Li Bakurê Kurdistanê şerekî nefermî yê di navbera PKK û dewleta Tirk de berdewam e, Herîm dawî jî KCDê daxwaza xweseriya demokratîk bo herêmê kir, vê mijarê jî di nava siyasetmedarên Tirk û Kurd de bû rojev.
Di nava pevçûnan de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kom bû û ji kongreyê biryara xweseriyê derket. Ev biryara kongreyê wekî gavpaşveneavêtin hat nirxandin. Li Bakurê Kurdistanê serhildaneke mezin heye lê belê li ser şêweya ragihandinê nêrînên cuda hene.
Li hemberî hêza artêşa Tirk li kolanên Bakurê Kurdistanê hêzên Kurdan yên xweparastinê di dewrê de ne. Lê ev şerê li kolanan û din ava sîwîlan de pexşiyaye çiqasî rast e?
Nivîskar û rewşenbîrê Tirk ê navdear, İsmail Beşikçi derbarê mijara xweseriyê de ji K24 re got: “Ragihandina îtiatnekirina sivîl divê ji parlamentoyê destpêkiriba, heger piştî 7ê Hezîranê 80 parlamenteran gotibiyana em ê bi Kurdî sondbixwin, bifikirin wê çi bûbiya? Niha xweserî tê ragihandin lê heger ew jî bi zimanê Kurdî neye ragihandin serkeftin pêk nayê.”
Li ser şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê Prof. Dogu Ergîl jî îdiayeke balkêş avête holê. Li gorî Ergîl Ergil PKK gerillayên xwe yên xwedî tecrûbe bo têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê şandine û bi serketinên li wê derê tê bidestxistin piştgiriya hêzên hevpeymanî digire û her wiha bi vê hêzê jî li Bakur baweriyeke bixwe peyda dike.
Dogu Ergil nêrîna xwe wiha berdewam kir: “Li Bakur hêza PKKê ya leşkerî kême lê belê hêza siyasî xurt e. PKK dixwaze hikmû dewletê jê bistîne û dewlet jî dixwaze êdî yekser PKKê ji holê rake, di dawiyê de her du alî wê li ser maseyê rûnên. Lê heta ew dem were her du alî jî dixwazin destê xwe xurt bikin”
Di nava vê aloziyê de digel zêdebûna rexneyên li ser HDPê hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi daxuyaniyekê, helwesta HDPê parast. Demirtaş got; “ragihandiya xweseriyê ne tiştek nû ye, di kompanyayên hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî, di hilbijartina serokkomarî de jî, di bernameya me hebû, gotinên me neguherîn e.”
Jêder: Kurdistan 24