Serokwezîrê Fransayê: Divê xwe bispêrin kurdan

 

 

 

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls da xuyakirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê xwe bispêre Kurdan.

Serokwezîr Manûel Valls beriya dengdayîna li ser tezkereyê li Parlamenta Neteweyî peyivî û xwest êrîşên hewayî yên Fransayê yên li Sûriyeyê bê direjkirin. Piraniya parlamenteran, tezkereya Sûriyeyê erê kir.

Valls di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku eniya global a li hemberî DAIŞ’ê divê destekê bide hemû hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, bi taybetî jî destekê bidin kurdan. Serokwezîrê Fransayê xwest ku komên mûxalefetê yên nerm jî werin destekkirin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî hemû rêxistinên terorîst bidomînin.

Valls got, “Pêwîste çalakiyên me yên hewayî xwe bispêrin operasyonên bejahî” û anî ziman ku operasyonên bejahî jî tevî kurdan ancax bi hêzên herêmî re werin meşandin.

Valls di dewama axaftina xwe de got, “Wê şaş be ku em yekîneyên xwe ji bejahî ve bişînin. Divê em bûyerên li vê herêmê qewimîne dersê derxînin û destekê bidin yekîneyên kurd û Sûnî yên li vê qadê têdikoşin.”

Valls ragihand ku hêzên hewayî yên Fransayê ji meha Îlonê û vir ve li Sûriyeyê êrîşên hewayî dike û li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 300 êrîşên hewayî pêk anîne.

Jêder: ANHA

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …