Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin

Tevî ku îro Cejna Zimanê Kurdî ye jî, rewşa kurdî ya niha destûrê nade mirov ji siberoja ziman piştrast be. Li gorî UNESCOyê zazakî ku ji alîyê piranîya kesan wekî zaravayele kurdî tê qebûlkirin, di xetereyê de ye. Li aliyekî din, lêkolînên li qadê jî nîşan didin ku kurmancî li bakur bi lez ber bi rewşa xetereyê diçe.

Îro 15 gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.

Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) di sala 2006an de di vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî ragihand.

KNKê derketina kovara Hawarê ya di 15ê gulana 1932an de ji xwe re referans qebûl kir.

Tevî ku vê rojê wekî şahî tê bikaranîn jî, rewşa kurdî ya niha destûrê nade mirov ji siberoja ziman piştrast be.

Li gorî UNESCOyê zazakî ku ji alîyê piranîya kesan wekî zaravayele kurdî tê qebûlkirin, di xetereyê de ye.

UNESCO zazakî di “Atlasa Zimanên Cîhanê yên di bin Xetereyê de” bi cî kirîye.

Li aliyekî din, lêkolînên li qadê jî nîşan didin ku kurmancî li bakur bi lez ber bi rewşa xetereyê diçe.

Li gorî raporên Rawestê, li bajarên mezin ên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkîyeyê, nifşên ciwan êdî kurdî naaxivin.

Lêkolînên vê sazîyê nîşan didin ku nifşê pîran %90-95 bi kurdî diaxivin, nifşê navîn %50-60 nifşê nû ji %10-15 kurdî diaxivin.

Tunebûna perwerdeya bi kurdî, medyaya bi tirkî û tunebûna polîtîkaya parastina ziman a sîyaseta kurd rasterast bandorê li bê prosesa gav bi gav tunebûna kurdî dike.

Kurtedîroka Hawarê

Hejmara yekemîn a Kovara Hawarê di 15ê gulana 1932an de li paytexta Sûrîyeyê Şamêji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hat çapkirin. 23 hêjmarên destpêkê bi tîpên erebî û 34 hêjmarên dawî bi tîpên latînî bûn. Di sala 1987an de hemû hejmarên kovarê ji alîyê Firat Cewerî hat berhevkirin. Paşê, Cewerî di 15ê gulana 1998an de du pirtûkên ku hemû hejmar di nav de bûn, li Swêdê çap kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kaja Kallas: Mafên perwerdehiya kurdî parçeyê nîqaşên YE yên li ser Sûrîyeyê ye

Wezîrên Karên Derve yên YE’yê dema hevdîtina li Brukselê ya ku Wezîrê Karên Derve Feysel …