Kurdî li Enqereyê qedexe ye

Êrişeke din a li dijî kurdî li Parlamentoya Tirkîyeyê pêk hat.

Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş destûr neda dayikên kurd di 5. civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de bi kurdî biaxivin.

Dewleta tirk bêtehamûlîya xwe ya li hemberî zimanê kurdî didomîne.

Polîtîkaya înkar û pêşîgirtina li kurdî vê carê di civîna komîsyona parlamentoyê -de derket holê.

Komîsyona qaşo ji bo çareserkirina meseleya kurd hatîye damezrandin, nehişt beşdarên civînê bi kurdî biaxivin.

Êrişa li dijî kurdî di 5. civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de pêk hat.

Dayikên Şemiyê, Dayikên Şemîyê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Wakfa Tahîr Elçî û Komeleya Hevgirtina Mazlûman (Mazlûm-Der) tevlî civînê bûn.

Civîna di 20û tebaxê de hat lidarxistin bi axaftina Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş dest pê kir.

Dema dor hat ser wan, Dayikên Aştiyê xwestin xwe bi kurdî biaxivin.

Di serî de dayika Aştiyê Nezahat Teke axivî. Nezahat Teke got, eger ew bi kurdî biaxivê wê xwe baştir îfade bike.

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bi hinceta ku “Di rêziknameya parlamentoyê de ji bilî tirkî axaftin qedexeye” destûr neda axaftina bi kurdî.

Bi dûv midaxaleyê re Nezahat Teke bi tirkî axaftina xwe wiha dom kir:

“Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman. Lê heta ku têr kir ez ê bêjim. Lê ez Kurd im û êşên ku min kişandin Kurdî bûn. Jiyana min jî Kurdî ye. Dema komîsyon ava bû em hevîdar bûn. Ji komisyonê bendewariya me ew ê ku dewlet gavên şenber baveje. Divê Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehe derkeve û rastê rast piştgiriya pêvajoyê bike. Dibêjin bila çekan berdin. Lê divê dewlet jî gavên şenber baveje. Em pir mirin. Yên ku pir mirin aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Keça min li dijî tecride agir berda xwe. Dema qala tecride dibê pir ditirsim. Behna porê keça min ê şewitî tê bîra min. Dilê me şewitî bila yê tu dayikan neşewite. Min salekê cezayê girtîgeha malê girt. Madem şer tune ye çima mirov dimirin. Hê jî em bi dengê balafirên şer şiyar dibin. Madem Komîsyon heye, madem pêvajo heye wê demê bila ew şer raweste. Heke yên ku çek berdan werin vir û bi cezayê muebetê bên darizandin, dê çawa yên din îkna bibin. Em dayik dixwazin rûpeleke nû vêbikin. Bila tu dayik negrîn. Ez bi tirkî nikarim biaxivim. Min li vir nekarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivim ji ber wê jî pir şikestim.”

Bi dawîyê de, dema dor hat ser wê, Dayika Aştiyê Rabia Kiran bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Lêbelê ew jî ji ber mudaxaleyê bi tirkî axivî.

Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê Numan Kurtulmuş axaftina kurdî asteng kir.

Kiran van gotinan kir:

“Eger ez bi kurdî axivîbûma min ê xwe baştir îfade kiriba. Gel li pişt banga birêz Abdullah Ocalan e. Banga me ji dayikên polis û lêşkeran e. Dibêjin bila welat sax bibe. Lê heke me destê hev bigirta hem welat û hem jî zarokên me wê sax bibûna. Dibêjin bila Gerîla çekên xwe deynin û werin Tirkiyeyê. Bi çi şertî wê werin? Ku bên Tirkiye dê cezayê muebetê bidin. Aştî wisa nabe. Bila ew jî werin siyasetê bikin. Bila çapemenî vî zimanê xwe berde. Madem aştî wê bibe vî zimanî berdin ku em bikarin li hev werin. Em dayikên gerîla û lêşkeran derde hev dizanin. Tu kes bi kuştin û girtinê nikarê bigihîje cihekî.”

DEM Partî reaksîyon nîşan da

Êrişa li hemberî zimanê kurdî ya di komîsyona parlamentoya tirk de rastî reaksîyonan hat.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nerazîbûna xwe di daxuyanîyeke çapemenîyê de ragihand.

Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan meseleyê di daxuyanîya xwe de nirxand.

Dogan derbarê bûyera di komîsyona parlamentoyê de wiha axivî:

“Di civîna komîsyona dawî de, pirsgirêka axaftina bi kurdî rasterast derkete holê. Nezahat Teke, jineke ku keça xwe ya 19 salî di xwepêşandanekê de winda kiriye, xwest bi kurdî biaxive. Lê serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş hişyarî da ku divê bi Tirkî biaxive. Endamên me yên DEM Partiyê xwestin wergerê bikin, lê ev jî nehat qebûlkirin. Nezahat Teke got, ‘Em di sedsala 21’an de ne, lê ez nikarim bi kurdî xwe îfade bikim. Ev yek pir êşandim û dilşikim’. Ev rewş yek ji lingên vê pirsgirêkê ye: axaftina bi zimanê dayikê, pejirandina nasnameyê û neyê înkarkirin. Divê destura axaftina bi kurdî bihata dayîn. Em wekî DEM Partî, qedexeya axaftina bi kurdî şermezar dikin. Ev yek ne tenê pirsgirêka Nezahat Teke ye, lê pirsgirêka bi mîlyonan kesan e ku bi zimanê xwe yê dayikê nikarin xwe îfade bikin. Komîsyon divê di vê mijarê de berpirsiyariyê nîşan bide û zimanê kurdî wekî zimanekî fermî qebûl bike. Ev yek gaveke bingehîn e ji bo aştî û demokrasiyê.”

Daxuyanîya Dayikên Aştîyê ya li Amedê

Bêyî azadîya ziman aştî pêk nayê

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê jî di daxuyanîya xwe ya di 22yê tebaxê de reaksîyon nîşanî helwesta komîsyona parlamentoyê da.

Dayîka Aştîyê Nezahat Teke di daxuyanîyê de bal kişand ser pêşîgirtina kurdî ya di komîsyonê de û wiha axivî:

“Me dixwest bila tevahî dayîk werin li vir. Em gelek bi kefxweşî çûn komîsyonê. Dema em çûn komîsyonê gotin ‘Hûn nikarin bi kurdî biaxivin. Ez dayîkeke kurd im. Ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Mirovakî-e nekare bi kurdî biaxivê dê aştî çawa pêk were. Dema zimanê kurdî were qedexekirin em ê çawa di nava aştiyê de cih bigirin. Ez neçûme dibistanê. Tirkiya min tune ye. Lê dîsa jî nehiştin bi kurdî biaxivim. Eger îro meclîsê komîsyon hatiye avakirin, şande diçe Îmraliyê divê birêz Abdullah Ocalan jî were meclîsê ji bo aştiye. Eger di nava pêvajoyê de zimanê min were qedexekirin hebûna min jî tê qedexekirin. Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim. Îro di nava meclisê de zimanê me hatin qedexekirin. Em li vir dilsoz in . Divê ev jî dilsoz nêzîkî me bibin. Ez ê çawa çareseriyê ji wan bixwazim. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”

Infowelat

Foto: Fotoyê sereke: Dayikên Aştîyê yên beşdarî civîna komîsyona parlamentoya tirk bûne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …