Kampanyaya “Papûaya Rojava ya Azad” berfireh dibe

Li Papûaya Rojava ku herêmeke Endonezyayê ye,  tevgera gel serxwebûnê dixwaze. Bi vê armancê, kampanyayeke medyaya sosyal hat destpêkirin. Beşdarên kampanyayê bi hashtaga  #LetWestPapuaVote  (Papûaya Rojava deng dide) li her aliyê cîhanê piştgiriya xwe ji bo serxwebûna herêmê tînin ziman. Di 3’yê Gulanê de Parlamenterên Navneteweyî yên ji bo Papûaya Rojava (IPWP) wê di Parlamentonyaya Brîtanyayê de beşdarê civînekê bibin. Bi vê kampanyayê tê xwestin ku desteka ji bo vê civînê li seranserê cîhanê bilind bibe.

Endonezya di 1969’an de Papûaya Rojava dagir kir û bi plebîsîtekê welat bi Endonezyayê ve hat girêdan. Di plebîsîta sexte de 1000 delegeyên ji Papûaya Rojava ji aliyê artêşê Endonezyayê ve hatin hilbijartin û van kesan dengên xwe ji bo yekitiya herêmê ya bi Endonezyayê ve bi kar anîn. Ji vê rojê û şûn ve Endonezya bi binpêkirinên mafên mirov ên gelê Papûaya Rojava tê sûcdarkirin.

Alîgirên têkoşîna ji bo serxwebûnê ji roja dagirkirinê û vir ve her ku çû hêza xwe berfireh kir. Hin parlamenter û parêzerên li her aliyê cîhanê ji mêj ve ye bang li Endonezyayê dikin ku referandûmeke ji bo serxwebûnê li dar bixe lê dewlet vê yekê qebûl nake.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …