Barzanî ligel şandekî bilind a Hikûmeta Holanda civiya

 
Roja yekşem 10.01.2016 li bajarê Hewlêr birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî bilinda Hikûmeta Holanda civiya ku ji Lodvayk Asher Cîgira Serok Wezîr û Jenîn Hêns Plashxart Wezîrê Bergirî û General Tom Mîdin Dorp Serok Erkanê Holanda û Jan Waltmaz Balyozê Holanda li Iraq û Van Dêr Zandî Konsolê Holanda li Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Cîgira Serok Wezîrê Holanda ji bo wê pêşwaziya germa li xwe û şanda li gel hate kirin spasî Serok Barzanî kir û her wiha li rûbirûbûna terorîstan de behsa rol û azayetiya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kir û ji bo wan Pêşmergeyên bi navê parastina pêkhatan û li şerê dijî terorîstan de canê xwe gorî kirine û li şeran da şehîd bûne serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Her wiha tekez jî li berdewamiya piştevaniya welatê xwe li Kurdistan û hêzên Pêşmerge kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de pêzanînên welatê xwe bi Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê mîhvandariya milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberan kiriye û ji bilî hebûna giriftên kûrê aborî qurbaniyeke zêde li şerê terorîstan de daye û li vir da Holanda hevsozê Kurdistanê ye û her wiha şerê terorîstan jî bi sedemeke yekbûna her du aliyan li da zanîn.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Hikûmeta Holanda kir ku li şerê terorîstan da piştevanê Pêşmergeyane. Her wiha behsa hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û wê hemahengiyê bi kêmwêne wesif kir ku bûye sedema wê yekê serkeftinan zûtir bi dest bênin û li şeran da hîç cîheke sivîl nebê armanc. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî metirsiyên tundrewiyên rêxistina Da’îş ya li ser mirovayetiyê ji bo şanda mîhvan xisterû û behsa sedemên serhildana Da’îş û geşkirina wê ya li Iraqê kir û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste qonaxên piştî şikestdana Da’îş bi girîngiyê ve bê temaşe kirin û divê rêkkeftinek hebê ku piştî rizgarkirina Musil ew navçe çawa bêne birêvebirin û mîsogerî jî ji bo paşaroja pêkhatan hebê ku êdî ew karesat dûbare nebin.

Her li vê kombûnê de tekez li ser pêwîstiya ji navbirina terorîstan li Sûriye û Iraq û vegerandina jiyanekî aştiyane ya navçeyên azadkiriyan kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku şerê dijî terorê ji bilî li aliyê serbazî pêwîste li warê aborî û îdeolojî ve jî hebê. Li beşekî dinê vê kombûnê de behsa pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmerge yên li bereyên şer kirin.

Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Ferîq Cemal Serok Erkanê Pêşmerge û Ferîq Cebar Yawer Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Jêder: Presidency.krd

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …