Nûçe TV dest bi weşanê kir

Nûçe TVya ku navenda wê li Rojavayê Kurdistanê ye îro dest bi weşanê kir. Kanal wê bernameyên xwe bi kurmancî û soranî biweşîne û bi kalîteya HD li ser peykên Hotbird û Nilesatê wê weşanê bike.

Medyaya bi kurdî bi kanaleke din a televîzyonê xurt dibe. Kanala kurdî Nûçe TV îro ku Cejna Zimanê Kurdî ye dest bi weşanê kir.

Amadekarîyên vekirina Nûçe TVyê ji salekê zêde li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikirin. Kanalê dixwest di Newroza 2025an de dest bi weşanê bike lê ji ber êrişên rejîma Şamê ev pêk nehat.

Rêveberîya televîzyonê bi boneya destpêka weşanê daxuyanîyeke dirêj belav kir. Di daxuyanîyê de armanca kanalê bi van gotinan hat ragihandin:

NÛÇE TV bi ziman, nêzîkatî û perspektîfeke nû dê hewl bide tevahiya civaka Kurd hembêz bike. Weke kanaleke nîştîmanî bi dirûşmeya ‘Nûçe Rastiye’ dest bi weşanê dike. Armanc dike ku bi agahdarkirina azad, demokratîk û bêteref valatiya heye tijî bike. Armanca sereke ya NÛÇE TV di lêgerîna heqîqetê de, rast agahdarkirina civakê ye.

Di daxuyanîyê de obejektîfbûn û xeta neteweyî wekî perspektîfa kanalê cî girt:

“Bi weşangeriyeke objektîf û neteweyî, di wê biryardariyê de ye ku li Kurdistan, herêm û cîhanê bibe dengê civakê. Ji bo hişmendiya parçebûyinê ji binhiş bê paqijkirin, di weşangeriya xwe de wê yekîtiyê esas bigire.”

NÛÇE TV wê bernameyên nûçeyan ên bi kurmancî û soranî biweşîne û bi kalîteya HD li ser peykên Hotbird û Nilesatê wê weşanê bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Çawa artêşa gerîla kolonyalîzmê têk bir?

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …