Ji Şaredaran dijî bêbextiyan nerazîbûn

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li ser navê şaredarên DBPyî daxuyanî xwend û bal kişand ku bi îdiayên bêbingeh tê xwestin şaredarî bêne bêîtibarkirin û bi bîr xist ku hemû mekanîzmayên wan ji kontrolan vekirine. Anli da zanîn ku 17 sal e li gel kêmasî û bêderfetiyan di ser standartên Tirkiyeyê re xizmeta cemaweriyê ji aliyê wan ve hatiye hilberandin û got, “Em ê hemberî gef û guran serê xwe netewînin.”

Şaredarên DBPyî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî endamê wê ne, li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezanê hatin cem hev û pêvajo, gefên li ser şaredariyan û hin îdiayên di hin dezgehên çapemeniyê de nirxandin. Piştî civînê bi ser navê 107 şaredariyên DBPyî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli daxuyanî xwend û bal kişand ser şer û pevçûnên piştî hilbijartina 7ê hezîranê û vir ve, binpêkirinên mafên mirovan û gefên ser şaredariyê.

Anli bi bîr xist ji 7ê hezîranê vir ve ye nêzî 100 şaredar, endamên meclisê, endamên meclisa giştî ya bajêr û xebatkarên şaredariyan hatine binçavkirin, girtin û ji wezîfeyê hatine bidûrxistin û got, ev du hefte ne jî ji aliyê hin dezgehên çapemeniyê ve hin şaredarî rasterast wek hedef têne nîşandan. Anli da zanîn, bi îdiayên bêbingeh tê xwestin şaredarî bêne bêîtibarkirin û got, plan ew e ku rayeya şaredaran radestî walîtî û qeymaqaman bête kirin. Anli anî ziman ku ew piştgiriya xwerêvebirinê dikin, heman demê ew digel deklarasyona KCDê ne û weha axivî: “Gef û gur, manşetên bêbingeh û biserdehatinên zalimane serî li me nade tewandin. Em bo vê erkê nehatin wezîfedarkirin, em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ji ber vê yekê cihê me, berê me, li nik gelê me ye ku ev bar daye ser milê me û em hilbijartine.”

Bang li TBB, TKB û Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya YEyê

Anli bang li Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Yekitiya Bajarên Dîrokî kir ku hemberî rûdanan xemxwer bin û bang li Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Yekitiya Ewropayê jî hate kirin ku xwedî li şaredariyan derkevin û got, “Dema ku mîrateya çand û dîrokî ya bajaran tê wêrankirin, em bang lê dikin ku xwe bêdeng nekin û lijneyan bo vekolanê bişînin van deran. Nexwe tu wateya van yekgirtinan namîne.”

Anli bal kişand ku îdiayên ji bo bêîtibarkirin û hedefnîşandanê têne kirin bêbingeh in û weha axivî: “Em îdia dikin ku em xwedî pratîkên herî zelal ên rêveberiyên xwecihî ne. Rêbazên me herî demokratîk, tevilkar û zelal in. Kesên berevajiya wê îdia dike, em bi bîra wan dixin, ji bo kontrolkirinê hemû mekanîzmayên xwe vekirî ne bila kerem bikin.”

Em xizmeteke di ser standartan re didin

Anli destnîşan kir, tiştê îro li şaredariyên DBPyî tê kirin sibê dê li şaredariyên din jî bête kirin û weha axivî: “Ji ber vê yekê me divê aşkere bikin ku ji bo hemû sazî û dezgehên dixwazin van îdiayan vekolin deriyê me vekiriye. Heman demê bila şaredariyên AKPyî jî vekolin. Her kes gelek baş dizane ka li vî welatî gendelî, nelirêtî, rant li kîjan bajaran dikeve berîka kê. Heta vê rojê tiştê em dikin, rêgeza me li ser pîvana ekolojîk, azadiya jinê, kesên xizan û hejar xwedî derkevin mafên wan ên bingehîn biparêzin û bînin pêş, xizmeta me li ser vê binemayê hatiye meşandin. Û îro li bajarên me pirsgirêka binesaziyê hatiye çareserkirin, em di bajarên bi standartên Ewropayê de dijîn. Nenêrin ku desthilata siyasî her roj dibêje, li bajarên me gend û gilêş serê xwe dibe, av nayê û kanalîzasyon li derve ye, çi rastiya van gotinan nîn e.  Îro di serî de bajarê Amedê li hemû bajarê me xizmeteke cemawerî di ser standartên Tirkiyeyê re tê hilberandin. Bi jimarên herî maqûl, ev xebat li gorî rewşa aborî ya welatiyên met ê meşandin.”

‘Ev hewldanên pûç in’

Anli da zanîn ku wan projeyên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê û TOKÎyê yên ji bo Sûrê k udi Lîsteya Mîrateyên Cihanê ya UNESCOyê de ye, ji çapemeniyê şopandiye û weha domand: “Li dijî vê jî em ê hemû mafên xwe yên demokratîk, sîvîl û rewa heta dawîn bi kar bînin. Em nahêlin ti karekî dijberî îradeya welatiyên vî bajarî bête kirin. Em ji vê derê jî bang dikin, ev hewldanên pûç û beredayî ne.”

‘Ligel bêderfetî û kêmasiyan jî em xizmetê dikin’

Anli got ku ev 17 sal e ew ligel kêmasî û bêderfetiyên xwe xizmetê dikin û got ku ew ê hesabê kêmasiyên xwe tenê bidine xelkê xwe. xizmeta ku me di van salan de anî cih di 90 salan de nehatiye kirin û Anli weha domand, “Ligel vê yekê jî ew kêmasiya xwe dipejirînin, ji bo çareserkirina van ew hewldanan dikin û ew bi têgihîştina şardariyeke civakî xizmetê bipêş dixin.”

‘Em şarevaniya civakî dikin’

Anli got, “Em ne şarevaniya dewletê, şarevanya civakê diparêzin. Lê dewlet, bi hewldanên xwe rêzê li vê destkeftiya gelê me nagire û dixwaze bi vî rengî rayeya me destbiser bike. Li vir pê ve jî wek rêveberiyên xwecihî em ê li gorî berpirsyariya xwe ya bo gelê xwe, xizmetên demokratîk, azadiyane, wekhev û bingehîn bimeşînin, ji bo avakirina bajarên li gorî standartên mirovîn, çi ji destê me bêt em ê wê bikin. Em ji vê derê ve bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin da ku hemberî vê pêlê hişyar û xemxwer bin.”

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …