Aktîvîstên zimanê astûrî ji bo statuya ziman li bajarê Oviedoyê ya li Herêma Otonom a Astûrîyasê meş û mîtîngeke girseyî li dar xistin. Di çalakîyê daxwaza fermîbûna astûrî hat kirin û partîya îspanyolîst PP ji ber helwesta wê ya li hember astûrî hat şermezarkirin.
Li herêma Astûrîyas a li bakurê Îspanyayê ji bo parastina ziman çalakîyeke girseyî hat lidarxistin. Çalakîya di 9ê gulanê de bi pêşengîya Desteya Parastina Zimanê Astûrî (XDLA) li paytexta herêmê Oviedo pêk hat.
Bi hezaran mirov di kolanên Ovieodoyê de daxwaza fermîbûna zimanê astûrî û galîsî-astûrî kirin. Bi bernameya dawîyê, ev dibe çalakîya girseyî ya 39. ku li Astûrîyasê tê lidarxistin.
Ligel aktîvîstên ziman, sazîyên sîvîl Somos Asturias, Andecha Astur, Podemos, Convocatoria por Asturias, FSA-PSOE (baskê Astûrîyasê ya Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê) û federasyonên sendîkayên wekî CCOO, UGT and SUATEA tevlî vê çalakîyê bûn.
XDLA çalakîyê de manîfestoyeke ji bo parastina ziman ragihand raya giştî. Sazîyê di manîfestoyê de ragihand, statuya fermî “tekane rêya hiqûqî” ya parastina mafên ziman li Astûrîyasê ye. Di manîfestoyê de ji ber sekna wê ya li dijî mafên ziman, Partîya Gel (PP) hat şermezarkirin û PSOE jî ji ber hewldana wê ya têrnaker hat rexnekirin.
Parlamentoya Astûrîyasê bi mebesta venasîna fermî ya zimanê astûrî par civîyabû. Mixabin di encama dengdanê de reform ji parlamentoyê derbas nebûbû.
Astûrîyas û zimanê astûrî
Asturias herêmeke xweser a li bakurê Îspanyayê ye ku nifûsa wê li derdora milyonekî ye. Herêm di çarçoveya reorganîzekirina Îspanyayê de di 1982’an de bûye xwediyê otonomiyê. Zimanê fermî yê Asturiasê îspanyolî ye û 90 ji % yê civakî bi vî zimanî diaxivin. Zimanê astûrî ku wekî bable jî tê pênasekirin, di jiyana rojane de ji aliyê 100,000 kesî ve tê bikaranîn. Nêzîkî nîvê civakê, Astûrî wekî zimanê duyemîn ê jiyanê bi kar tînin.
Zimanê astûrî bi qanûna 1998’an tê parastin û pêşiya bikaranîna wê ya di xizmetên gelemperî de tê vekirin. Lê digel vê jî saziyên fermî di têkiliyên xwe yên bi gel re pir kêm zimanê Astûrî bi kar tînin.
Foto: Çalakîya li Astûrîyasê û pankarta tê de (ofîcializada: fermîbûn) hatîye nivîsandin./X
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat