Bulten

Înfo Welat Bulten

Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …

Bêtir »

Almanya Holodomorê wekî jenosîd nas kir

Almanyayê bi biryareke parlemenê, Holodomora li Ukraynayê wekî jenosîd bi nav kir. Biryara derbarê Holodomorê ya salên 1930’an de, bi dengên her çar partiyên mezin ên parlemenê hate qebûlkirin. Şerê li Ûkraynayê êdî bandorê li şîrovekirina bûyerên di dîrokê de pêk hatine jî dike. Di vê çarçoveyê de Ewrûpa dîrokê …

Bêtir »

Li Kanadayê nîqaşa li ser mafên federalîzmê

Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir. Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike. Li Kanadayê eyaleta Albertayê doza parastina mafên xwe yê xwerêvebirinê dike. Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe …

Bêtir »

Belçîka nema dikare hemû penaberan bihewîne

Meh bi meh hejmara penaberên tên Belçîkayê zêde dibe û ev jî dibe sebeb, li kampan cî nemîne. Li gorî daneyên fermî, di cotmehê de ji 1500 zêdetir kes ji ber tunebûna cî, neçar man li derve bimînin. Belçîka êdî nema dikare hemû kesên serî li mafên penaberiyê didin bihewîne. …

Bêtir »

Swîsre mafê penaberiya da 69 hezar ukraynaniyan

Swîsre mafê penaberiyê da li derdora 69 hezar welatiyên ji Ukraynayê Koçberên ji Ukraynayê mafê statuya parastinê S werdigirin Ji bilî alîkariya li kantonan, Swîsre salane 3000 CHF pere dide ukraynayiyan Swîsre agahiyên nû yên li ser koçberên ji Ukraynayê weşandin. Li gorî vê, ji destpêka şer û vir ve …

Bêtir »

Swêd li hember Tirkiyeyê xwe biçûk dixe

Swêd dike nake nikare ji bo endamtiya xwe ya NATO’yê vetoya Tirkiyeyê ji hole rabike. Hukumeta Stocholmê bi armanca Tirkiyeyê memnûn bike gav li ser gavan  davêje. Lê ligel vê jî dewleta tirk ji vê têr nabe û daxwazên xwe berfirehtir dike. Swêd di 18’yê gulana 2022’an tevlî cîranê xwe …

Bêtir »

Katalonya dibe xwediyê binesaziya hatûçûnê

Îspanya wê bi butçeya sala 2023’an  2.3 milyar euro transferê Katalonyayê bike. Par, butçeya ji Katalonyayê re hatibû veqetandin 2.2 milyar euro bû. Bi gotineke din, 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê dibe para Katalonyayê. Butçeya îsal a Îspanyayê bi desteka partiyên katalan hate qebûlkirin. Ji bo hukumeta Pedro …

Bêtir »

Katalanî bû zimanê yekemîn ê Andorrayê

Katalanî li Andorrayê bû zimanê yekemîn ê herî zêde tê bikaranîn. Li gorî vê anketê, katalanî zimanê 44.1 ji % yên nifûsa di ser temenê 14 salî re ye. Katalanî li Andorrayê bû zimanê yekemîn ê herî zêde tê bikaranîn. Bi vê encamê, di 25 salên dawî de cara pêşî …

Bêtir »

Kanada 1.5 milyon koçberan qebûl dike

Hukumeta Ottawayê plan dike, heta sala 2025’an mafê îkametê bide 1,5 milyon koçberan. Ev jî tê vê wateyê, salane wê 500.000 koçber bikaribin li Kanadayê bi cî bibin. Kanada deriyên xwe heta dawiyê ji koçberan re vedike. Hukumeta Ottawayê plan dike, heta sala 2025’an mafê îkametê bide 1,5 milyon koçberan. …

Bêtir »

Brîtanyayê pêşiya serxwebûna Skotlandê girt

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kir. Serokê dadgehê Robert Reed got, biryara derbarê referandûmê de di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de di destê Parlemena Brîtanyayê de ye. Serokwezîra Skotlandê û seroka SNP’ê Nicola Sturgeon got, ji ber ku rêka referandûmê hate girtin, ew ê …

Bêtir »

Êrişa li dijî Rojava di rojeva cîhanê de ye

Amerîka û Rûsya ku her du jî li Suriyeyê xwedî gotin in, dawî li bêdengiya xwe ya di vê mijarê de anîn. Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, ew “ji ber mirina sivîlan li Sûriyeyê û Tirkiyeyê xemgîn in.” Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê …

Bêtir »

Kolombiya û ELN dest bi muzakereyan kirin

Kolombiya û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin. Civîna şandeyên her du aliyan anî cem hev, duh li paytext Caracas a Venezuelayê hate lidarxistin. Hukumeta Kolombiyayê û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin. Civîna şandeyên her du aliyan anî cem …

Bêtir »

Almanya mafê penaberiyê da 100 hezar kesî

Li Almanyayê di navbera çile-cotmeh 2022’an de bi giştî 181.612 kes serî li mafê penaberiyê dane. Rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo tevahiya serîlêdanan 55,8 ji sedî bûye. Serîlêdanên nêzîkî 85 hezar kesî an ji ber sebebên cuda hatine redkirin. Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) îstatîstîkên …

Bêtir »

Kovara Forûma Federasyonan li ser Îspanyayê ye

Mijara hejmara 62. a kovarê li ser rewşa ziman a Îspanyayê ye. Di bin sernivîsa Zimanên Kêmar ên li Îspanyayê: Naskirin, Destek û Hin Alozî de ligel hêmanên bingehîn ên çarçoveya hiqûqî tê gotûbêjkirin. Hejmara dawî ya kovara Forum of Federations (Forûma Federasyonan) hate weşandin. Mijara hejmara 62. a kovarê …

Bêtir »

Journalists killed in defence of the truth in Rojava

23 male and female journalists were martyred in NE Syria in order to reveal the truth. ANHA agency’s correspondent Issam Abdullah was killed during the bombing of Derik on the 20th of November, while he was covering the air strikes launched by the Turkish occupation state on NE Syria. Here …

Bêtir »

Gelo Îndonezya Filep Karma kuşt?

Filep Karma li cîhanê wekî lîderê karîzmatîk ê serxwebûna Papuaya Rojava dihat naskirin. Karmayê 63 salî ligel aktîvîzma xwe ya siyasî, doza parastina mafên mirov û xwezayê jî dikir. Wî di heman demê de ji bo kêmarên li Papuaya Rojava jî kampanyayan dimeşand. Nîqaşên li ser mirina lîderê serxwebûna Papuaya …

Bêtir »

Welatên frankofon li Tûnisê dicivin

Endamên Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) îro wê bi civîneke din werin cem hev. Li derdora 30 lîderên welatên endam wê di bernameyê de ciyê xwe bigirin. Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî tevlî vê civînê dibin. Endamên Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) îro wê bi …

Bêtir »

Destê Irulegi: Nivîsa herî kevn a zimanê baskî

Zanyarên fîlolojiyê Çiyayê Irulegi ya li Welatê Baskê desteke ji bronz kifş kirin. Li ser vê berhemê bi zimanê baskî ‘bextê xweş” hatiye nivîsandin. Zanyar dibêjin, “destxetên Irulegu îspat dikin gelê bask BZ di sedsala 1. de li vê herêmê zimanê xwe bi kar anî ye.” Bi kifşeke dawî derket …

Bêtir »

Şeş welat Peymana Schengenê îhlal dikin

Hin  welatên peymana Schengenê îmze kirine kontrola li ser sînoran didomînin. Şeş welatên ku digel vê peymanê kontrola sînoran didomînin ev in: Almanya, Awusturya, Norwêc, Swêd, Denmark û Fransa. Endamên Yekitiya Ewrûpayê rêzê ji peymana Schengenê re nagirin. Hin  welatên peymana Schengenê îmze kirine kontrola li ser sînoran didomînin. Ev …

Bêtir »

Amerîka li dijî Îranî ambargoyeke din ragihand

Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen: “Amerîka bi biryar e cezayan li ser kes û şirketên piştgirîya dagîrkirina neheq a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dikin, li ku derê bin, ceza bike.” Amerîkî cezayên nû li ser dronên Îranê ragihand. Washington diyar kir, Rûsya balafirên bêmirov (IHB) ên Îranê Ukrayna …

Bêtir »

Koma G20 Rûsyayê şermezar kir

Amerîka û hevalbendên wê ji bo welatên din metneke bi vî rengî bidin îmzekirin gelek hevdîtinan kirin. Lê digel vê jî di serî de Çîn, hin welatên din vê qebûl nekirin. Lewma jî di deklerasyonê de ji bo şerê li Ûkraynayê du îfadeyên cuda hatin bikaranîn. Civîna welatên G20 a …

Bêtir »