Pakîstan statuya Gilgit-Baltîstanê nîqaş dike

 

 

Pakîstan di demên dawî de li ser statuya herêma Gilgit Baltîstanê disekine. Tê ragihandin ku eleqederiya Pakîstanê ya li ser statuya vê herêmê ne ji bo mafên welatiyên e lê ji bo çavkaniyên li herêmê ye.

Bi destpêka sala 2016’an di medyaya Pakîstanê de gelek nûçe û şîroveyên li ser statuya qanûnî ya Gilgit Baltîstanê tên weşandin. Ji aliyê gelek derdoran ve eleqederiya Pakîstanê ya piştî 68 salên dagirkirina Gilgit-Baltîstanê tê miraqkirin. Tê ragihandin ku Pakîstan ji ber projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê dixwaze mijara statuya herêmê çareser bike.

Li aliyekî din tê îdîakirin ku Çîn zextan li ser Pakîstanê dike ku beriya destpêka vê projeya berfireh bêaramiya li Gilgit Baltîstanê ji holê rake. Li gorî vê îdîayê Çîn dixwaze mafên dengdayina di hilbijartinên Pakîstanê de yên welatiyên vê herêmê bê naskirin.

Hin derdorên li Pakîstanê dixwazin Gilgit-Baltîstan bi tevahî bibe erdeke Pakîstanê û bibe eyaleta 5’emîn. Lê wiha dike ku ji ber îhtirazên Hîndîstanê ku tevlî Pakîstanê Keşmîrê li hev parve kirine, pêkanîna vê daxwazê dijwar xuya dike.

Gilgit-Baltîstan herêmeke li bakurê rojhilatê Pakîstanê ye ku nifûsa wê qasî 2 milyonî ye. Herêm parçeyeke erdên Cammû û Keşmîrê ye ku ji aliyê Hîndîstan û Pakîstanê ve hatiye dagirkirin. Neteweyên Yekbûyî bi biryareke di 1948’an de ji her du welatan daxwaz kir ku ji Cammû û Keşmîrê vekişin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …