Firsenda ku ji destê kurdan derketî: Peymana Sewrê

Di peymanê de kurtahî wiha hate gotin ku ger gelê Kurd bikare di nava salekê de vegere Cemiyeta Miletan, her wiha piraniya şêniyên herêmê bixwaze ji Tirkiyeyê cuda bibe û Cemiyeta Mileta îqna bibe ku ev gele hêjayî serxwebûnêye, divê Tirkiye jî vê pêk bîne û her wiha dev ji mafên xwe yên li herêmên ku peyman li ser hatiye pêkanîn berde. Eger ev devjêberdan di dema xwe de were pêkanîn, hêzên hevpeyman ti astengî li pêşiya yekgirtina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi Kurdên li parêzgeha Mûsilê re dernaxin.

Piştî encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên Ewrupayê bi Peymana Sewrê her yekê parek ax ji Tirkiyeyê wergirt. Piştî wê dewleta Tirk bi hewldanên Îsmet Înonû ku di Peyman Lozanê de nûnertiya Tirkan dikir, her rêyê bikaranî û bi xiyaneta Kurdan Peymana Sewrê hilweşand û peymana parçekirin û sûrgûnkirina Kurdan, Peymana Lozanê xist meriyetê. 104 sal li ser Peymana Sewrê ya ku firsenda ji destê Kurdan derketî re derbaz dibe.

Peymana Sewrê di 10’ê Tebaxa sala 1920’an de di navbera welatên serketî yên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Împaratoriya Osmaniyan de hate îmzakirin. Di encamê de beşek zêde ya xaka Osmaniyan li ser welatên Fransa, Brîtanya, Yewnan û Îtalya de hate belavkirin. Biryar hat dayîn Egeyê ji Yewnanan re bê berdan, Derya Spî wê ji Îtalyayê re berde, wê bakur ku îro Serhed jê re tê gotin wê ji Rûsyayê re berdin. Derveyî vê, Tranzon, Wan û herêmeke berfireh a ji Ermenîsteke serbixwe re bê berdan. Wekî din aliyê Dîlok, Mereş, Riha heta Sêwasê ji Fransayê re berde. Aliyê Colemêrgê jî ji Îngilîzan re bê berdan. Anatoliya Navîn jî weke Tirkiye tê hiştin.

Li ser îmzakirina Peymana Sewrê re 104 sal derbaz dibe. Di dema kombûna serok û nûnerên van welatan de, Kurd jî bi serokatiya general Şerîf Paşa Xendan ku doza hemû Kurdên li her çar beşên Kurdistanê bindest girtibû ser xwe, amadebûn û her yek ji wan raporek li ser rewşa netew û welatên xwe, her wiha daxwazên ji welatan di warê desteserkirina mafê wan yê rewa pêşkêşkirin.

Bendên 62,63, 64 ji bo Kurdan taybet bûn

Di dîrokê de cara yekem Şerîf Paşa wek nûnerê Kurdan beşdar bû. Ev jî şêwazek yê wek neteweyek siyasî-civakî ya bindest, naskirina Kurdan bû. Peymana Sewrê ji 432 madeyan pêk dihat.

Navçeya ku wan weke Kurdistan an jî sînorê xaka Kurdan pênase kirine wiha ye: “Rojhilatê Firatê, başûrê Ermenistanê û bakurê sînorê Iraq-Sûriyeyê, wek ku di xala 27 ya benda 322’yan de hatiye gotin. Bendên 62,63 û 64 ji bo Kurdan taybet bûn.

Di peymanê de bi kurtahî wiha hate gotin ku ger gelê Kurd bikare di nava salekê de vegere Cemiyeta Miletan, her wiha piraniya şêniyên herêmê bixwaze ji Tirkiyeyê cuda bibe û Cemiyeta Mileta îqna bibe ku ev gele hêjayî serxwebûnêye, divê Tirkiye jî vê pêk bîne û her wiha dev ji mafên xwe yên li herêmên ku peyman li ser hatiye pêkanîn berde. Eger ev devjêberdan di dema xwe de were pêkanîn, hêzên hevpeyman ti astengî li pêşiya yekgirtina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi Kurdên li parêzgeha Mûsilê re dernaxin.

Di heman peymanê de pêwîst bû mafê parastinê yê Aşûrî, Kildanî û kêmnetewe û olên cuda yên li ser axa Kurdistanê jiyan dikirin, bihata garantîkirin. Komîteyek ji Îngilîz, Fransa, Îtalya, Îranî û Kurdan hatibû pêkanîn ku wê ji bo diyarkirina statûyek ji bo Kurdan li herêmê, wê bişandiban herêmê. Ev şande bi mercê ku li gorî bendên peymanê û sînorê Îranê be, dikarî guhertin di sînorên Tirkiyeyê de çêbike.

Ji bo hilweşandina Peymana Sewrê hemû rê hatin bikaranîn

Li ser vê yekê Tirk dîn bûn û kêç ketin nav kavilê wan. Bi hewldanên Îsmet Înonû yê ku di Peymana Lozanê de nûnertiya şandeya neteweyî ya dewleta Tirkiyeyê dikir, ji bo hilweşandina Peymana Sewrê hemû rê hatin bikaranîn.

Di destpêka civînê de şandeya Ewrûpî pirsa li ser berjewendiya Kurdan a ji bo hikûmeta nû ya Tirkiyeyê dipirse. Ew jî di bersivê de qala bihevre jiyan, dostanî û biratiya navbera Kurd û Tirkan de dike. Lê ev gotinên Înonû nekarî şandeya welatên beşdarî peymanê bûyîn, razî bike. Ji ber wê bi lez vegeriya Tirkiyeyê û ji Atatûrk daxwaz kir ku demildest kesek wek nûnerê Kurdan bide naskirin amade bike û razîbûna Kurdan ya mayîna dibin desthilatiya Tirkan de bi ragihîne.

Carek din xiyanet rê li serxwebûnê girt

Ew kes jî Kurdê ku xiyanet li gelê xwe kirî û ketî xefika Mustafa Kemal Ataturk, Hesen Xeyrî Beg bû di Peymana Lozanê de nûnertiya gelê Kurd kir. Ji ber ku welatên Ewrûpî ne amadebûn ku bê razîbûna Kurdan peymanê îmza bikin. Ji ber vê yekê Hesen Xeyrî Beg ku wê demê endamê Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê bû, li ser daxwaza Atatûrk nameyek ji bo Dîwana Rêveberiya Lozanê re şand û razîbûna Kurdan ya ji bo avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê ragihand.

Herî dawî di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozana Swîsreyê di navbera welatên Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan, Slovenya û Tirkiyeyê de peymanek din li ser naskirina dewleta nû ya Tirkiyeyê û sererastkirina Peymana Sewrê hate îmzakirin. Tirkiye ji ber têkçûna xwe ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Peymana Sewrê bi zorê îmzakiribû, dixwest hikûmeta nû cuda were dîtin.

Peymana Sewrê hate hilweşandin, Lozan ket meriyetê

Di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de Peymana Lozanê hate îmzekirin û Peymana Sewrê hate hilweşandin. Peymana Lozanê li ser bi awayekî tirsnak û hovane parçekirina Kurdan û sûrgûnkirina wan ya li dewletên ku bi tundî li dijî Kurdan tevdigerin bû da ku di vê sed salê de Kurdan jî wek bi dehan netewên din ên cîhanê ku navên wan tenê wek netewek qedîm di pirtûkên dîrokê de mane, bihelînin û biperçiqînin.

—————————————–

Ev gotar ji Rojnewsê hatîye girtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …