Li Bolîvyayê şaredariyên guaranî xweseriya xwe bi dest dixin

 

 

Bolîvya di van rojan de dike ku xweseriya lokal a sê şaredariyên din qebûl bike. Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê da xuyakirin ku sê şaredariyên bi navê Lagunillas, Gutierrez û Macharetti ku gelê guaranî lê dijîn, dest bi pêvajoya damezrandina xweseriyê kirine. Daxuyaniya wezîr di 124’emîn salvegera Şerê Kuruyuki ya li dijî kolonyalîstên îspanyol hat dayîn.

Wezîr Hugo Siles Núñez del Prado diyar kir ku “jinûvedamezrandina Dewleta Pirneteweyî ya bi riya naskirina Xweseriya Xweciyên Gundî dest dide ku xwecî xweverêvebirin, diyarkirina siberoj, formên jiyana xwe û kevneşopiya xwe biparêzin”.

guarani

Siles pê de çû û got ku “pêvajoya xweseriya xweciyên Bolîvyayê ji bo welatên din ên herêmê referans e” û van welatan bi baldarî li pêkhatina Bolîvyaya pirneteweyî dinêrin. Siles diyar kir ku “Destûra Bingehîn a Bolîvyayê di warê naskirina mafên xweciyan de li cîhanê destûra bingehîn a herî pêşketî ye”.

Şerê Kuruyuki

Di 28’ê Çileya 1892’an de gelê guaranî di şerê Kuruyuki de li dijî dagirkerên îspanyol di berxwe dabû. Hêzên guaranî yên di bin fermandariya Apiaguaiki Tupa’de di şer de têkçûbûn û hemû erd û azadiya xwe winda kiribûn. Di encama şer de hêzên kolonyalîst dest bi qirkirina gel kiribûn, hezaran kes wekî kole bi kar anîbûn dest dabûn ser hemû çavkaniyên xwezayî yê herêmê.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …