Arşîvên Tag: galîsya

Galîsî bikin zimanê Yekitiya Ewrûpayê

30 nûnerên zimanê Galîsî bi bangeke di 9’ê Mijdarê de tevlî vê proseyê bûn. Pêşengiya banga saziyên ziman ji aliyê Ofîsa Normalîzasyona Ziman (MESA) ve hat kirin. Di belgeyê de bang li Yekitiya Ewrûpayê hat kirin, Galîsî bike zimanê fermî yê Yekitiya Ewrûpayê. Yekitiya Ewrûpayê ji bo fermîbûna zimanên Katalanî, …

Bêtir »

Partiyên herêmî bûn xwediyê 38 wekîlên Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin. 37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin. Hilbijartinên giştî yên Îspanyayê îsal ji bo partiyên li herêmên xweser encamekî cihê bi xwe re anî. …

Bêtir »

Roja Neteweyî ya Galîsyayê hate pîrozkirin

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Neteweyî hate pîrozkirin. Bi hezaran welatparêzên ji çaraliyê Galîsyayê tevlî çalakiyê mezin a li paytexta Galîsyayê bûn. Lê digel damezrandina Herêma Xweser a Galîsyayê, Îspanya heta 1984’an destûrê neda ev roj bê pîrozkirin. Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê …

Bêtir »

Li Ewrûpayê paradîplomasî

Weqfa Coppitiers di lêkolîna xwe ya dawî de bi riya çar mînakan meseleya paradîplomasiyê bêtir ronî dike. Ev saziya li Belçîkayê, di vê xebatê de dîplomasiya herêmên Ewrûpayê ji xwe re kiriye mijar. Sernivîsa bi navê Li Ewrûpayê Paradîplomasî li ser dîplomasiya herêmên Galîsya (Îspanya), Aland (Swêd), Flander (Belçîka) û …

Bêtir »

Li Îspanyayê civîna Forûma Serweriya Neteweyî

Forûma Serweriya Neteweyî di 2019’an de ji aliyê 16 rêxistinên polîtîk, çandî û sendîkayan ku hemû jî çepgirin hate damezrandin. Armanca forûmê li hember otorîterîzma dewletê pêşxistina rêûrêbazên berxwedana neteweyî ya li Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê ye. Li Îspanya endamên Forûma Serweriya Neteweyî di civîneke din de hatin cem. …

Bêtir »

Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …

Bêtir »

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »

Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

      Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …

Bêtir »