Amerîka û Rûsyayê li ser federalbûna Sûriyeyê li hev kirin

 

Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karûbarên Derve yêAmerîkayê John Kery li ser Sûriyeyê lihev kirine

Hat ragihandin ku Wezîrên Karûbarên Derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry li ser îlankirina agirbestê û fedaralbûna Sûriyeyê li hev kirine.

Ji aliyê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Stefan dî Mîstûra jî hat ragihandinku Rûsya û Amerîka li hev kirine ku Sûriye bibe dewletekî federal.

Pisporê Rûs ê di warê sîyaseta navneteweyî de Vladîmîr Sotnîkov dibêje, federalîzm dê bibe sedema tunebûna Sûriyeyê û ev yek zêdetir bi kêrî DAÎŞÊ bê.

Pisporê siyaseta navneteweyî Vladîmîr Sotnîkov ji Rûdawê re wiha got:

“Erê, bi rastî jî niha agirbest pêşniyaz dike ku her kes vegere ser statukoyê, ku îro li holê ye. An ku îro, hukumeta Esed heye, kurdên sûrî hene û komên cîhadî û hêzên opozîsyonê henin. Bi rastî jî, eger li ser vê esasê federalîzm bê sepandin, ewê dê bê wateya jihevketina dewletê.  Û eger dewlet ji hev bikeve, sûdê herî mezin dê ji vê yekê DAÎŞ werbigre. Ji ber ku  jê re dê rehetir be ku hemû hêzan cuda cuda têk bişêkîne, lê ne ku şerê dewletekî yekgirtî bike. ”

Ji alîyekî din senatorê Rûs Îgor Morozov dibêje, federalîzm ji bo Sûriyeyê varyanta herî guncan e û ev yek bi taybetî ji bo kurdan fersendeke dîrokî ye. Senator dibêje, Rûsya her tim piştgiriya mafê xweseriya netewan dike.

Senatorê Rûs tekez dike ku bi vekirina nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Moskowê jî, şansa kurdan zêdetir dibe ku di gotûbêjkirina pêşeroja Sûrî de bibin aliyek sêyemîn.

Jeder: Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …