Bulten

Înfo Welat Bulten

Zelensky zimanê xwe nerm kir

Volodimir Zelebnsky dixwaze xwe wekî mirovekî maqûl a ji bo çareseriya aştiyane xebatê dike nîşan bide. Piştî mehên bi bomberan û hilweşînê derbas bûn, cara ewil ji devê Zelensky gotina “aştî” derket. Rêvebiriya Kievê ku tevlî Rûsyayê bû sebeba karesata dawî ya li Ûkraynayê niha qala aştiyê dike. Piştî mehên …

Bêtir »

Biden û Jinping li Îndonezyayê rû bi rû rûniştin

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê Xi Jinping li girava Bali ya Indonezyayê hevdîtineke rû bi rû lidarxistin. Ev hevdîtina ewil bi qasî 3 saet dom kir û bi giranî meseleya Taywanê û reqabeta bazirganiyê ya di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin. Serokê Amerîkayê Joe Biden û …

Bêtir »

Swêd kontrola pasaportê ferz dike

Swêd êdî di dema serîlêdanên ji bo mafê rûniştinê de hebûna pasaportê ferz dike. Biryara Ajansa Koçê ya Swêdê di 1’ê mijdarê ket meriyetê. Kesên serî li îlticayê didin û  ne mecbûr in pasaportê pêşkêş bikin. Swêd êdî di dema serîlêdanên ji bo mafê rûniştinê (îkametê) de hebûna pasaportê ferz …

Bêtir »

Li Slovenyayê serok êdî jin e

Natasa Pirc Musar bû seroka Slovenyayê. Bi vê encamê, ji sala 1991’an û vir ve cara pêşiyê jinekê bû seroka Slovenyayê. Serokê nû yê Slovenyayê êdî Natasa Pirc Musar e. Musar di tûra duyemîn a hilbijartinê de reqîbê xwe Anze Logar têk bir. 54 ji % dengên hatin bikaranîn bû …

Bêtir »

Fransa û Brîtanya peymana penaberiyê îmze kirin

Bi peymana penaberiyê Brîtanya qebûl kir, ji bo pêşîgirtina penaberiya ber bi erdên wê ve 72 milyon euro bide Fransayê. Fransa bi vî pereyî wê tedbîrên li dijî penaberiyê ya li Qenala Îngilîz berfireh bike. Di çarçoveya peymanê de Parîs qebûl kir, dewriyeyên li vê qenalê 40 ji % zêde …

Bêtir »

Li Belçîkayê hejmara penaberan zêde dibe

Li Belçîkayê di mehekê de ji 4 hezaran zêdetir kes serî li mafên penaberiyê dan. Ji serê salê û vir ve 26.636 kes ji bo penaberiyê hatine Belçîkayê. Tirkiye di warê serîlêdanên li Belçîkayê welatê pêncemîn e. Hejmara kesên li Belçîkayê serî li penaberiyê didin her ku diçe zêde dibe. …

Bêtir »

Li Îtalyayê peykerên etrusk hatin vedîtin

Li herêma Toscano ya 24 peykerên bronz ên şaristaniya etrusk ji dema Beriya Zayinê hatin vedîtin. Ligel peykerên bronz, li heman deverî bihezaran pereyên ji dema antîk jî hatin vedîtin. Li Îtalyaya ku her aliyê wê ji dewlemendiya arkeolojîk pêk tê kifşeke nû hat kirin. Li herêma Toscano ya 24 …

Bêtir »

Bruksel 200 milyon euro dide Moldovayê

Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêdiyên wê yên enerjiyê 200 milyon euro dide Moldovayê. 100 milyon dolar ji vî pereyî wê wekî deyn be û yê mayî wê wekî alîkariyê be. Bruksel wê 50 milyon euro jî li ser navê alîkariya ji bo butçeyê bide Moldovayê. Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula vob …

Bêtir »

Rusya ji Xersonê vedikişe

Wezîrê Parastinê Rûsyayê Sergey Shoigu di civîna xwe ya bi generalê rûs Sergei Surovikin de biryara vekişînê da. Fermandarê hêzên rûs ên li Ûkraynayê Sergey Surovikin vekişîna ji Xersonê pêşniyazê Shoigu kir. Rûsyaya di nava aloziya li Ûkraynayê diperpite, neçar dimîne terka hin herêman bike. Moskow vê carê ragihand, ew …

Bêtir »

Îran fuzeyeke hîpersonîk pêş xist

Fuzeyên hîpersonîk di navbera 5 û 25 qatan ji leza deng zêdetir difirin. Li cîhanê Rûsya di pêşbirka fuzeyên hîpersonîk de serî dikişîne û Çîn û Amerîka wê dişopînin. Îran bi hilberîna çekên nû kapasîteya xwe ya leşkerî xurtir dike. Tehranê ragihand, wê fuzeyeke nû ya hîpersonîk pêşxistî ye. Fermandarê …

Bêtir »

Li Amerîkayê têkoşîna ji bo Kongreyê

Komarger di Meclîsa Nûneran de bi 199 kursiyan bûn hêza yekemîn. Demokrat di vê meclîsê de heta niha 172 kursî bi dest xistin. Arîtmetîka kursiyên Senatoyê jî heta niha wekî 48-48 pêk hat. Hilbijartinên ji bo Kongreya Amerîkayê ku wekî midterm tên binavkirin, bi dawî bû. Di hilbijartina ji bo …

Bêtir »

Hawara malbatên leşkerên Rûsyayê

Jin û dayikên leşkeran ên ji du bajarên biçûk ên li Uralê, Serov û Severouralskê ji bo derbarê mercên leşkerên li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê, bi taybetî jî li Luhanskê rû bi rû ne bala raya giştî bikişînin, derketin medyayê. Hawara xizmên leşkeran gaveke wêrek bû. Ji ber ku li …

Bêtir »

Li Swîsreyê kêmbûna karkeran giran dibe

Swîsre nikare ji bo sektora kar têra xwe xebatkaran peyde bike. Sektorên IT (Teknolojiyên Enformasyonê), avahîsazî û xizmetê pêdiviyê bi xebatkarên nû dibînin Li Swîsreyê kêmbûna karmendan giran dibe. Hejmara karkerên li Swîsreyê têra vî welatî nakin. Li seranserê welêt, pêdivî herî kêm bi 250.000 karkerên nû heye. Ev agahî …

Bêtir »

Tetbîqata Malabarê dest pê dike

Minawreyên deryayî yên Malabarê ya îsal di navbera 8-18 mijdarê de wê bê lidarxistin. Tetbîqata îsal ligel Hîndistanê wê bi beşdariya Amerîka, Kanada, Awustralya, Japonya û Pakistanê pêk were. Japonya tevlî tetbîqata deryayî ya li rojavayê Hîndistanê dibe. Bi vî awayî Japonya ligel aloziya li Pasîfîkê meseleya di navbera Çîn …

Bêtir »

Sirbên Kosovayê ji karên dewletê îstifa dikin

Du daxwazên çalakgerên sirb hene: Divê hukumet biryara guherandina plaqeyên trafîkê yên Sirbistanê yên bi plaqeyên Kosovayê re betal bike. Bila ji bo damezrandina Yekitiya Belediyeyên Sirb destûr bê dayîn. Kosova piştî aramiya kurt dom kir, deriyên xwe li aloziyeke din vedike. Sirbên li vî welatî biryar dan, bi awayekî …

Bêtir »

Kongreya PDK’ê bi dawî bû

Mesûd Barzanî di kongreyê de careke din wekî serokê PDK’ê hate hilbijartin. Di kongreyê de serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bû cîgirê yekemîn û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî jî bû cîgirê duyemîn ê Mesûd Barzanî. 14. Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dawî bû. Kongreya di 3 mijdarê de …

Bêtir »

COP27 sibe li Misrê dest pê dike

  Misir malovaniya Civîna avhevayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) dike. Lê ji niha ve ne diyare ka kîjan welat di kîjan asta temsiyetê de wê tevlî civînên îsal bibe. Sebeba vê yekê bandora şerê li Ûkraynayê li ser siyaset û rêxistinên navneteweyî ye. Civîna avhevayê ya Neteweyên Yekbûyî COP wê …

Bêtir »

Amerîka B-1B şandin Koreyê

Koreya Bakur vê sibehê testa du fuzeyên din ên menzîlkurt kirin. Her du fuze piştî 130 km firiyan, li rojavayê Koreya Başûr li nava deryayê ketin. Amerîkayê du balafirên bombebaranê B-1B şand Koreyê. Aloziya li Koreyê ku welatekî herî hesas ê herêma Asya-Pasîkê ye berdewam dike. Koreya Bakur ev heftiyekê …

Bêtir »

Pirtûka Hipparchus hate dîtin

Zanyarên ewrûpî dan zanîn, wan kataloga stêrkan a windayî ya ji dema Beriya Zayinê (BZ) sala 130’an dîtine. Ev kataloga yekemîn a stêrkan ji aliyê astronomê yûnan Hipparchus ve hatibû amadekirin. Dîroka Serdema Antîk bi kişfeke din hinek din jî ronî bû. Zanyarên ewrûpî dan zanîn, wan kataloga stêrkan a …

Bêtir »

Scholz çû serdana Xi Jinping

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo serdanekê çû Pekînê. Bi vê serdanê armanca Berlînê ev e têkiliyên heyî yên aboriyê yên bi Çînê re hîn bêtir pêş de bibe. Bazirganiya Çîn-Almanyayê salane li derdora 246 milyar euroyî ye. Almanya têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi Çînê re pêş de dibe. …

Bêtir »