Konferansa PENa Kurd a bi navê “Ji bo bicîkirina bendên manifestoya gîronayê” bi dawî bû.
Di roja duyemîn de beşdaran xwestin zimanê kurdî bibe xwedî statû.
PENa Kurd a di 10 û 11ê gulanê de Amedê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Di rûniştina 3.a di roja duyemîn de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, nivîskar û lêkolîner Sîdar Jîr li ser mijara “Di Sedsala Dawîn de Rewşa Wêjeya Kurdî”, Mamoste Mozhgan Kavusî li ser mijara “Qefes, Bîranînên Zindanê”, Nivîskar Rojbîn Perîşan “Di Wêjeya Kurdî de Rengê Zindanan, Bandora Zindaniyan”, Nivîskar û Lêkolîner Beyan Ezîzî “Bingeha Sansura li Ser Wêje û Zimanê Kurdî li Îranê / Mînaka Nivîsên Jinan li Rojhilatê Kurdistanê”, Nivîskar Firat Can “Bandora Wêje û Polîtîkayê ya Li Ser Hev” axivîn.
Cemîlê Turhalli di axaftina xwe de lis ser xetereya kurdî rûbirû ye sekinî û got, divê ew û li ser politîkayên balkêş ên parastina ziman bixebitin.
Paşê, nivîskar Rojbîn Perîşan jî axivî û diyar kir ku nivîs li vê erdnigariyê hatiyê afirandin û got: “Ez 30 sal di zindanê de mam. Sosyolojiya zindanê gelek cuda ye. Jiyana li zindanê ji jiyana derve pir dûr e. Girtî bi rêya nivîsê dixwazin dengê xwe bidin derve. Girtîgeh ji bo wejeyê kaniyek e. Ji bo ramana girtiyan dernekeve derve lijneya zindanan jiyana girtiyan dorpêç dike. Bi rêya lêgerinê nivîsên girtiyan qedexe dikin. Civak li derve eleqe nîşanî nivîsên girtiyan nadin. Ev jî rexneyeke.”
“Girtîgeh gelek teng e. Yê ku girtîgeh çêkirinê naxwazin tu kes bi hêz derkevin derve. Girtîgeh jî li gorî vê hatiye avakirin. Pergal li dijî kurdan dijminatiyê pêş dixe. Tiştên ji bo herkesî serbest e, ji kurdan re qedexe ye. Kesekî ji bo azadiya kurdan têdikoşe, rastî êrişên dewletê tên. Wejekarên kurd hîn nikarin bi rehetî her tiştî binivîsin.”
Nivîskar û lêkolîner Beyan Ezîzî di axaftina xwe de dîyar kir, jinên nivîskar li Rojhilata Kurdistanê di bin astengiyan xebatan dikin. Beyan Ezîzî da zanîn ku konferansa PENa Kurd gelek giring e. Paşê Mozhgan Kavusî li ser mijara bîranînên zindanê axivî û destnîşan kir ku gelek mafên kesan di zindanên li Îranê de tên binpêkirin.
Sîdar Jîr: Divê em xwedî statû bin
Di dawîya bernameyê de nivîskar Sîdar Jîr mafê axaftinê girt û ji perspekfîke dîrokî gotinê anî ser pêdivîya statuyê:
“Şikestina gelê me di peymana Qesra Şîrîn de pêk hat. Piştre Sykes-Pîcot de şikest. Di navbera gelê me de sînor danîn. Ez îro bi pasaport diçim Hewlêre. Ew ji bandora xwe dide wejeya kurdî. Rewşa siyasî rast e rast bandora xwe dide nivîskaran. Îro em gelek nivîskar li vir in. Lê me kesî pirtûka hevdû nexwendiye. Ji ber ku welatê me hatiye parçekirin. Cihekî perwerdehiya kurdî tune be wejê jî pêş nakeve. Berê perwerdahiya kurdî hebû. Divê îro em bêtir pêş ketibûna. Lê mixabin em paş ve çûn. Sedema van jî parçekirina Kurdistanê ye. Em kêmasiyên xwe dizanin lê ev kêmasî ne yên me ne. Kêmasî yên Tehran, Şam, Bexdat û Enqereyê ne. Ji ber ku welatê me wan perçê kirine. Kurdan gelek di berxwe dane lê pirsgirêk ev e ku em ne parçekî cihanê ne. Divê em xwedî statû bin. Divê ziman, çand û nasnameya me di her alî de xwedî statû be.”
Nûçeya Ajansa Welat wekî çavkanî hatîye bikaranîn.