Swêd li ser herêmên nû dabeş dibe

 

Swêd dê dabeş bibe li ser şeş herêmên mezin di şûna 21 herêm û landsting, ango birêvebiriya siyasî ya parêzgehanku îro hene.

Hoy û sebeba vê guherîna mezin ew e ku tên hizirkirin ku bo demdirêjî birêvebiriya siyasî ya parêzgehan lawaz in û bi kêrî wezîfeyên mezin û giran nayên, wekî pêşketina herêmî û beriya hertiştî warê lênerîna tendirustiyê ya her ku diçe bêhtir bi pêwîstiya imkan û derametan ne.

Xerîte û nexşa herêmên Swêdê dê bi vî awayî bibe:

swed-herem2Norbotten, Västerbotten, Västernorrland û Jämtland dibin yek herêm. Gävleborg, Dalarna, Uppsala, Västmanland, Örebro û Södermanland bi hev ve tên girêdan û dibin yek, û dimîne Stockholm û Gotland. Västra Götaland, Halland û Värmland. Östergötaland, Jönköping, Kalmar, Kronoberg, Skåne û Blekinge dibin yek herêm.

Stockholm û Gotland dibin herêmên herî mezin, ew dibin xwedî 27 şaredariyan.

Çendîn herêm û landsting, ango birêvebiriya siyasî ya parêzgehê, li dijî vê dabeşkirinê ne. Halland yek ji wan herêman e ku li hember tevlîbûna herêmeke mezin derketiye.

Ev jinûve organîzekirina Swêdê dîrokî ye û dibe guherîna herî mezin ji sedsala 1600 de.

Barbro Holmberg, endamê komîteya dabeşkirinê îro di civîna çapemendî de got ku ev nexşeya nû li ser gotûbêja di navbera nûnerên cuda ji temamê Swêdê de hatiye danîn.

Jêder: Sverige Radio

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …