Li bakur kurdî çawa têk çû?

Ez berpirsiyariya çîna navin a di windabûna zimanê kurdî de nîqaş nakim û nabêjim tenê rola wê heye. Ez dibêjim ew bi vê sekna xwe ya li dijî kurdî, bi politikaya asîmîlasyonîst a dewleta tirk re hevkariyê kiriye. Elîtên kurd di siyaseta giştî û şaredariyan de, zimanê kurdî kirin qurbana berjewendiyen xwe.


Necat Ayaz

Bingeheke stabîl a aboriyê ji bo parastina zimanekî meseleyeke nebenabe ye. Ev yek ji aliyê sosyolîngûîstan ve wiha tê dîtin. Çimkî aborî tevlî qada rêvebiriyê yek ji qadeke bilind a bikaranîna ziman e. Bikaranîna ziman a di vê qadê de hebûna ziman misoger dike û bikarneanîna wê jî rê li ber hilweşîna ziman vedike. Zimankujiya ku di sedsala 19an de dest pê kiriye yek ji bûyerên herî trajîk ê du sed salên dawî ye. Ev yek  ji ber karakterê kapîtalîzmê derdikeve holê. Kapîtalîzm hemû nirxên dinyayê û civakê dixe xizmeta aboriya ku tekane yezdanê wê pere ye. Di vê reqabeta bê dawî de kes, çîn û etnîsîteyên ku hêzê bi dest dixin dikarin li ser piyan bimînin. Para yên mayî jî herdem xizmet an tunebûn e. Û dema hûn di vê têkoşînê de têk çûbin, ligel nirxên xwe yên heyî, zimanê xwe jî winda dikin. Lewma kapîtalîzm zimankuj e û gelek aliyên cîhanê veguherandiye goristanên zimanan. Bi kurtahî em dikarin bêjin aborî dikare ziman bikuje û di heman demê de dikare hebûna wê misoger jî bike.

Di sedsala 19. de komeke îrlandiyên xizan ji Galwayê koç dikin

Yan dev ji zimanê xwe berdin, yan erdên xwe bidin

Meseleya Îrlandayê mînakeke balkêş e. Belê, beriya kapîtalîzmê, hîn di sedsala 17an de pêk hatiye lê axir ji aliyê aboriyê ve tehakûmek heye. Rêvebiriya dagirker a îngilîz ji bo hilweşandina bingeha aboriya Îrlandaya serhildêr, protestanbûnê ji bo xwedîtiya erdan kiriye şertekî. Ev yek hêza aboriyê ya arîstokrasiya katolîk û galîkîaxêf şikandiye. Helbet bi vî awayî protestanî hatiye teşwîqkirin û pê re jî derî li belavbûna îngilîzî hatiye vekirin. Protestanî û îngilîzî bo kolonîzasyonê du çekên kêrhatî yên Qralîyeta Brîtanyayê bûne û herdem destbirakê hev bûne. Bikaranîna mulkiyeta erdan li hember etnîsîteyeke serhildêr an guherandina realîteya olî li hin aliyên din ên dinyayê jî hatine bikaranîn. Osmanî li Balkanan, bi taybetî jî li Bosna-Hersekê vê stratejiyê bi serfirazî meşandine. Li vir jî ji bo xwedîtiya erdan misilmanî hatiye ferzkirin û ev yek kiriye ku beşeke cidî ya maldarên sirp bibin misilman. Kesên ku niha ji wan re boşnak dibêjin di eslê xwe de sirbên wê demê ne ku ji bo erdên xwe ji dest bernedin misilmaniyê qebûl kirine.

Lê ev fermanên ku milkeyeta erdan û endamtiya olekê bi hev girêdide ne bûyereke ewqas zêde berbelav e û rasterast ne sebebê kuştina ziman e. Û wekî mînaka Balkanan jî nîşan dide, dema zimanekî we yê xurt tune be, tesîrê li ser realîteya zimanê li welêt tê axaftin jî nake. Wekî me niha jî got, hebûna zimanan bi pêşketina aboriya kapîtalîst ketiye xetereyê. Marjînalbûna zimanan bi pêşketina kapîtalîzmê re dest pê kiriye û bi şoreşa sanayiyê re gihîştiye asteke kujer. Hilberîna li febrîqeyan li ser karkerên xwedî ziman, zarava yan devokên cuda bikaranîna zimanekî standart ferz kiriye û ev jî bûye fermana mirina cihêrengiya zimanî. Û elbet perwerde, tenduristî, medya û xizmetên din ên ji bo gel êdî bi zimanê standart hatine birêxistinkirin. Ji dîroka kapîtalîzma li rojavayê Ewrûpayê di heman demê de meriv dikare perspektîfa pêşketina zimanên hegemon û paşketina zimanên din jî bixwîne.

Malbeteke îrlandî ya di dema Xelaya Patatan a 1845’an de. Herêmên rastî vê xelaya kambax hatin bi zimanê galîkî diaxivîn. Lê piştî xelayê hema nîvê nîv nifûsa van herêman kêm bû. Ev jî bû sebeba hilweşîna zimanê îrlandî.

Mînaka herî jandar a ser mijarê, bê guman Îrlandaya piştî xelaya 1849an e. Di encama xelaya ku wekî “Xelaya Patatan” dihate pênasekirin de ji milyonekî zêdetir kes mirin, 2 milyon kes jî terka welatê xwe kirin. Xela herî zêde li herêmên galîkî-axêv tesîrê kiribû û piştî xelayê civaka bi tevahî bê taqet mayî, mecbûr ma terka zimanê xwe bike. Êdî derfetên kar tenê ji bo kesên ku bi îngilîziyeke baş zanibûn hebûn û ev jî prestîja galîkî ya heta wê demê, bi erdê re kir yek.  

Kurdên koçber, li bajaran ji neçarî zimanê xwe xwarin !

Welatên ku rastî êrişên fîzîkî û zimanî yên hêzên navendî hatine, li ser sînorên van dewletan veguherîne herêmên şer û aloziya domdar. Pirî caran bernameyên asîmîlasyona zimanî ligel dagirkirina leşkerî, bêîstikrariya siyasî û aborî hatine meşandin. Ev jî bûye sebeba bêaramiyê û di encam de jî koça domdar a ji van welatan. Ev proses li Îrlanda, Îskoçya, Korsîka û heta radeyekê Bask û Tîrola Başûr baş dikare bê şopandin.

Li bakurê Kurdistanê gundekî hatiye şewitandin û hin kesên li gund mane.

Wisa xuya dike, piştî sala 2000î berxwedana zimanî ya gundiyên kurd li bajaran têk çû. Tirkiya ku bi koça mezin a gundiyan li bajaran hatibû ber têkçûnê, rabû ser xwe û vê care bi awayekî xedar tola xwe ji kurdî girt. Ji vir şûn de, derî li pêşiya çîroka bajarîbûyîna kurdî bi tevahî hat girtin.

Hêjayî gotinê ye, di roja îro de li van hemû welatan meseleyên siyasî bi şeklekî hatine çareserkirin û êdî koç sekinîye. Mixabin li Kurdistanê –digel di destên me de daneyên pêbawer tune ne jî- hîn didome û wisa xuya dike ew ê bidome jî. Li vir rastiya herî tahl ev e ku encamên li van welatan ên herî kêm 150 salan de pêk hatine, li bakurê Kurdistanê di navbera 20 salan de derketine holê. Li cîhanê kîjan ziman dibe bila bibe, di demeke ewqas kurt de nêzîkî nîvê axêverên wê terka cîûwarên xwe bikin, êdî nikare bi hêsanî li ser piya bimîne. Ji ber ku koç -çi ber bi derve û çi jî ber bi hundir ve- rasterast bandorê li hebûna ziman dike.


Li Amedê/Diyarbekir çend zarokên li taxeke xizan a Sûrê. Bi sedhezaran kurdên koçber li van taxan wekî kesên kurdîaxêv bi cî bûn. Lêbelê piştî 20 salan, ev tax jî tê de, kurdî li bajarên mezin ên li bakur têk çû û ciyê xwe ji tirkî re hişt.

Lêbelê divê em koça salên 1990an û ya piştî wê ji hev veqetînin. Hin bajarên biçûk ne tê de, bajarên bakur piştî ragihandina Komara Tirkiyeyê gav bi gav veguherîn bajarên tirkîaxêv. Koça gundiyên kurd cara pêşiyê serdestiya tirkî li navendên wê yên li Kurdistanê şikand û sînorên ji bo kurdî hatibûn danîn tevlîhev kir. Digel hemû kambaxiya xwe jî ev bûyer di dema bilindbûna têkoşîna rizgariyê pêk hat. Ji her herêmên kurdên xwedî zarava, devok û çandeke jiyanê ya cuda di encama zilma hêzên dewletê de mecbûr man koçî bajaran bikin û di heman kolanan de bibin cîranên hev. Di dîrokê de cara ewilî piştgiriyeke berfireh a etnîk di asta gundiyên ji herêmên cuda û bajariyan de pêk dihat. Nasnameya neteweyî ya kurdan ku heta wê demê tenê argûmaneke polîtîk a rêxistinên kurdan bûn, di vê prosesa jandar de pêk dihat. Û tiştê herî girîng jî, lehiya koça gundiyan ziman ligel argumanên antî-kolonyalîst û serxwebûnxwaz wekî parçeyeke vê nasnameyê ciyê xwe digirt. Helbet ev yek bi awayekî fîîlî pêk dihat û tu car nebû armanceke tevgera kurd ku li ser vê desteka gel têkoşînê bilind dikir. Ne formûlasyonek ji bo nasnameyeke neteweyî, ne jî polîtîkayeke ziman di vê demê de derketin holê. Û di vê dema girseyîbûyîn û kurdîbûna bajaran de tevgerê bikaranîna zimanê tirkî domand. Wisa xuya dike, piştî sala 2000î berxwedana zimanî ya gundiyên kurd li bajaran têk çû. Tirkiya ku bi koça mezin a gundiyan li bajaran hatibû ber têkçûnê, rabû ser xwe û vê care bi awayekî xedar tola xwe ji kurdî girt. Ji vir şûn de, derî li pêşiya çîroka bajarîbûyîna kurdî bi tevahî hat girtin. Ev dîroka reş a ku di 9-10 salan de pêk hat, mijareke girîng a lêkolînê ye. Di vê meseleyê de rola tevgera kurd hem navendî hem jî şaxên wê yên herêmî, siyaseta legal a kurd û saziyên din ên li bajaran divê bê ronîkirin.

Bi taybetî rola şaredariyên bajaran û şaredariyên navçeyên navendî ya di bilindkirina prestîja civakî ya kurdî de mijareke heyatî bû. Rêvebiriyên şaredariyan dikaribûn zimanê naxweyî yê xebata şaredariyê bikira kurdî. Ji bo vê ne hewce bû li benda reformeke hiquqî an destûra dewletê bisekiniyana. Ev yek bi awayekî fiîlî dikarîbû pêk bihata. 

Hêz, qabîliyet an hewldaneke tevgera kurd ji bo çareserkirina problemên aborî, tenduristî, perwerde û hwd. yên vê girseya mezin tunebû. Ev jî kir ku ev girseya koçber terka projeyên dewletê bê kirin. Dewletê li bajaran bi sedan qursên meslekî, xwendin û nivîsandina tirkî vekirin. Bi desteka rêxistinên navneteweyî kampanyaya perwerdeya keçan hatin lidarxistin. Walîtî û qeymeqamî bi hinceta alîkariya aborî û xebatên din xwe gîhandin bi dehezaran malbatan. Bi mebesta bikaribin qertên kesk ê ji bo xizmetên tenduristiyê bi dest bixin, malbatên bêçare mecbûr man xwe avêtin hembêza dewletê û nokerên wan ên herêmî. Û elbet ji bo bikaranîna van hemû derfetan zanîna tirkî ferz bû. Ji bilî vê, lêgerîna kar zanîna tirkî li ser gundiyên kurdîaxêf ferz dikir. Lewma windabûna kurdî li bajaran ne ji ber aboriya xurt a bajaran e lê ji ber bêçaretî heta birçîbûna koçberên kurdîaxêv in. Ewqas bêçare ye ku bêyî ku bikaribe bifikire ji deriyê ber bi asîmîlasyona ziman ve diçe dikeve hundir. Mixabin heta niha ev çerxa asîmîlasyonê nebûye mijara pirsê li cem kesên dibêjin em nûner an û rewşenbîrên vî gelî ne.

Dibistanek li navçeya Peyas (Kayapinar) a Amedê/Diyarbekir. Siyaseta kurd ji bo perwerdeya zarokên kurd tu projeyek pêşnexist û sedhezaran zarok bi tevahî teslîmê sîstema asîmîlasyonîst a dewleta tirk hatin kirin.

Çima kurdên xizan, ji kurdên dewlemend bêhtir bi kurdî zanin ?  

Xebatkarên vê kovarê gava vê nivîsê ji min xwestin qala encama anketeke SAMERê kirin. Li gorî encama anketê li bajaran çîna xizan, ji çîna navîn bêhtir bi kurdî dipeyive. Ewil dixwazim bibêjim di 10 salên dawî de eger anketeke kerhatî ya SAMERê ji bo ziman kiribe be guman ev e! Di vê dema dirêj de, li bakur bi sedan anket hatin kirin lê yek anketeke sosyolînguîstîk bi destê saziyên kurd  nehate kirin. Eger em ziman wekî kesekî nexweş bihesibînin, em dikarin bêjin nexweşekî li ber çavên herkesî her ku diçe xerabtir dibe lê tu kes naxwaze biçe ser vî nexweşî! Ango bi anketan teşhîsên zanistî nehat kirin ku ji tunebûna gav bi gav a kurdî re çareserî bê dîtin.

Îcar çima çîna xizan, ji çîna navîn bêhtir bi kurdî xeber dide ? Divê tavilê ez bêjim li bajaran mobîlîzasyona civakî ya ber bi jor ve, bi tirkî pêk tê. Li bajaran îtîbar û fonksiyonên tirkî ji kurdî zêdetir in. Lewma dema kesekî an malbatekî ji aliyê aborî ve dibe xwedî derfetên baştir, di jiyana xwe ya civakî de, li mekanên vê jiyanê yekser dev ji kurdî berdide û derbasî tirkî dibe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê/Diyarbekir. Ji bilî nivîsandina tabelayên bi kurdî û çend qursên ziman ji bo zimanê kurdî projek parastin û pêşvebirinê nehate pêşxistin.

Îcar çima çîna xizan, ji çîna navîn bêhtir bi kurdî xeber dide ? Divê tavilê ez bêjim li bajaran mobîlîzasyona civakî ya ber bi jor ve, bi tirkî pêk tê. Li bajaran îtîbar û fonksiyonên tirkî ji kurdî zêdetir in. Lewma dema kesekî an malbatekî ji aliyê aborî ve dibe xwedî derfetên baştir, di jiyana xwe ya civakî de, li mekanên vê jiyanê yekser dev ji kurdî berdide û derbasî tirkî dibe. Ev çerx ewqas bêqisûr dixebite ku bêyî mirov ew ferq bike pêk tê û dubareyeke domdar normalîze dibe. Ev mobîlîzasyona di warê tebeqeyen civakî de bi awayekî fizîkî ango li mekanan jî dikare bê şopandin. Li Amedê kesên ji Baxleran, Huzurevleri yan Sûrê koçî taxên luks ên wekî 75 metre û derdora otogara nû dikin, terka kurdî dikin. Dibe ku ev derdor di nava malê de heta demekê kurdî bi kar tîne. Lê belê li siteyên luks ên dorgirtî û li derdora wan axaftina bi tirkî bûye normeke civakî ya rûniştî. Û sed mixabin êdî tu kes, tu hêz bi hêsanî nikare tirkî ji vê textê wê yê saxlem daxe! 

Bilindkirina statuya civakî ji çîna xizan ber bi çîna navîn de ye û ev, ligel hereketa ber bi mekanên tirkîaxêf ên bajaran pêk tê. Ev yek encameke sîstema siyasî, civakî û aborî ye û sekinandina wê ne mimkun e. Têkiliya di navbera zanîna ziman û aboriye de li her derê cîhane dişibe hev. Kesên bi zimanê dayikê dipeyivin, ji kesên ku bi zimane hegemon ê dewlete diaxivin, xizantir in. Kesên bi tenê zimanekî hegemon yên wekî îngilîzî, fransî, îspanyolî an bi tirkî diaxivin, ji kesen pirziman dewlemendtir in. Kesekî bi tenê bi zimanekî hegemon baş diaxive ji ber avantaja wê ya siyasî, civakî û aboriyê ji kesên 2 heta 3 ziman diaxivin dewlemendtir in. Ev rewş bêedaletiyeke berbiçav a civakî ye.

Piştî rêvebiriya lokal a şaredariyên kurd a zêdetirî 20 salan, li Amedê/Diyarbekir bi tenê bedenên qedîm li ser piya ma. Di vê demê de zimanê kurdî şikestinek wisa xwar ku êdî daxwaza civakeke kurdîaxêf bi tevahî bû xeyalek.

Çîna navîn a siyasî, hevkariya asîmîlasyonê kir !

Ji destpêka pêkhatina siyaseta legal a li bakur derdorên elît li pêş in. Ji HEPê bigire heta HADEPê û HDPê rewş wiha ye. Heta di destpêkê de di nava dilê vê siyasetê de hebûna kesên maldar balê dikişîne ser xwe. Wekî li gelek aliyên cîhanê, derfeta xizanên hejar tuneye bi siyasetê re eleqedar bibin. Îcar armanca çîna navîn ku li ser wê jî hin derdorên ji çîna bilind hene, di dema legalbûna siyaseta kurd de derket pêş. Ligel sempatiya wan a ji bo doza kurd, armanca wan bidestxistina derfetên siyasî û aboriyê bû. Bilindbûna dengên siyasetê di hilbijartinan de û bi taybetî bidestxistina şaredariyan têra xwe van derfetan derxistin holê. Digel sempatiya wan a me niha qal kir, ev derdor ne xwedî bernameyeke diyarkirî ya ji bo doza kurd bûn û formasyona wan a siyasî û entelektuelî têra vê yekê nedikir.

Lewma ji bo bidestxistina derfetên siyasî û aborî ew bi tevahî mecbûrî tevgera kurd bûn. Yanî ez dixwazim bêjim, têkiliya wan a bi tevgera kurd re ne li ser hevkariyê bû lê li ser bîatê bû. Helbet ne proje an fikrek ji bo parastina ziman û ne jî ji bo meseleyên din ên bi problema kurdan re eleqeder hebû. Eger rewş ne wiha bûya, derfetên mezin ên têkoşîna kurd derxist holê dikaribû bibûna bingeha ronesanseke kurd. Ji ber ku piştî 70 salên înkar û asîmîlasyonê polîtîkayên dewletê şikestinek mezin xwaribû. Li ser vê serfiraziya tevgera kurd bernameyên neteweyî yên di meseleya ziman, akademî, wesangerî û çand û huner dikaribûn bihatana bi peşxistin. Le hêz û formasyona çîna navîn tunebu ku bikaribe bi tevgera kurd re rûne û ji bo van mijarên stratejik nîqaş bike. Û di dewsa vê de wan ji bo berjewendiyên xwe, ji wan çi hat xwestin gotin erê û em di encam de gihîştin roja îro ku ji bo zimanê kurdî tiştekî kerhatî nehate kirin.

Dewleta tirk bi Navendên Desteka ji bo Malbatan bi dehezaran malbatan xist bin kontrola xwe.

Nêzîkî 20 salan bi dehan saredarî li ser navê tevgera kurd di destê çîna navîn de ma. Heta ne durî rastiyê ye ku mirov bêje çîna navîn herî zêde di vê demê de bi derfetên şaredariyan mezin bû. Di vê demê de bajar du qat, sê qat mezin bûn û di serî de avahisazî û kirîn u firotina erdên ji îmarê re hatin vekirin, hebûna çîna navîn di gelek sektoran zedetir bû. Helbet ev pêşketina aboriyê tevli bikaranîna zimanê jiyana bajaran ango tirkî pek dihat. Û jixwe tevgerê jî di mijara ziman de tiştekî cuda ne dikir û ne ji vê derdore dixwest. Bi taybetî rola şaredariyên bajaran û şaredariyên navçeyên navendî ya di bilindkirina prestîja civakî ya kurdî de mijareke heyatî bû. Rêvebiriyên şaredariyan dikaribûn zimanê naxweyî yê xebata şaredariyê bikira kurdî. Ji bo vê ne hewce bû li benda reformeke hiquqî an destûra dewletê bisekiniyana. Ev yek bi awayekî fiîlî dikarîbû pêk bihata. Bo nimûne li gorî lêkolîneke wê demê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zanîna kurdî di nava xebatkaran de ji % 98 bû! Têkiliyên bi gel re û hemû xebatên şaredariyê yên di nava gel de dikarîbû bi kurdi bihatana kirin. Ji bo hemû namzetên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê û heta ji bo personelan şertê zanîna yek ji zaravayên kurdî dikarîbu bihata ferzkirin. Helbet yek ji van jî nehat kirin û rabûn di ser de jî hin şaredarên bi kurdî nizanin heta yên tirk li bajarên kurdan anîn ser kar. Bo nimûne li Baxleran ku piraniya welatiyên wê koçberên ji gundan bûn, Yurdusev Ozsokmenler kirin şaredar! Û di dema wê de Şaredariya Baxleran şerm nekir li ser navê xizmeta ji jinan re dest bi qursa tirkî kir!

Ez berpirsiyariya çîna navin a di windabûna zimanê kurdî de nîqaş nakim û nabêjim tenê rola wê heye. Ez dibêjim ew bi vê sekna xwe ya li dijî kurdî, bi politikaya asîmîlasyonîst a dewleta tirk re hevkariyê kiriye. Elîtên kurd di siyaseta gişt û şaredariyan de, zimanê kurdî kirin qurbana berjewendiyen xwe. Eger hûn bêjin ‘Ma qet tiştekî nekirin?’ ez ê ji bêjim belê hin qursên ziman vekirin û tabelayên xwe kirin kurdî-tirkî. Evqasî guhê ga jî nake û nayê wê wateyê ku şaredarî xwedî polîtîkaya parastina kurdî ye.

Qeymeqamiyên tirk ji bo asîmîlasyona zarokan karên pir mezin kirin. Cî bi cî şaredariyên kurd jî tevlî van projeyan bûn.

Eger em rastiya ji vê ji tahltir bibêjin; li bakurê Kurdistanê di warê ziman de întîxarek kolektif pêk tê, di nava vê proseye de hemû elîtên kurd cî digirin. Êdî kurdî wateya xwe ya ji bo nasnameya kurdîtiyê bi lez winda dike. Ev tê wê wateyê ku beyî kurdî jî nasnameyeke kurdbûnê mimkun e.

Bangewazî êdî mijareke mîzahê ye   

Min jî berê hinek serê xwe bi modelan diêşand. Mixabin êdî mesele ne model e lê ev helwesta li dijî parastina zimanê kurdî ye. Hûn modela herî baş a cîhanê jî bînin, ev girseya asîmîlêbûyî ya bajaran ku em wekî çîna navîn pênase dikin û helbet girseyên din ên bajaran ku êdî ji bo wan prestîja kurdî nemaye, wê li hember bibin asteng. Eger em rastiya ji vê ji tahltir bibêjin; li bakurê Kurdistanê di warê ziman de întîxarek kolektif pêk tê, di nava vê proseye de hemû elîtên kurd cî digirin. Êdî kurdî wateya xwe ya ji bo nasnameya kurdîtiyê bi lez winda dike. Ev tê wê wateyê ku beyî kurdî jî nasnameyeke kurdbûnê mimkun e. Eger em mînakek ji cîhane bidin; proseya ku li Îrlandayê di 150 salan de bûye, li bakurê Kurdistanê di 20 salan de pêk hatiye. Herwiha heta niha tevgera kurd ne li ser dekolonîzasyon û rola ziman a di vê mijarê de nîqaş kiriye û ne bûye xwedî sekneke diyarkirî. Bangewaziyên sazî û dezgeyan jî bi ya min êdî mijareke mîzahê ye. Hemû kesên ku li ser navê parastina kurdî bûn sebeb ku 10-15 salên zêrîn bêyî têkoşîneke ziman pêk were derbas bibe, va ye careke din daketine meydanê.  Ev derdora ku ji bo berjewendiyên xwe derfetên siyaseta kurd li ser navê parastin û perwerdeya ziman bi kar anî û nehişt tevgereke li ser ruhekî sivîl û demokratîk a gel derkeve hole, niha şerm nake û derdikeve pêş kamerayan û ji bo kurdî careke din bang dike.

Li aliyekî din, êdî tevgera kurd û hemû elîtên kurd ji dil biryara parastina kurdî bidin jî ev yek wê têrî parastina kurdî neke. Bakur nêzîkî 40 sal in bûye qadeke şer û di encama vê de derfeta îstikrareke siyasî û aborî ji holê rabûye. Piştî şerê 2015an ku li keleyên klasîk ên kurdî pêk hatin, pê re koça bi sedhezaran kesên kurdiaxêf, desteserkirina şaredariyên kurd û zilma giran a li her aliyê bakur derket asta herî bilind, êdî hebûn û tunebûna kurdî ne girêdayî biryarên nênerên kurdan e. Lêbele ev nayê wê wateyê ku tiştekî nikare bê kirin. Lê êdî tu rexistin û derdor nikare di van şert û mercan de bi tena serê xwe encamekê bigire. Ya herî baş hem realîteya niha û hem ji li ser van salên dawî yên min qal kir, divê bi bêhneke fireh nîqaşên serbest bên meşandin û piştî ronîkirina vê dîroka reş a tevli aktorên wê divê ji bo rewşa nû hin formulasyonên realîst bên bipêşxistin.

Jêder: “Ev nivîs i hejmara 16an a Kovara Dilopê de bi sernivîsa “Statuya aborî ya zimanekî û asîmîlasyon” hatiye weşandin. Nivîs ji bersivên pirsên hevpeyvîna bi nivîskar re hatiye kirin pêk tê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …