Amed û Rennes protokola piştgiriyê îmze kirin

 

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Şaredara Rennesê Nathalie Appéré, ji bo berdewamkirina piştgiriya Şaredariya Rennesê a bi Kampa Şengalê re protokol îmze kir.  

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji bo hin hevdîtinan li Fransayê ye, ji ber vê yekê jî ji bo hevkariya navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rennesê qewî bibe û salên dûvdirêj bidome, serdana Şaredara Rennesê Nathalie Appéré kir. Kişanak ji aliyê Appéré û rayedarên Şaredariyê ve hate pêşwazîkirin û ji bo kesên di êrişa DAÎŞê ya li Parîsê de giyanê xwe ji dest daye daxwaza sersaxiyê li Appéré kir. Kişanak êrîşên Pirsûs û Enqereyê bi bîr xistin û got, êşa gelê Fransiz herî nêz gelê kurd têdigihîje. Kişanak got ku di çarçoveya hevkariya navneteweyî de aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê mimkûn e.

Appéré: Em hewldanên we bi heyranî temaşe dikin

Appéré bi bîr xist, Şaredariya Rennesê, piştî êrişa Şengalê kurdên êzdî ku xwe spartin Amed û bajarên derdobera wê, piştgiriya madî li wan dike û got, meclisa şaredariya wan, bi biryara 23ê mijadar 2015an tekez kiriye ku ew ê sala pêş jî heman piştgiriya xwe bidomînin. Appéré da zanîn ku ew hewldanên alîkariya penaberên Êzdî, Kurd û Ereb a Şaredariya Bajarê Mezin teqdîr dikin. Appéré aşkere kir ku li Fransayê hin komên siyasî yên dijî penaberan hene û got ku piştî êrişên bi ser Şengal û Kobanî bi hawara hev rabûna kurdan ji aliyê wan ve bi heyranî tê dîtin û got, wan bi heyranî kurd temaşe kirin û bi ya me divê dinya kurdan di vî warî de ji xwe re nimûne bigire.

Protokol hate îmzekirin

Protokola ku piştgiriya dê Şaredariya Rennesê ji bo Kampa Êzdiyan a li Fîdanlixê terxan bike, diselmîne û dê berdewam be, ji aliyê Kişanak û Appéré ve hate îmzekirin. Piştre lijneyên teknîkî li ser mijarê rûniştin û bi berfirehî danûstandin kirin.

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …