Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an jî otonomîya di asta nîv-dewletê de ya di bin sîwana Amerîkayê de. Puerto Rico wê referandûma ji bo statuyê li dar bixe. Welatî wê dengên xwe yên ji bo statuyê di hilbijartina di 5ê çirîya …
Bêtir »Herêmên Îtalyayê daxwaza erkên nû kirin
Herêmên li bakurê Îtalyayê doza berfirehkirina otonomîyê dikin. Veneto, Lombardîya, Pîemonte û Lîgûrîya ji dewletê daxwaza erkên nû kirin. Herêmên li bakurê Îtalyayê doza berfirehkirina otonomîyê dikin. Veneto, Lombardîya, Pîemonte û Lîgûrîya ji dewletê daxwaza erkên nû kirin. Hikumetên her çar herêman dîyar dikin, divê ji bo dayîna erkan Asta …
Bêtir »Firsenda ku ji destê kurdan derketî: Peymana Sewrê
Di peymanê de kurtahî wiha hate gotin ku ger gelê Kurd bikare di nava salekê de vegere Cemiyeta Miletan, her wiha piraniya şêniyên herêmê bixwaze ji Tirkiyeyê cuda bibe û Cemiyeta Mileta îqna bibe ku ev gele hêjayî serxwebûnêye, divê Tirkiye jî vê pêk bîne û her wiha dev ji …
Bêtir »Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir
Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, “statuya otonomiyê“ ya Korsîkayê di destûra bingehîn de tê bicîkirin. Di pêşnûmeyê de sebeba “naskirina statuya otonomîyê ya Korsîkayê ya di nava komarê de” bi pozîsyona cografî ya herêmê (girav) û taybetîyên “dîrokî, zimanî û …
Bêtir »Li bakurê Katalonyayê gotûbêja ji bo navê esil
Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî proseyekê dide destpêkirin. Navê bakurê Katalonyayê bi fermî Pyrénées-Orientales e ku tê wateya rojhilatê Çiyayên Pîrene. Ev nav bi tenê coxrafyaya derdixe pêş û rastiya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl nake. Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî …
Bêtir »Bakurê Katalonyayê daxwaza “statuya taybet” kir
Bakurê Katalonyayê bi çalakiyeke girseyî ji Fransayê statuyeke taybet daxwaz kir. Di çarçoveya vê statuyê de daxwaz ev e: Nasnameya çandî û zimanî ya herêmê bê naskirin. Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye. Li bajarê Perpignan ê li herêmê 2,000 kes ji bo statuyeke …
Bêtir »Statu
Lewma diyare ku di hişê rêvebirên KCD’ê de meseleya statuyê hîn ne zelal e. Ji ber ku tiştekî ne rasyonel e Kurdistana Bakur bibe 7 parçe û di dewsa welatekî de ji bo 7 herêman statu bê xwestin. Bi Encamnameya Civata Giştî ya KCD’ê siyaseta kurd ji bo …
Bêtir »Guarani statuya xweseriyê amade dikin
Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …
Bêtir »Li Îtalyayê reforma navendîkirinê di rojevê de ye
Hikumeta Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi reforma ji bo navendîkirina hin hêzên di destê herêmên xwedî statuyên jirêzê de amade kir. Piştî vê gavê, herêmên xwedî statuyên taybet bi armanca xweseriya wan neyê bisînorkirin û Veneto û Lombardiya jî bi armanca bidestxistina statuyeke taybet ketin nava hewldanan. Piştî damezrandina …
Bêtir »Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet
Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê. Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê …
Bêtir »Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne
Senatorê herêma xweser a Newala Aostayê ya li bakurê Îtalyayê Albert Laniece hewldanên demên dawî yên li hember herêmên xweser ên xwedî statuya taybet rexne kir. Laniece’yê ji Yekitiya Aostayê (UV) got ku di demên dawî de ji aliyê hin partiyên neteweyî pêşniyazên tengkirina xweseriya van herêman hatine kirin. Senatorê …
Bêtir »