LEWerger gihîşt hejmara 10.

Hejmara dawî ya LEWergerê ji bo mehên îlon, çirîya pêşîn, çirîya paşîn û kanûna pêşîn e.

Helbestên li ser evînê di vê hejmarê de balê dikişînin ser xwe.

Kovara wergera kurdî  LEWerger gihîşt hejmara xwe ya 10.

Hejmara dawî ji bo mehên îlon, çirîya pêşîn, çirîya paşîn û kanûna pêşîn e.

Helbestên li ser evînê di vê hejmarê de balê dikişînin ser xwe.

Temaya evînê di nivîsa edîtorîyal de wiha cî digire:

“Hesta eşqê her û her ji însan re cazîb hatiye û vê hestê seraqet karîbûye zora hemû tiştên mayî bibe. Helbet qest ji eşqê ne tenê ew eşq e ku ji bo jinekê yan mêrekî tê hestkirin lê ‘eşqeke tevahî’ye. Ev dibe li hemberî xwedê, yan xwezayê, hunerê, welêt an jî bireserekê û hwd be. Lê gava em helbestên eşqê dixwînin, em dibînin ku ew bêtir ji bo jinekê yan mêrekî hatine nivîsandin. Ji mînakên cihanê em dibînin ku dema helbestkar dibe dildarekî baş pê re li xwe divarqile û helbestên baştir dinivîsîne; çiku dema digihêjê wê asta herî jor a eşqê, qabîliyeta wî ya nivîsandinê jî zêdetir dibe.”

Hin helbestvan û nivîskarên ku berhemên wan di hejmara 10. de hatine weşandin ev in:

Aleksandr Blok, Lord Byron heta Peyo Yavorov, Paul Celan, Emily Dickinson, Mahmûd Derwîş; ji Rose Auslander, Nima Yushij, Nizar Qabbani, heta Sediyê Şîrazî, Resûl Hemzatov, Jan Wagner, Seyid Elî Salihî, Ahmed Shamlou, Josê Agustîn Goytisolo, Rapayel Patkanyan helbestên bi dehan nivîskarên dinyayê têde cih girtine.

Kovara LEWergerê ji sala 2022an û vir ve weşana xwe didomîne.

Zimanên kovarê kurmancî, zazakî û soranî ye lê herî zêde werger bi kurmancî tên weşandin.

Edîtorên kovarê Yeqîn h., Miradê Miradan û Berfîn Huseynî ye.

Helbesteke Lord Byron a ji bo vê hejmarê hatîye wergerandin.

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdî li Enqereyê qedexe ye

Êrişeke din a li dijî kurdî li Parlamentoya Tirkîyeyê pêk hat. Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş …