Civaka Otomí-Ñätho mafê xwe yê xweseriyê bi kar tîne

 

Ceribandina xweseriya Chiapasê û hewldanên xwerêxistinkirina ji bin ve ya li eyaleta Michoacanê bandorê li xweciyên li Meksîkayê dikin. Komên xwecî yên bi navê Otomí-Ñätho li Meksîkayê ji bo parastina xwezaya xwe mafên xwe yên xweseriyê bi kar tînin.

Salekê berê, gel bi mebesta parastina daristanê dest bi hewldanê kir û di meha Kanûnê de meclîsa xwe ya komunal damezrandin. Dozdeh komên civaka Otomí-Ñätho ya li herêma Huitzizilapanê dijîn di vê meclîsê de tên temsîlkirin. Meclîsê xwe ji bandora hemû partiyên siyasî yên Meksîkayê rizgar kiriye û li gorî berjewendiyên civakê biryaran digire. Endamên meclîsê diyar dikin ku ew di çarçoveya Konvansiyona 169. a Rêxistina Kedê ya Navneteweyî, Destûra Bingehîn û hiqûqa axê ya Meksîkayê tevdigerin.

Dewleta meksîkî jî ligel van pêşketinan vala nasekine û dixwaze bi riya bikaranîna hin welatiyên li herêmê bandora vê meclîsê bişikîne. Endamên meclîsê diyar dikin ku rêvebiriya Meksîkayê dixwaze saziyeke din a paralel a dişibe vê meclîsê li herêmê bi awayekî fermî damezrîne û xebata wan lawaz bike.

Di 12’yê Çileyê de welatiyên vê civakê ku ji xwe re comuneros dibêjin, hevkariya rêvebiriya bajêr a bi partiya desthilatdar a Meksîkayê şermezar kirin. Comuneros dan zanîn ku rêvebiriyê serê mirov 2000 pesoyê Meksîkayê dane hin şêniyên herêmê û ji wan daxwaz kirine ku destekê nedin endamen meclîsa gel.

Meclîsa  li herêmê niha li dijî planên çêkirina riya bejahî ya Toluca-Naucalpanê ku di nava daristanê re derbas dibe û daristanê dike du parçe têkoşînê dike. Gelê herêmê bawer dike ku eger rê di daristanê re derbas bibe wê xwezaya herêmê bê hilweşandin. Gel diyar dike ku ew ê bi riya meclîsa nû xweseriya xwe biparêzin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …