Rojavayê Kurdistanê bi hikumeta HTŞê re peymanekê îmze kir.
Peymana hevpar ji bo gelek kesan bû surprîzeke mezin.
Alîyê herî giring ê peymanê venasîna hebûna gelê kurd e.
Statuya polîtîk a li ser zemîna coxrafyayê ji bo Rojava di peymanê de cî nagire.
Geşedanên dawî yên li dora hevdîtinên Îmralîyê pêk tên, gihîşt Rojavayê Kurdistanê jî.
Rêveberîya Rojava bi hikumeta Şamê re peymanekê îmze kir.
Nûçeya peymanê, ewil ji alîyê rêveberîya HTŞê ve hat belavkirin.
Hevdîtîna li Şamê û peymana hevpar ji bo gelek kesan bû surprîzeke mezin.
Sebeba herî mezin a ji bo vê, komkujîya rojên dawî yên li herêmên alewîyan ên li Sûrîyeyê bû.
NY, Rûsya û hin hikumetên welatên Rojava komkujîyê şermezar kiribûn û banga vekolînê kiribûn.
Peyman ji alîyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û lîderê HTŞê Ehmed El-Şarayê ku xwe wekî serokê Sûrîyeyê ragihandîye, hat îmzekirin.
Venasîna gelê kurd
Alîyê herî giring ê peymana ji 8 xalan pêk tê, venasîna hebûna gelê kurd e.
Bi xala 2. peymanê mafên welatîbûna Sûrîyeyê ji bo kurdan jî tê qebûlkirin.
Lêbelê di berdêla vê venasînê de Rojava qebûl dike entegreyî Sûrîyeyê bibe.
“Sazîyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî” dikevin nava çarçoveya vê entegreye.
Statuya polîtîk tune ye
Alîyekî din a balkêş, di peymanê de statuya polîtîk a li ser zemîna coğrafyayê ji bo Rojava di peymanê de cî nagire.
Ev jî tê vê wateyê, Rojava sîstema yekgirtî ya Sûrîyeyê ya ji dema rejîma Esed maye qebûl dike.
Berîya niha, nûnerên Rojava di serdana xwe ya Ewrûpayê de daxwaza federalîzmê kiribûn.
Loma jî niha pirsa “gelo Rojava ji ji bo yekitîya Sûrîyeyê ji vê daxwazê vegerîya ye?” tê kirin.

Naveroka peymana Rojava-HTŞ
1-Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.
2-Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.
3-Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.
4-Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.
5-Sûrîyeyîyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.
6-Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.
7-Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.
8-Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.
Infowelat
————————————-
Foto: Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şara