Bikaranîna rojane ya amazîxî li Marokê kêm dibe

Marok di 2011an de zimanê amazîxî bi fermî nas kir û wê kir nava mifredata perwerdeyê. Tevî van gavên giring jî bikaranîna rojane ya ziman roj bi roj kêm dibe û ev jî wekî xetereyeke li hember siberoja ziman tê dîtin.

Astengîyên li hemberê zimanê amazîxê tevî ku venasîna wê ya fermî jî li Marokê (Fas) didome. Proseya normalbûna ziman herî zêde di qada perwerdeyê de rastî dijwarîyan tê.

Amazîx di sala 2003an de ket nava mifredata perwerdeyê ya dibistanên dewletê. Paşê, Marok di 2011an de amazîxî wekî zimanê fermî nas kir. Ev yek di encama çalakîyên mezin ên parazvanên ziman pêk hat.

Tevlî vê jî, cîbicîkirina venasînê di nava pergala gelemperî de qasî ku dihat hêvîkîrin nemeşîya. Hejmara dibistanên ku di navbera 2011 û 2015an de perwerdeya zimanê amazîxî lê dihat kirin ji 4,486an derket 4,581an. Hejmara şagirtan jî di heman demê de ji 545,000an derket 600,000an. Ev jî dike bi qasî ji % 13-15yê hemû xwendekaran.

Hikumetê îdîa dike ji % 40ê xwendekarên pergala perwerdeya seretayî amazîxî fêr dibin. Hikumet dîyar dike, ew ê heta sala 2030an wê li hemû dibistanên seretayî amazîxî bê fêrkirin. Lêbelê sazîyên amazîx eşkere dikin, ji bo ev pêk were pêdîvî di navbera 17,000 û 20,000 mamosteyan heye.

Rêjeya bikaranîna amazîxî li herêmên Marokê/Nexşe: HCP-Get the data/Nationalia

Ziman û jîyana rojane

Fikare din a sazîyên ziman ev e, bikaranîna amazîxî ya di jîyana rojane de kêm dibe. Daneyên serjimara nifûsê ya 2024an nîşan didin, li derdora ji % 25ê nifûsa welêt bi di jîyana rojan de bi amazîxî diaxin. Lêkolîner dibêjin, sebeba paşveçûnê ji ber pêşketina bajarvanîyê, koça ber bi bajaran ve û zêdebûna giringîya erebî, îngilîzî û fransî ye.

Pisporên ziman hişyar dikin ku venasîna sembolîk a amazîxî û zêdebûna bikaranîna wê ya di qada gelemperî de wê têra ewlehîya siberoja ziman neke. Li gorî pisporan, ji bo siberojeke bi ewle pêdîvî bi perwerdeya domdar, bikaranîna berfireh a civakî û xwedîderketina xurt a sîyasî heye.

Foto: Ala amazîxan

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin

Tevî ku îro Cejna Zimanê Kurdî ye jî, rewşa kurdî ya niha destûrê nade mirov …