Çapemeniya Alman: Kurd ji bo xweseriyê şer dikin

 

 

Rojnameyên almanî yên wekî FAZ, DIE WELT, JUNGE WELT, TAZ û N24 şer û pevçûnên li bajarên kurdan û şideta Artêşa Tirkiyayê ya li dijî kurdan nirxand.

Rojnameyên almanî yên îro qala şerê dewleta tirk a li ser kurdan ferzkirî nirxand û armanca kurdan xweserî, armanca tirkan wekî perçiqandin nîşan da.

Rojnameya FAZê bal kişand ser 100 kuştiyên kurd û bang li Yekîtiya Ewropayê kir şerê li dijî kurdan rawestîne.

Rojnameya DIE WELTê diyar kir ku teqîn û reşandina gazên kîmyayî karekî rojane ye û got: Ev alozî dikare krîza koçberan li Ewropayê dijwartir bike.

Rojnameyên JUNGE WELT û TAZê bal kişandin ser şerê kurdan ê ji bo xweseriyê û got: HDP dixwaze nîşan bide ku avakirina herêmên xweser ne tenê ji bo kurdan çareseriyek in, herwiha ji bo demokratkirina Tirkiyayê jî riyeke bikêrhatî ye; lêbelê Serokomar Erdogan vê yekê xiyaneta li dewletê dihesibîne.

N24ê jî şerê li bajarên kurdan weşand û tevgera PKKê ya di şer de ‘bi îrade û înad’ bi nav kir.

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …