Hejmara 32. a Kurdistanê hat weşandin

Rêzenivîsa danasîna Konfederasyona Swîsreyê bi Kantona Neuchatelê berdewam dike. Kurtedîrok, demografî, ziman, aborî û erkên kantonê naveroka vê dosyeyê pêk tînin.

Hejmara 32. Kurdistanê bi giranî ji geşedanên li cîhanê û danasîna sîstema federalîya Swîsreyê pêk tê. Encamên hilbijartinên Moldovayê, tundbûna polîtîkaya Almanyayê ya di meseleya penaberîyê de û pêkhatina Almanyaya yekgirtî ya di sala 1990an de nivîsên beşa cîhanê ne. Di beşa Kurdistanê de nivîseke li ser salvegera damezrandina NÇMê cî girtîye.

Rêzenivîsa danasîna Konfederasyona Swîsreyê bi Kantona Neuchatelê berdewam dike. Kurtedîrok, demografî, ziman, aborî û erkên kantonê naveroka vê dosyeyê pêk tînin. Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji 10 rûpelan pêk tê.

Nivîsên e-kovarê

NÇM 34 sal berê hat damezrandin
Moldova ji Rûsyayê re got “Na”
Almanya lezê dide polîtîkaya dersînorkirinê
Yekitîya Almanyayê di 1990î pêk hat
Komar û Kantona Neuchatelê

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şoreşa Meksîkayê bû 115 salî

Nuqteyên giring  Şoreşa Meksîkayê 115 sal berê li hember dîktatorîyê pêk hat. Tevlî xebat û …