Hevdîtinên hevşaredaran ên PE’yê didomin

 

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Erkan Erencî di civîna li Viyanayê de bal kişand ser qedexeya derketina derve ya li herêmê û bêdengiya dijî binpêkirina mafên mirovan rexne kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Erkan Erencî beşdarî konferansa Viyanayê ku ji aliyê Krisky Forum û însiyatîfa MOW ve hate lidarxistin bûn.

Konferansa ku şaredariyên ji Îtalya, Yunanistan, Urdun û Lubnanê tê de beşdar bûn Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axaftinek kir. Anli di axaftina xwe de koça salên 1990ê ya ji ber komkujiya Helepçeyê heta koça van salan a ji ber şer a ji Şengal û Kobanê ya kurdan bi bîr xist û got, Yekitiya Ewropayê ne tenê bi hikûmetên navendî re; ger bi rêveberiyên xwecihî re hevkariyê bike dikare van krîzan çareser bike.

Anli polîtîkaya penaberan a hikûmetê rexne kir û got, penaberên ku ji Şengal û Kobanê hatine bi hawara rêveberiyên xwecihî xwe li piyan girt, tu alîkariya hikûmeta navendî û Yekitiya Ewropayê bi wan re nebû. Anli bal kişand ku bi kampanyayên bi hevkariya gel, saziyên civaka sîvîl û şaredariyan 170 hezar kesên ji Kobanê penaber bûne hatine pêşwazîşkirin û jib o êzdiyên ji Şengalê hatine gelê Amedê seferber bûye. Anli weha got, “Ji bo me perspektîfa esasî ku rê li pêla penaberan bigire, di serî de dive nehêlin şerê çekdarî rude, pirsgirêk bi riyên demokrasî û siyasî bêne çareserkirin; kurd, ereb, xrîstiyan, musewî û asûrî bi hev re bikaribin bijîn.”

pe3

Encamên ji ber qedexeya kuçeyan vegotin

Kanalên neteweyî yên Avusturyayê eleqeyeke germ nîşanî konferansê da, Anli tê de diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin û behsa pêla koçberiyê ku ji ber vê rûdaye kir. Anli behsa qedexeya derketina kuçeyan a Sûrê ku 50 roj li pey xwe hiştin kir û got ku ger pevçûn zêde bibin dê koçberiya ber bi Ewropayê jî zêdetir bibe.

Bêdengiya YE’yê rexne kir

Hevşaredar Anli bêdengiya dijî binpêkirina mafên miroan a li herêmê ya Yekitiya Ewropayê a ji ber krîza penaberan rexne kir û got, “Gelê Amed û gelê herêmê ku van salên dawîn piştgiriya penaberan dikin, ji ber polîtîkayên dijwar ên dewletê hatine rewşeke wisa ku pêwistiya wan bi destekê hebe.”

Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Erkan Erencî behsa pêvajoya avakirina kampa Şengal-Fîdanlixê kir û qala travmaya Êzdiyên ku ji ber êrişên DAÎŞê xwe spartiya bajarê wan kir û got ku ew piştgiriya psîko-destekê bi wan re dikin.

Perspektîfên di konferansa der barê krîza penaberan de tê çaverêkirin polîtîkaya penaberan a sala 2016an a hikûmeta Avusturya ku dê bi serkêşiya REHE’yê (Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewropayê) Diyaloga Deryaspî tevgere diyar bike.

Rûniştina pirsgirêka kurd tê kirin

Di civînê de bal kişandin ser giringiya rewşa mirovîn a li Amed û bajarên herêmê ku di encama şer de peyda bûye û biryar hate girtin ku di sateen pêş ên konferansê de Rûniştina Pirsgirêka Kurd bête lidarxistin.

Ji aliyê din vet ê çaverêkirin ku di civînê de çarçoveya giştî ya bo polîtîkaya krîza penaberan û Deklarasyona Traiskirchenê derkeve meydanê û bête îmzekirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …