Ji sempozyûma Wanê banga ji bo kurdî: “Welatparêzî bi zimanê bîyanî nayê kirin”

Qahir Bateyî: “Ji bo parastina zimanê kurdî divê kurd xwedî stratejiyeke radîkal bin. Heke partî, serok û siyasetmedarên kurdan vê yekê nekin, wê zimanê me bihele û biçe. Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.”

Egîtîm-Sena Wanê îsal jî di Roja Zimanê Kurdî de “Sempozyûma Zimanê Kurdî” li dar xist. Sempozyûma bi navê “Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî” di 16-17yê gulanê de li bajarê Wanê hat lidarxistin. Îsal Mêvanê Rûmetê yê Sempozyûmê nivîskar û weşanger Qahir Bateyî ye. Li gelek bajarên kurdan wê beşdar hebin.

Rêveberê Lijneya Zimanê Kurdî ya Egitim-Sena Wanê Lokman Babat berîya bernameyê vê daxuyanî da:

“Bi hewldanên saziyên wekî me tenê û bi hewldanên kesan em nikarin pişaftinê bidin sekinandin. ev berpirsiyariya dewletê ye. Ji ber ku kurd li dewletên lê dijîn, hemwelatiyên wan ên birûmet in, berpirsiyariya dewletê li hemberî wan heye. Em li ser Tirkiyeyê bibêjin, daxwaza me ev e; ew xizmeta ji bo zimanê tirkî tê kirin heman xizmet ji bo zimanê kurdî û ji bo zimanên din jî bê kirin. Lê mixabin hê Tirkiyeyê wisa gaveke demokratîk neavêtiye. ”

Sempozyûm bi axaftina Lokman Babat û mêvanê rûmetê weşanger Qahir Bateyî dest pê kir. Hin beşdar bi rêya zoomê ji Rojava û Başûr beşdarê bernameyê bûn. Hin axaftinên balkêş ên ji bernameya herdu rojan wiha bû:

Qahir Bateyî

Qahir Bateyî: Divê kurd xwedî stratejîyeke radîkal bin

“Em nebûne xwedî hestên neteweyî ku em bikaribin ziman û çanda xwe biparêzin. Ziman hebe hestên neteweyî jî qahîm e, heke ziman nebe hestên neteweyî jî lawaz dibin. Her du bi hev re girêdayî ne. Ji boparastina zimanê kurdî divê kurd xwedî stratejiyeke radîkal bin. Heke partî, serok û siyasetmedarên kurdan vê yekê nekin, wê zimanê me bihele û biçe. Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.”

Bahoz Baran: Divê li gorî bajaran polîtîkaya ziman bê sazkirin

“Îro bişaftin li gelek bajaran bi ser ketiye. Dema ziman diçe, rihê neteweyî jî diçe û hemû xebatên li van bajaran encam nagirin. Heke ziman erzan be her tişt bi ziman re erzan dibe. 200 sal berî niha kurd li gundan bûn û pirsgirêkeke wan ya şaftinê nebû. Lê niha kurd li bajaran in û divê em li gorî vê polîtîkayên xwe çêbikin. Li Amedê dema yekî/ê kurdî diaxive dibînin kêfa me tê. Rewşa me ew qas nebaş e. Dem, mekan guherî, gelo em kurd jî guherîn?”

Serhat Temel: Kirmanckî di bin xetereya tunebûnê de ye

“Li bakurê Kurdistanê yên bi zazakî diaxivin wekî firêz tên qebûlkirin. Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hwd. hemû civak kirmanckî wekî zaraveyê duyemîn dibînin. Lewma ez dikarim bibêjim ku kurmancî ji ber xebatan xwe ji tunebûnê xelas kiriye, lê kirmanckî hê jî di bin xetereya tunebûnê de ye. Hemû enerjiya me divê ji bo parastina kirmanckî be.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aktîvîstên baskî daxwaza wekhevîya ziman kirin

Bi hezaran kes bi armanca parastina zimanê baskî li bajarê Bilbaoyê kom bûn. Di çalakîyê …