Galîsya banga ji bo parastina ziman kir

Li herêma Galîsyayê ya li Îspanyayê çalakîyeke mezin a ji bo zimanê galîsî hat lidarxistin.

Pêşengîya çalakîyê ji alîyê platforma ziman Queremos Galego (Em galîsî dixwazin) ve hat kirin.

Ji bo bêkerîya Plana Giştî ya Zimanî ya Normalkirina Ziman hukumeta otonom hat şermezar kirin.

Li herêma Galîsyayê ya li Îspanyayê çalakîyeke mezin a ji bo zimanê galîsî hat lidarxistin.

Navenda vê çalakîyê paytexta Herêma Otonom a Galîsyayê Santiago de Compotela bû.

Bi hezaran aktîvîstên  ziman bi dirûşmeya “Galego Vivo Galiza viva”meşîyan.

Çalakî ji alîyê platforma ziman Queremos Galego (Em galîsî dixwazin) ve hat lidarxistin û 500 saziyên civakî û çandî tevlî çalakîyê bûn.

Serokê Mesayê (Sazîya Normalkirina Ziman) û berdevkê platforma Queremos Galegoyê Marcos Maceira di çalakîyê de axaftinekê kir.

Maceira ji bo bêkerîya Plana Giştî ya Zimanî ya Normalkirina Ziman hukumeta otonom şermezar kir.

Maceira got, sal bi sal kêmtir kes bi zimanê galîsî diaxivin û loma divê “rewşa awarte ya ziman” bê ragihandin.

Di dawîya axaftina xwe de aktîvîstê ziman ji bo parastina galîsî îşaretê bi “tifaqa berfireh a ji bo galîsî” kir.

Zimanê galîsî

Galîsî ku ji li Galîsyayê  “Galego” tê pênasekirin, zimanekî nêzîkî Portûgalî ye.

Heta sedsala 13. portûgalî û galîsî yek ziman bûn e paşê ji ber sebebên dîrokî û siyasî Portûgaliya li herêmê veguherî ye galîsî.

Li gorî daneyên berê yên Herêma Otonom  a Galîsyayê, ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn 2.2 milyon kes dikaribû bi zimanê Galîsî diaxivîn.

Galîsya herêmeka otonom a li bakurêrojavayê Îspanyayê ye/Pequeocio.com

Saziya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) di sala 2021an de ragihand, êdî li  Galîsyayê herî zêde îspanyolî tê axaftin.

——————————–

Foto: Çalakîya Queremos Galego ya li Compostelayê/X.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …