Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir.

Bi vê pêşnûmeyê, “statuya otonomiyê“ ya Korsîkayê di destûra bingehîn de tê bicîkirin.

Di pêşnûmeyê de sebeba “naskirina statuya otonomîyê ya Korsîkayê ya di nava komarê de” bi pozîsyona cografî ya herêmê (girav) û taybetîyên “dîrokî, zimanî û çandî” ve tê îzehkirin.

Girava Korsîkayê ya bi ser Fransayê ve nêzîkî otonomîya polîtîk e.

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir.

Pêşnûmaya reformê ji teksteka guherîna Destûra Bingehîn a Fransayê pêk tê.

Bi vê pêşnûmeyê, “statuya otonomiyê“ ya Korsîkayê di destûra bingehîn de tê bicîkirin.

Pêşnûmeya ji aliyê parlamenyoya herêmî ve hat qebûllkirin ji sê beşan pêk tê.

Ev beş jî di derbarê sînorên bingeha otonomîyê, erkên normatîf (qanûnçêkirin) ên giravê û referandûma otonomîyê ya Korsîkayê de ye.

Hevdîtinên Fransa û Korsîkayê yên ji bo statuya giravê di 2022an de dest pê kiribûn.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin û nûnerên Korsîyê di hefte berê gi hevdîtinên li Parîsê li hev kiribûn.

Di pêşnûmeyê de sebeba “naskirina statuya otonomîyê ya Korsîkayê ya di nava komarê de” bi pozîsyona cografî ya herêmê (girav) û taybetîyên “dîrokî, zimanî û çandî” ve tê îzehkirin.

Alîyê herî balkêş ê teksta reformê, naskirina mafên qanûnçêkirinê yê Parlamentoya Korsîkayê ye.

Heta niha parlamentoya herêmî bi tenê xwedî erkên îdarî bû û neçar bû qanûn û biryarên dewleta fransî li giravê têxe merîyetê.

Lê tevî vê jî, hemû erkên wê transferê Korsîkayê bê kirin hîn nehatine zelalkirin.

Statuya zimanê korsîkî 

Yek ji meseleya her du alî heta niha li hev nekirine statuya zimanê korsîkî ye.

Fransa daxwaza hukumeta herêmî ya ji bo fermîbûna zimanê korsîkî qebûl nake.

Girava Korsîkayê/Axl.cefan.ulaval.ca/

Li gorî prosedûrên hiqûqî, reforma statuyê wê biçe ber destên Senato û Parlamentoya Fransayê.

Partîyên rastgir li senatoyê xwedî piranî ne û li dijî statuya Korsîkayê xwedî helwest in.

Ji bilî vê, ji bo pêşnûmeya guherîna destûra bingehîn di parlamentoyê de bê qebûlkirin, pêdivî bi dengên sêyan pêncê wekîlan heye.

——————————————-

Foto: Paytexta Korsîkayê Ajaccio/Costacruises.co.uk

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …