Enstîtuya Kurdî ya Lozanê pêşengî ji komxebatekê re kir ku di 26 tîrmehê de li Château d’Ouchy (Keleya Ouchyê) ya li bajarê Lozanê hat lidarxistin. Di dawiya komxebatê de deklarasyonek hat eşkerekirin ku tê de îşaret bi mafê self-determînasyonê ya kurdan hat kirin. Bajarê Lozanê îsal di 102. salvegera parçebûna …
Bêtir »Hejmara 27. a Kurdistanê hat weşandin.
Axaftina serokê Tirkîyeyê Erdogan û hişyarîyên sîyasetmedarê swîsreyî Paganî ya derbarê helwesta dewleta tirk a di vê proseyê de di nivîsên giring in ku divê bi baldarî bên xwendin. Hejmara 27. a Kurdistanê hat weşandin. Geşedanên bi proseya dawî ya di navbera Tirkîye-PKKê de temaya sereke ya e-kovarê ye. Axaftina …
Bêtir »Gunay Aslan: Meseleya kurdan neteweyî ye
Rojnameger Gunay Aslan di hevpeyvîna xwe ya di Rûdaw TVyê de got, “Meseleya kurdan neteweyî ye, ne meseleyeke întegrasyonê ye.” Rojnameger Gunay Aslan bû mêvanê di bernameya Rûdawê de pirsên Hêvîdar Zana bersivandin. Bêçekbûna PKKê û rêbazên dewleta tirk a ji bo meseleya kurd mijarên hevpeyvînê bûn. Gunay Aslan got, …
Bêtir »KNK: Siberoja kurdan wê bi stratejiyek hevbeş bê avakirin
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di salvegera 102yemîn a Peymana Lozanê de banga yekîtiya neteweyî li hemû partî, sazî û kurdistaniyan kir û got, “Werin em hemû di konferanseke neteweyî de bibin yek û stratejiyeke hevpar ava bikin.” Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamuş di salvegera 102yemîn a Peymana Lozanê de banga yekîtiya …
Bêtir »Kurdan parçebûna welatê xwe protesto kirin
Kurdistanî 102. a salvegera wê de bi meşeke girseyî Peymana Lozanê protesto kirin. Girse li Qada Jean-Monnet kom bû û heta Château d’Ouchy ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, meşiya. KNKê li qada mîtîngê danezana 102. salvegera Peymana Lozanê ragihand. Kurdistanî 102. a salvegera wê de bi meşeke girseyî Peymana Lozanê protesto kirin. …
Bêtir »Kurdistan û Iraq ji bo dayîna meaşan li hev kirin
Iraqê ragihand, heta ku hikûmeta başûrê Kurdistanê dahatên petrolê neşînin Bexdayê wê meaşên karmendan nedin. Hikumeta başûrê Kurdistanê divê salê 120 milyar dînar ji Iraqê werbigire. Paşê, Hewlêr daxwaza Iraqê pêk anî meseleyeya meaşan çareser bû. Li başûrê Kurdistanê ev sê meh in heqdestên mamûrên dixebitin nayê dayîn. Li Silêmanî û Helepçeyê xebatkarên saziyên gelemperî …
Bêtir »Dûran Kalkan: Întegrasyon ne asîmîlasyon e
Di întegrasyonde ev tune ne; Redkirina hevdu tune ye, li ser hev serweriyê kirin tune ye, asîmîlasyon tune ye. Hinek gelek bi asîmîlasyonê re tevlîhev dikin. Asîmîlasyon tiştekî cuda ye. Entegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye. Dûran Kalkan ku yek ji damezrînerê …
Bêtir »Komkujiya Zîlanê: Rûyê hovîtîya jibîrnebûyî
Welat Ayaz “Dema ku leşker gihîştin, diya min me di firinê de veşart. Me dengê guleyekê bihîst û dû re birayê min ket. Ez tînim bîra xwe ku diya min çavên min bi destên xwe girtin, da ku ez negirîm. Lê ew dest dilerizîn û sar bûn. Êdî diya min …
Bêtir »PDK û YNK hevkarîyê xurt dikin
Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li Pîrmamê hevdîtineke giring kirin. Mijara sereke ya rojeva civînê, nedayîna mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû. Her du partîyên sereke yên başûrê Kurdistanê hewl didin meseleyên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya …
Bêtir »43 berê ji bo Kurdistanê canê xwe dan
Girtiyên PKKê 43 sal berê di oxira Kurdistaneke azad û serbixwe de li Girtîgeha Amedê canê xwe dan. Di ser berxwedana rociya mirinê ya Girtîgeha Amedê re 43 sal derbas bûn. Di rociya mirinê ya Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya di 1982an de çar endamên Komîteya Navendî ya PKKê Mehmet …
Bêtir »Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê
”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê qabûl nake. Min wa tişta pê re got. Wî got, ‘Esla go ez qebûl nakim’. Mehmet Ocalan di bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê de ku di 12ê tîrmehê de hat weşandin, li ser hevdîtina …
Bêtir »Havîna 2025an: Xatirxwestina ji çekan û destpêkek nû
Welat Ayaz Pêvajoya çekdanînê bi merasîmeke sembolîk li ser xaka Silêmaniyê pêk hat. Ev merasîm li Ranyayê, berevajî ezmûnên pêvajoya aştiyê yên berê, bi baldarî, kontrol û çavdêriya piralîtir hate lidarxistin. Havîna 2025an serdemeke ku rastiyeke ku bi salan di siyaseta Tirkiyeyê de hatibû tepeserkirin, dibe ku vê carê bi …
Bêtir »Besê Hozat: Me ji bo çareserîya sîyasî gav avêt
“Ji bo tevgereke ku banga siyaseta demokratîk dike, çek êdî ne asteng in. Em dixwazin van astengiyan bi cidîyet û berpirsyariyê rakin.” Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat ku pêşengî ji merasîma çekdanînê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat kir, têkildarî merasîmê ji Numedya24 …
Bêtir »L’Express: Çekberdan nuqteyeke jêneveger e
“Dîrokzan Boris Jamesê li ser kurdan dixebite, qala tunebûna alîyekî sêyemîn dike ku bikaribe yekparebûna prosesê garantî bike. Bi ya wî, bihevnebawerbûneke gelek xurt di navbera PKKê û dewleta tirk de heye; dewlet kêm garantîyan daye şervanên kurd ku niha soza efûyê ji bo wan nehatîye dayîn.” Kovara heftane ya …
Bêtir »Kurd destekê didin çekberdanê lê fikar dom dikin
DW: “Heta niha hikumet ka wê di berdêla çekberdanê de çi gav bajêve, tu sozên xwe ji raya giştî re eşkere nekirine. Di heman demê de ne dîyare ka wê hewldanên aştîyê çi bide kêmara kurd a li Tirkîyeyê. Televîzyona navneteweyî ya Almanyayê DW li ser meseleya çekberdana PKKê vîdyo-nûçeyek …
Bêtir »Merasîma sembolîk a çekberdanê hat lidarxistin
30 gerîlayên HPGê bi merasîmekê çekên xwe îmha kirin. Merasîma bi rojan raya giştî li bende bû, li devereke başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Merasîma çekberdanê ya komeke gerîlayên HPGê hat lidarxistin. Bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk 15 jê jin 15 jî mêr, 30 gerîla çekên xwe îmha kirin. Merasîma …
Bêtir »DW: Çima PKKê tercîh kir dawî li têkoşîna çekdarî bîne?
Analîsta Tirkîyeyê Asli Aydintaşbaş ku li Enstîtuya Brooklynê xebatê dike, tevlî bernameyê DWyê bû. Aydintaşbaş çekberdana PKKê wekî “bûyereke sereke ya jeopolîtîk” pênase kir û got, “ku Tirkîye meseleyên nava mala xwe çareser neke wê meseleya kurd bibe lawazîyeke mayînde ji bo wê.” Kanala televîzyonê ya navneteweyî ya alman DW …
Bêtir »France 24: Şervanên PKKê wê li Kurdistana Iraqê çekan deynin
“Merasîma çekberdanê nuqteyeke pir giring e ji bo veguheztina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) a ji serhildana çekdarî ber bi polîtîkaya demokratîk. Ev yek, parçeyeke hewldanek berfirehtir e ku armanca wê bidawîkirina yek ji alozîya herî dirêj a li herêmê ye.” France 24 nûçeyek bi sernivîsa “Şervanên PKKê wê bi merasîmeke …
Bêtir »Li Peyasê atolyeya wekheviya zayendî hat lidarxistin
Li Beledîyeya Peyasê atolyeyeke girîng a bi armanca bilindkirina hişmendiya jinan li ser wekheviya zayendî hate lidarxistin. Di vê atolyeyê de, beşdaran ne tenê zanyariyên teorîk wergirtin, her wiha serpêhatiyên xwe yên jiyanî jî parve kirin û di pêvajoyeke kûr a hişmendiyê de nîqaşên berfireh kirin. Di çarçoveya “Bernameya Perwerdehiya …
Bêtir »Berxwedana li qeraxên Çemê Dîcleyê
Welat Ayaz Serhildana Şêx Seîd di bîra gelê kurd de wekî yek ji serhildanên mezin ên ji bo azadîyê cî digire. Her çend ji hêla îdeolojîk ve bêtir olî û kevneşopî be jî, tevgerên kurd ên nûjen vê serhildanê wekî qonaxeke dîrokî dibînin. Serhildana Şêx Seîd a 1925an ne tenê …
Bêtir »Talana li Çîyayê Gabarê giran dibe
Armanca sereke ya talana li Çiyayê Gabarê hewldanên zêdekirina hilberîna petrolê ye. Dewleta tirk di 2023an de li çiyê petrol kişf kir û bi lez dest bi amadekarîyên petrolê kir. Niha li deverên cuda yên Gabarê, 97 bîr rojane 80,000 bermîl petrol hildiberînin. Dewlet dixwaze hilberîna li Çiyayê Gabarê rojane derxe 100,000 …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat