Brahîm Dahane: ‘Mirin ji jiyana bi tirs çêtir e’

 

 

Sibeheke xweş a Duşemê li Pirtûkxaneya Brîtanî ya li Londonê min bi Brahim Dahaneyê ku parazvanê mafên mirov ên Sahrawî yê peyv şêrîn e ye re hevdîtinek pêk anî. Wî bi riya wergêrekî di derbarê azadiya çûnûhatina Sahrayê, lîdertîya sahrawî û Mîsyona Neteweyen Yekbûyî ya ji bo Referandûma li Sahraya Rojava (MINORSO) axivî. Hevdîtinên salane yên ji bo dirêjkirina dema MINURSO’yê di 17’yê Nîsanê de dest pê dikin û vê hefteyê endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê di derbarê ku ew ê çavdêriya mafên mirov têxin nava peywirên mîsyonê an na de dengdayinekê pêk bînin. Vê mijarê heta niha bi awayekî sosret neketiye nava peywirên mîsyonê.

Hûn dikarin di derbarê kampanyaya ku bangê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dike ku dema MINURSO’yê dirêj bike agahî bidin?

Ji dema ku Fas û Morîtanya cara pêşiyê Sahraya Rojava di 1975’an de dagir kirin û heta îro mirov hîn bi îşkence û çewsandinê re rû bi rû dimînin. Em bang li MINURSO’yê dikin ku karê xwe bi awayekî cidî bike û parastin û çavdêriya mafên mirov ê sahrawiyan têxe nava peywirên xwe (karê vê mîsyonê ji 1991’an û vir ve çavdêriya agirbesta di navbera hêzên çekdar ên Fasê û POLISARIO’de û lidarxistina referandûmekê ku wê destûrê bide diyarkirina qederê ya sahrawiyan e; mixabin vê refarandûmê hîn nehatiye pêkanîn). Pir zêde pêdiviya me bi vê çavdêriyê heye. Me di Çileya îsal de bang li MINURSO’yê kir ku mafên mirov jî têxe nava peywira xwe ya li Sahraya Rojava. Ji wê rojê û şûn de em di her 15’yê mehê de xwepêşandanan li dar dixin û heta niha me ji Sekreterê Giştî ye NY’yê re gelek name şandine. Daxwazên me di cî de ne û em ji bo hemû kesan mafê mirov dixwazin. Eger kampanya serfiraz nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Çima we karê parastina mafê mirov xist nava peywirên xwe?

Sekreterê Giştî yê kevn ê Amnesty International Pierre Sane ji hevalekî me yê parazvanê mafên mirov vê pirsî. Bersiva hevalê me ev bû: Li Sahraya Rojava em ne ji derî lê ji paceyê ketin nava vê qadê.’ Rewş ferz dike ku hûn bibin parazvan û aktîvîstê mafên mirov. Jiyan vê yekê li ser we ferz dike. Di 1991’an de 320 kes ji me ji girtîgehê hatin berdan. Em rastî windakirina kesan qasî 3 salan hatin –hin ji me 17 sal hatin windakirin. Ti kes nizanibû em li ku derê ne, em dijîn an najîn. Dema em hatin berdan, rêvebirên fasî xwestin bi şerefa me bilîzin, xwestin ku em ji bo hemû sahrawiyan bibin mînak. Divê em her roj biçûna qereqolên polîsan û kaxizekî îmze bikirana û wan ji kesên fasî û welatiyên sahrawî daxwaz dikirin ku kar nedin me û bi me re têkildar nebin. Vê yekê kir ku ez ji bo guherandina vê rewşê dest bi kar bikim.

Hûn ji bo bilindikirina hişmendiya dagirkirina Sahraya Rojava ya di nava civaka sivîl û komên mafên mirov ên fasî de çûn Fasê. Di dema ketina nav welat de hûn rastî astengiyan hatin?

Çûyina girtiyekî kevn a ji bo Fasê mimkûn e lê pir dijwar e. Ji min hat pirsîn ku ez diçim ku derê, ez ê kê bibînim. Sahrawî xwedî nasnameyên fasî ne û wekî welatiyên fasî tên dîtin. Lê nêzîkbûna li hemberê wan cuda ye. Ez di Çileya 2009’an de dema ji serdana kampeke penaberan a sahrawî ya li Cezayîrê vedigeriyam, li balafirgeheke li Fasê hatim girtin û heta Nîsan 2011’an di girtîgehê de mam.

(Not: Dîwarekî ku dirêjbûna wî 2,700 kîlomêtroye, gelên sahrawî yên li kampên penaberan ên di bin kontrola POLISARIO’yê de dijîn ji kesên ku di bin dagirkeriya Fasê de dijîn ji hev vediqetîne. Gelek sahrawî qasî 40 sal in endamên malbata xwe yên li aliyê din ê dîwar nedîtîne. Têlên rêsayî, bircên leşkerî û heft milyon mayinên bejahî dîwar kiriye ciyekî ku derbaskirina wê ne mimkûn e.

sahraya rojava

Sahrawî xwedî mafê bisînorkirî yê çûnûhatinê ne. Seyeheta ber bi welatên din de çiqas dijwar e?

Bidestsxistina pasaporteke fasî ne hêsan e; bidestxistina wê çend salan dajo. Piştî ku me di 1999’an de bi sefîrxaneyên DYA û Brîtanyayê re têkilî çêkir, wan li ser rêvebiriya Fasê zextan kir ku bi armanca em bikaribin seyehetê bikin pasaport bidin min û aktîvîstên din. Di 2003’an de ji me 13 kes bi armanca beşdarê konferansa mafê mirov a li Cenevê bibe bi rê ketin. Otorîteyên Fasê dest danîn ser pasaporta min û heta 2007’an ew nedan min. Tu nizanî ku wê çi bi te bibe. Carinan di nuqteyên lêgerînê yên li Sahraya Rojava nîqaşa bi rêvebir û polîsan re dike ku ez nekaribim xwe kontrol bikim û ez bi dengekî bilind bi wan re diaxivim. Lê divê ji bo bidestxistina mafê xwe tu bi israr bî. Bo nimûne, vê carê ez hatim vî welatî.

Di 2000 û 2005’an de li Sahraya Rojava intifada hebûn. Gel îro jî di ber xwe dide?

Serhildan hîn dom dike, ji ber ku riyên din ên xwepêşandanê hene. Hemû Sahraya Rojava ku kampên penaberan ên POLISARIO jî tê de, di nava vê de ne. Sebeba ku di 2009’an de em çûn kampan û paşê hatin girtin ev bû ku me dixwest di navbera aktîvîstên mafên mirov ên sahrawî yên li kampan û welatiyên erdên hatine dagirkirin de têkiliyek çêbikin. Xwepêşandan dom kirin. Wekî mînak di 2010’an de di kampa Gdeim Izik de 20,000 sahrawî bi awayekî aştiyane xwepêşandan pêk anîn. Ew rewşeke pir demokratîk a xweîfadekirinê bû. Em çûn bajêr û bi armanca îfadekirina mafên mirov û mafên aborî û civakî kampan ava kir. Intidafa hîn dom dike. Carinan çavkaniyên ji bo serhildanê kêm e û carinan jî em riyên ji bo biLindkirina hişmendiyê diafirînin.

23 sahrawiyên piştî xwepêşandanên li kampa Gdeim Izik de hatin girtin, di doza xwe ya sala borî de bi cezayên giran hatin cezakirin (qasî 20 sal cezayê girtîgehê). Tu ji bo berdana wan hêvîdar î?

Em dizanin ku wan sûc nekiriye û bi awayekî neheq ew xistine girtîgehê. Mijareke girîng ev e ku hemû sahrawî bi wan re ne; em destekê didin wan û bawer dikin ew bêguneh in. Heta ku ew bên berdan em karê xwe yê bilindkirina hişmendiyê ya di derbarê wan de nasekinînin.

Gelê Sahraya Rojava difikirin ki lîderên li sirgûnê yên POLISARIO’yê ew temsîl dikin?

Bi rastî ev mijarekî ye ku em ne tenê li vir lê li her derê dibêjin: POLISARIO nûnerê meşrû yê gelê sahrawî ye. Prensîba POLISARIO’yê ev e ku em ji bo serxwebûnê hişmendî û hêviyên xwe xurt bikin. Çima em bi POLISARIO’yê re têkildar in? Ji ber ku em di nava Okyanûsa Atlantîk û Pasîfîkê de di keştiyekê de. Pêdiviya me tiştekî ku me temsîl bike, me bike yek û vê keştiyê bibe ciyekî ewle heye. Û piştî vê, em dixwazin bibin dewleteke modern û serbixwe ku ji herkesî re vekiriye û ji wan re rêzê digire. Dema em ji wan re dibêjin POLISARIO nûnerê me ye û hemû kes heman tiştî dixwazin, fasî hêrs dibin. NY û YE POLISARIO’yê nas dikin û li gelek welatan nûner û sefîrxaneyên POLISARIO’yê hene (hikumeta POLISARIO’yê ya li sirgûnê Sahraya Rojava wekî dewletekî endam a Yekitiya Afrîkayê temsîl dike û ji ber vê yekê Fas ji vê yekitiyê vekişiya ye).

Piştî axaftina bi rojnamegeran re hûn rastî zextan hatin?

Tu kes bi zorê ji min re negotiye ku vî karî bike. Ez natirsim. Tecrûbeya min a 30 salan a hemû cureyên îşkenceyê heye. Ez 33 roj di komayê de mam. Dema ez mirim ez ê bêhna xwe vedim. Ez dizanim ku karê ez dikim rast e. Du hefte berê li Sahraya Rojava min biryarê da ku hinekî sporê bilîzim. Min li ciyekî ji dora xwe hatibû veqetandin sporê kir; ew ciyekî bêdeng lê bi xetere bû. Hevalên min ji min xwestin ku êdî ez vê nekim. Lê em ê hemû kes bi awayekî bimirin. Mesele ev e ku ez êdî naxwazim bi tirs bijîm. Ez jiyaneke normal dixwazim. Di dewsa jiyîna bi tirs de mirin çêtir e.

Hêviyên we yên ji bo pêşerojê çi ne?

Ez hêvî dikim ku armancên me pêk werin – Sahraya Rojava bibe serbixwe. Û ez hêvî dikim ku gelê sahrawî ji êşên xwe yên di hemû salan de derketine holê dersê bigirin –bila ew di nava aştiyê de bijîn, ji hev re rêzê bigirin û dewleteke neserfiraz ava nekin. Em hêvî dikin ku em ê serxwebûnê bi dest bixin û hûn ê li welateke serbixwe werin serdana me.

Tiştekî ku hûn li vê hevpeyvînê zêde bin heye?

Brîtanya dayika demokrasiyê ye –ew demokrasiyeke modern e, welatiyên brîtanî di şer û pevçûnan de pir êş kişandine lê ew pêş de çûne û niha bi rêzdarî ligel hev tevdigerin. Ez hêvî dikim ku gelê brîtanî wê rûmetê bide vê yekê lê di heman demê de vê nêzîkbûnê ji bo kesên ku tesîra wan li ser heye jî nîşan bidin, hewla alîkariya ji bo doza sahrawî bidin û  li wir aştiyê pêk bînin. Ez hêvî dikim ku sendîkayên vir ji bo çareserkirina problema Sahraya Rojava alîkariyê bikin. Hemû tiştên ku em daxwaz dikin sekna wan a ji bo edalet û mafên mirov e.

————-

Vê hevpeyvîna ku ji aliyê Lyndia James ve hatiye kirin, di 22’yê Nîsanê de di Newint.orgê de hatiye weşandin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …