Rojava du parêzgehan radestî Şamê kir

Rojavayê Kurdistanê hemû herêmên ereb lê dijîn radestî rejîma Şamê kirin. Tebqa, Reqa û Dêrazor tevlî bendavên elektrîkê û qadên petrolê ketin bin kontrola hêzên Şamê û paraîmîlîterên ereb. Hat ragihandin, di navbera Şam ê Rojava de peymanekê hatîye îmzekirin.

Alozîya li Helebê dest pê kir, belavî herêmên di destên Roava de dibe. Artêş û hêzên paramîlîter ên rejîma Şamê Rojhilatê Çemê Firatê derbas kirin. Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bêyî ku şer bike, ji herêmeke berfireh vekişîya.

Bûyerên dawî yên wekî serkeftineke rejîma îslamîstên li Şamê xuya dike, du roj berê dest pê kirin. Şemîyê hêzên rêveberîya El-Şara dest ber bi erdên di destên Rojavayê ve kişîyan. Roja yekşemê hêzên Şamê tevlî mîlîsên ereb ên herêmî ketin Tebqa, Reqa û Dêrazorê. Hêzên ereb di heman demê de li Parêzgeha Hesekê jî cî bi cî pêş ve çûn. Bi vê encamê, hemû erdên parêzgehên Reqa û Dêrazorê ket bin kontrola Şamê.

Yek ji destkeftinên hêzên ereb li rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Qadên petrolê El-Omar, El-Tanak û Conoco ketin bin kontrola hêzên ereb. Yekîyên rejîma Şamê di heman demê de her du bendevanên hîdroelektrîkê yên li ser Çemê Firatê jî kontrol kirin. Her du bendav dikare 900 megawatt elektrîkê hilberîne.

Peymana Rojava-Şamê

Lîderê rejîma Şamê El-Şara piştî pêşveçûna hêzên xwe daxuyaniyekê da. El-Şara got Şam û Rojava bi peymanekê dawî li şerê alozîya dawî anî ne. Xalên peymana ji alîyê lîderê Şamê ve hat ragihandin, kontrola li ser qadên petrol û gazê, sînorên navneteweyî û tevlîbûna HSDê a Artêşa Sûrîyeyê dihewîne.

Peyman ji alîyê lîderê HSDê Mezlûm Ebdî ve jî hat piştrastkirin. Ebdî got, “HSD ji bo vî şerî bisekinîne ji Dêrazor û Reqayê vekişîya ye.”. Herwiha lîderê kurd got, bi mebesta li ser peyman gotûbêjeke berfireh bike, wê roja duşemê biçe Şamê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Însîyatîfa “Bargeld” frankê Swîsreyê diparêze

Cengiz Demirtaş  Tevgera Azadîyê ya Swîsreyê (FBS) ji bo parastina pereyên naqid kampanya da destpêkirin. …