Li Îtalyayê reforma navendîkirinê di rojevê de ye

 

 

Hikumeta Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi reforma ji bo navendîkirina hin hêzên di destê herêmên xwedî statuyên jirêzê de amade kir. Piştî vê gavê, herêmên xwedî statuyên taybet bi armanca xweseriya wan neyê bisînorkirin û Veneto û Lombardiya jî bi armanca bidestxistina statuyeke taybet ketin nava hewldanan.

Piştî damezrandina herêmên xweser a di sala 1948’an de, li Îtalyayê hewldaneke nû ya ji bo jinûvenavendîkirinê ket rojeva siyasî. Ji bo kêmkiririna hin hêzên di destên herêmên xwedî statuyên jirêzê, hikumeta Îtalyayê reforma berfireh a Sernivîsa V’emîn a Destûra Bingehîn amade kir. Di bin vê sernivîsê de hêzên di destê herêm, wilayet û şaredariyan tê terîfkirin.

Her çiqas reforma nû bi tenê herêmên xwedî statuya jirêzê eleqeder dike, serokên her pênc herêmên xwedî statuyên taybet (Newala Aosta, Trentino-Tîrola Başûr, Friuli-Venezia-Giulia, Sîcîlya û Sardînya) ku fikar dikin wê dor were ser herêmên wan, bang kirin ku hêzên di destên herêmên wan de ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatiye garantîkirin û lewma jî nekare bibe mijara reformê. Serokê herêma Friuli-Venezia-Giulia Franco Iacop da xuyakirin ku divê di nava reformê de “îfadeyeke ewlehiyê” ya ji bo herêmên xwedî statuyên taybet cî bigire. Konseya Newala Aosta jî diyar kir ku li gorî hêz û û rola hikumetên herêmî, divê çavkaniyên fînansê ji bo wan bê veqetandin.

italy-regions

Li gorî vê reformê hin hêzên ku ji aliyê navendê û herêmên xwedî statuyên jirêzê bi hev re tên bikaranîn wê êdî bi tenê ji aliyê navendê ve bê bikaranîn. Bi vî awayî wê hikumeta navendî di qadên wekî kordînasyona fînansa qada fermî, berhevkirina bacê, zanîngeh, rêgezên giştî yên di warê tenduristî û ewlakariya kar û bazirganiya derve de xwedî hemû hêzê be.

Veneto û Lombardiya daxwaza statuyeke taybet kirin

Ji nav herêmên Îtalyayê bi taybetî Veneto û Lombardiya ku her du jî di nava herêmên herî zengîn ên li bakurê welat in, daxwaza bidestxistina statuya taybet kirin. Bi vê armancê, serokê Venetoyê di 14’ê Nîsanê de di cîvîna hikumeta navendî û serokê hikumetên herêmî de pêşniyaz kir ku herêma wî bibe herêma şeşemîn a xwedî statuya taybet.

Serokê Lombardiyayê Roberto Maroni jî çend roj  berê da xuyakirin ku ew dixwaze bi armanca xweseriyeke taybet li herêmê referandûmeke bê lidarxistin. Maroni pêşniyaz kir ku divê hemû baca li herêma wî tê berhevkirin divê dîsa di desê herêmê de bimîne.

Çavkanî: Nationalia.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …