Herêmên Îtalyayê daxwaza erkên nû kirin

Herêmên li bakurê Îtalyayê doza berfirehkirina otonomîyê dikin.

Veneto, Lombardîya, Pîemonte û Lîgûrîya ji dewletê daxwaza erkên nû kirin.

Herêmên li bakurê Îtalyayê doza berfirehkirina otonomîyê dikin.

Veneto, Lombardîya, Pîemonte û Lîgûrîya ji dewletê daxwaza erkên nû kirin.

Hikumetên her çar herêman dîyar dikin, divê ji bo dayîna erkan Asta Performansa Bingehîn (NEP) li ber çav neyê girtin.

Çav li rêye, hevdîtinên li ser vê mijarê yên bi hikumeta navendî re di meha îlonê de dest pê bikin.

Roberto Calderoli ku wezîrê otonomîyê ye wê di hevdîtinan de hikumetê temsîl bike.

Hêjayî gotinê ye, piranî herêmên ji alîyê partîyên navendîparêz ve tên birêvebirin daxwaza berfirehkirina otonomîyê dikin.

Daxwaza otonomîyê li bakur xurt e 

Herî zêde Lombardîya, Pîemonte û Liguria dixwazin erkên nû bi dest bixin.

Lombardîya di 9 mijaran de û Pîemonte û Liguria jî di 6 mijaran de daxwaza erkan dikin.

Li alîyekî din, jî herêmên ji alîyê partîyên navendîparêz tên birêvebirin ji bo betalkirina Qanûna Calderoli daxwaza referandûmê dikin.

Qanûna Calderoli ji bo kontrolkirina bacê erkên herêman berfireh dike.

Ev jî bi kêrî herêmên dewlemend ên li bakurê Îtalyayê tê.

Herêmên otonom ên Îtalyayê/Wikipedia

Herêmên li başûrê Îtalyayê di wê bawerîyê de ne, bi vê qanûnê cudahîya aborî ya di navbera bakur û başûr de zêde dibe.

20 herêmên otonom

Îtalya xwedî sîstemeke otonomîyê ye û ji 20 herêman pêk tê.

Hin ji herêman ji ber sebebên etnîk, zimanî an cografîk xwedî statuyeke taybet a otonomîyê ne.

Herêmên bi vî rengî ev in: Trentino-Tîrola Başûr, Frîulî-Venezîa-Gîulîa, Aosta, Sîcîlya û Sardînya.

———————

Foto: Ala Îtalyayê

Infowelat

Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …