Tîrola Başûr ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bin rêveberiya Awistiryayê hate veqetandin û di bin rejîma faşîst a Îtalyayê de rastî siyaseteke tund a asîmilasyonê hat, îro bi rêya sîstema “kotaya zimanî” û dabeşkirina erkê mînakeke serkeftî ya xwerêveberiya etnîkî ye. Herêm bi ragirtina 90%ê bacên xwe di budçeya navxweyî de bûye yek ji herêma herî dewlemend ên Ewrûpayê û bi reforma destûrî ya sala 2026an ku erkên wê hatin xurtkirin, nîşan dide ku otonomîya dînamîk û garantîkirî bingeha herî saxlem a aştî û aramîyê ye.
Di cîhana siyasî û dîplomatîk de, çareserkirina nakokiyên neteweyî, parastina kêmarên etnîkî û mîsogerkirina aramîya sînoran hema hema her dem bi şer, wêranî û guherandina bi darê zorê ya sînoran hatîye naskirin. Lêbelê di nava dilê Ewrûpayê de, tecrûbeya Tîrola Başûr (bi almanî: Südtirol, bi îtalyanî: Alto Adige) nîşan da ku nakokiyên kûr ên neteweyî û birînên dîrokî dikarin bi rêya dîplomasiyê, peymanên hiqûqî û xwerêveberiyeke berfireh veguherin mînakeke serkeftinê. Tîrola Başûr ku berê qada gengeşîyên sîyasî û pevçûnên etnîkî yên di di navbera Îtalya û Awistiryayê de bû, îro ne tenê herêmeke otonom e; ew yek ji herêmên herî dewlemend, aramtir û xwedî pîvanên bilind ên jiyanê ye li seranserî Yekîtiya Ewrûpayê.
Sebeba giringîya vê mînakê ev e ku otonomîya Tîrola Başûr ne sîstemeke statîk e an jî tenê li ser kaxezê ye. Ew modeleke dînamîk a “otonomiya asîmetrîk” e ku hêza xwe adaptebûna bi mercên nû re nîşan daye. Sîstema ku li vir hatîye avakirin, ji aliyekî ve mafên çandî û zimanî yên piranîya almanîaxêf û kêmara ladînî mîsoger dike, ji aliyê din ve jî hevsengiya siyasî û mafên civaka îtalyanîaxêf diparêze. Ji bo lêkolîner û analîstên siyasî, dosyeya Tîrola Başûr dersek kûr e di warê veguherandina nakokiyên etnîkî ber bi pêkvejîyana di nava aştîyê de.

RÊYA BER BI STATÛYÊ VE
Dîroka siyasî ya Tîrola Başûr di sala 1919an de piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bin ve guherî. Ev herêma ku bi sedsalan parçeyek Împeratoriya Awistirya-Macaristanê û xwedî nifûseke almanîaxêf bû, bi rêya Peymana Saint-Germain bêyî îradeya gelê herêmê ket bin serweriya Îtalyayê. Di rejîma faşîst a Benito Mussolini de, siyaseteke tund a “Îtalyanîzekirinê” hat meşandin; zimanê almanî di saziyan de hat qedexekirin û guherînên demografîk ên bi zorê hatin kirin. Vê serdemê birîneke kûr di bîra kolektîf a civakê de hişt.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji bo çareserkirina vê krizê, di sala 1946an de di navbera Îtalya û Awistiryayê de “Peymana Parîsê” (Gruber-De Gasperi) hat îmzekirin. Ev belgeyê yekem car garantîyeke navneteweyî da mafên çandî yên gelê herêmê. Lêbelê dewleta Îtalyayê di destpêkê de xwest vê statûyê lawaz bike. Tenê piştî têkoşîn û zextên siyasî yên salên 1960î û birina mijarê ber destê Yekîtiya Neteweyan (YE), di sala 1972an de “Statûya Duyemîn a Otonomiyê” ket merîyetê. Bi vê statûyê re, desthilateke berfireh a xwerêveberiyê û azadiya biryardarîyê ji bo Parêzgeha Bozenê (Tîrola Başûr ) hat pejirandin.
DABEŞKIRINA ERKAN Û KOTAYA ZIMANÎ (PROPORZ)
Bingeha herî xurt a aramîya siyasî û civakî li Tîrola Başûr li ser mîmariya qanûnî ya “Siyaseta Lihevkirinê” û “Kotaya Zimanî” (bi almanî: Proporz) hate avakirin. Li herêmê sê komên zimanî yên naskirî hene: Almanî (69,4%), Îtalyanî (26,1%) û ladînî (4,5%). Ji bo ku tu civak hîs neke ku ew tê paşguhkirin an binpêkirin, sîstemeke berfireh a dabeşkirina desthilatdariyê hatîye çêkirin.
Li gorî sîstema Kotaya Zimanî, di serjimarîya her 10 salan carekê de welatî beyan dikin ku ew aîdî kîjan koma zimanî ne. Li gorî encamên vê serjimarîyê:
Karûbarên sazîyên giştî: Hemû postên di saziyên dewletê, rêveberiya herêmî, nexweşxane û polîs de li gorî rêjeya nifûsa komên zimanî tên dabeşkirin.
Fonên giştî: Fonên giştî yên ji bo avahîsazîyê, çand û sporê bi heman rêjeya demografîk di navbera civakan de tên belavkirin.
Duzimanî û sêzimanî di qada kar de: Her kesê ku dixwaze di saziyên giştî û dewletê de bixebite, neçar e ku ezmûna fermî ya duzimanî (almanî û îtalyanî) û li herêmên ladînî sêzimanî derbas bike. Ev merc piştrast dike ku hemû welatî dikarin di hemû saziyan de bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê wergirin.
Di warê rêveberiya siyasî de, Parlamentoya Herêmî (Landtag) ji 35 endaman pêk tê. Hikumeta herêmî neçar e ku ji nûnerên komên zimanî yên cûda pêk bê. Eger serokê hikumeta herêmî ji civaka almanî be, cîgirê wî mecbûr e ji civaka îtalyanî be. Wekî din, qanûnên ku bandorê li ser mafên çandî û zimanî dikin, divê ji aliyê her komeke zimanî ve cuda bêne pejirandin. Ev modela dabeşkirina desthilatê rê li ber biryarên yekalî yên piranîyê girtiye û çanda lihevkirinê di navbera civakan de bi hêz kiriye.
MODELA FÎNANSÊ: XWESERÎYA DARAYÎ Û HÊZA ABORÎYÊ
Ji bilî mafên siyasî û zimanî, yek ji hîmên herî mezin ên serkeftina otonomiya Tîrola Başûr xweseriya darayî û serxwebûna budçeyê ye. Bêyî çavkaniyên aborî, otonomîya siyasî dikare li ser kaxezê bimîne; lê modela Tîrola Başûr vê pirsgirêkê bi rengekî serfiraz çareser kirîye.
Li gorî peymanên bi dewleta navendî ya Îtalyayê re, 90% ji hemû bacên ku li Tîrola Başûr tên berhevkirin (bacên li ser dahatê, bacên saziyan, baca nirxê zêdekirî û bacên sotemeniyê) di nava herêmê de dimînin û rasterast vedigerin ser budçeya hikumeta herêmî. Tenê 10%ê bacan diçe ji bo mesrefên giştî yên dewleta navendî. (ji bo parastin û siyaseta derve).
Bandora vê xweseriya darayî li ser performansa aborîyê û halxweşîya herêmê de berbiçav e. Tîrola Başûr bi Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) ku nêzîkî 30 mîlyar euroyî ye û bi GDP ya serê her kesî ku gihiştîye nêzîkî 60.000 euroyî, di nava hemû parêzgehên Îtalyayê de di rêza 1. de ye û di nava 244 herêmên YEyê de di rêza 13. de ye. Wekî din, budçeya hikumeta herêmî ya Bozenê ji bo sala 2026an gihiştîye asta rekorê ya 8,8 mîlyar euroyî. Ev derfetên mezin ên darayî dihêlin ku herêm bixwe çavkanîyên herî mezin ji bo tenduristî, perwerde û binesaziyê veqetîne.Îro Tîrola Başûr xwedî rêjeya herî nizm a bêkariyê ye di nava Îtalyayê de (di bin 3% de)ye û aboriya bihêz baweriya civakê bi sîstema otonomîyê zêdetir kiriye.
Ev azadiya darayî dihêle ku rêveberiya Bozenê budçe xwe û çavkaniyên xwe di van qadan de bi kar bîne:
Perwerde û lêkolîn: Avakirina dibistanên modern ên bi zimanê dayikê û piştgirîdayîna Zanîngeha Bozenê ku saziyeke sêzimanî ye.
Binesazî û hatûçûn: Avakirina tora hatûçûna giştî ya herî pêşketî, tunel, rêyên hesinî û desteka ji bo tora înternetê ya bilez li gundên çiyayî.
Tûrîzm û çandinî: Desteka ji bo çandinîya çiyayî û organîk, parastina xwezaya Çiyayên Alp û afirandina tora tûrîzmê ku salane bi mîlyonan tûrîst dikişîne herêmê.
STATUYA NAVNETEWEYÎ, GEŞEDANÊN AKTUEL Û REFORMA DESTÛRÎ YA 2026AN
Wekî mînaka Giravên Alandê, garantîya navneteweyî rê li ber dewletê digire ku statuya Tîrola Başûr bi awayekî yekalî biguherînin. Awistirya di peymanên navneteweyî de wekî “Dewleta Parastvan” (Schutzmacht) a civaka almanîaxêf a Tîrola Başûr hatîye naskirin. Ev rol mafê hiqûqî dide Awistiryayê ku li hember her cûre geşedan an binpêkirinên statûya otonomîyê helwest bigire û mijarê bîne qada navneteweyî.
Lêbelê di bîst salên dawî de, bi taybetî piştî reforma destûrî ya sala 2001an û hin biryarên piştre yên Dadgeha Destûrî, siyaseta navendîparêz a Romayê dest bi kêmkirina hin erkên herêman kir. Erkên di navbera navend û herêman de hevpar dihatin bi kar anîn, bûn sedem ku Roma midaxaleyê qadên îdarî û qanûndanînê yên Tîrola Başûr bike. Vê rewşê di navbera Hikumeta herêmî ya Tîrola Başûr û hikumeta navendî de bû sebeba alozîyê û xetereya lawazkirina otonomîyê anî rojevê.
Reforma Autonomiyê ya Sala 2026an
Ji bo parastin û vegereandina erkên windabûyî, pêvajoyeke dirêj a muzakereyê di navbera serokê hikumeta herêmî ya Tîrola Başûr Arno Kompatscher û serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni de dest pê kir. Vê pêvajoyê di bihara sala 2026an de gihişt encameke dîrokî.
Di 13ê gulana 2026an de, Senatoya Îtalyayê piştî pejirandina Parlamentoyê, Reforma Destûrî ya Statûya Otonomîya Tîrola Başûr bi piranîya dengan (129 dengên “erê”) pejirand. Ev reforma ku di 23ê hezîrena 2026an de bi fermî ket merîyetê, wekî gaveke dîrokî hat nirxandin.
Xalên sereke yên Reforma 2026an ev in:
- Vegerandina erkên winda:Hemû erk û desthilatên qanûndanînê yê ku ji sala 2001an vir ve ji aliyê Romayê ve hatibûn bisînor kirin, bi tevahî dikevin destên Parlamentoya Tîrola Başûr (Landtag).
- Kêmkirina destwerdana Navendî:Astengiya bi navê “rêgezên sereke yên reformên aborî û civakî” ku Romê wek mehaneyek ji bo destwerdanê di karûbarên herêmê de bi kar tîna, hat betalkirin.
- Qadên nû yênqanûndanînê : Desthilata herêmê di qadên wekî parastina jîngehê, birêvebirina deverên gundewar û heywanên kovî, bazirganî û xizmeta sergo û vezîvirandinê wê de berfireh bûn.
- Pêşwaziya navneteweyî:Hikumeta Awistiryayê reforma 2026an wekî “pêngaveke dîrokî ji bo garantîkirin û zexmkirina modela otonomiya Tîrola Başûrê” bi germî pêşwazî kir.
Wekî din, bi tevlîbûna Îtalya û Awistiryayê di nav Yekîtiya Ewrûpayê û Sîstema Schengenê de, sînorên berê yên siyasî li Tîrolê hema hema bêbandor bûne. Herêma Euregio (Europaregion Tirol-Südtirol-Trentino) mînaka hevkariya herêmî ya bê sînor e ku sînorên siyasî yên kevin derbas dike.
ENCAM Û PERSPEKTÎF: DERSÊN TÎROLA BAŞÛR
Ezmûna sedsalî ya Tîrola Başûr û bi taybetî Reforma Statûyê ya 2026an îspat dike ku otonomî pêvajoyeke zindî û dînamîk e. Herwiha, pêvajoya dawî baş fam dibe ku statu ne tenê mijareke dîrokê ye lê divê li hember hewldanên navendîparêz her dem bê parastin û nûkirin. Modela Tîrola Başûr nîşan da ku garantîkirina nasnameyê, xweseriya darayî û dabeşkirina adil a desthilatdariyê ne sedema lawazbûn an perçebûna dewletê ye; berevajî wê, ew bingeha herî saxlem a aramî, dewlemendî û pêkvejiyana komên etnîk û zimanî ne.
Ji bo dozên neteweyî yên cîhanê Tîrola Başûr mînakeke kûr a van sê pênaseyan e:
- Garantî û dînamîzma hiqûqî:Statûya otonomiyê ne tenê bi qanûnên hundir, lê bi peymanên navneteweyî tê mîsogerkirin. Kapasîteya ji bo nûvekirina qanûnan (mîna Reforma 2026an) rê li ber hilweşîna mafan digire.
- Dabeşkirina adil a çavkaniyan (90%baca herêmî):Xwerêveberî bêyî desthilata aborî kêm dimîne. Erka berhevkirin û xerçkirina bacan li herêmê, bingeheke aborîyê ya pêwîst ji bo biryarên siyasî û jiyana civakî aborîyê.
- Mekanîzmayên lihevkirinê û kotayên zimanî:Di civakên pir-etnîkî de, li cihê sîstema “serkeftina piranîyê”, sîstema nûnertiya hemû civakan û parastina mafên kêmaran rê li ber dîktatorî û alozîyên navxweyî digire.
Foto: Dolomites/Nick Savchenko/ CC BY-SA 2.0
Ev dosyeya ku cara yekem di sala 2019de hatibû weşandin, di tebaxa 2026an de bi daneyên nû hate berfirehkirin.
Tîma Lêkolînê ya Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat