê de bi gelek awayan pêşkêş dibe. Ji ber wê ew bi nêt in her berdewam bin bi zarokên xwe re bên Hêlîna zarokan.

Jêder: Radyoya Swêdê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …