Arşîvên Tag: etnîsîte

Bosna-Hersek hilbijartineke din li dûv xwe hişt

Li Bosna Hersekê, hilbijartina giştî hate lidarxistin Di dengdanê de serokatiya dorveger, parlemena neteweyî û parlemenên kantonan hatin hilbijartin Hilbijartina dawî ya Bosnayê, îsal di nava problemên giran ên welêt de hate lidarxistin. Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê …

Bêtir »

Myanmar: Yek ji 100 komên etnîk efendiyê hemû welat e

Myanmar ji destpêka damezrandina xwe ve polîtîkayeke asîmîlasyon û şîdetê li dijî gelên li bakur dimeşîne. Gelên kêmar ji mafên xwerêvebirinê û perwerdeya zimanê dayikê bêparin. Myanmar welatê herî mezin ê başûrê rojhilatê Asyayê ye ku di 1948’an de ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xistiye. Vî welatê ji aliyê …

Bêtir »

Li Makedonyayê hevkariya ji bo hilbijartinê dijwar e

Li Makedonyayê partiyên siyasî li ser xetên etnîk ji hev vediqetin û heta niha di hilbijartinan de di navbera wan de hevkariyekê pêk nehatiye. Beriya hilbijartinên giştî yên li Makedonyayê, di navbera partiyên mixalif de hevdîtin tên lidarxistin. Partiyên albanî û yên makedon dixwazin li hember serokwezîr Nikola Gruevskiyê ku …

Bêtir »

Li Etîyopyayê hêzên herêmî bûn yek

      Komên etnîk ên Etîyopyayê ku ji aliyê sîstemê ve zext li ser wan tên kirin hevpeymanekê siyasî damezrandin.  Pênc rêxistinên polîtîk ên ji Etîyopyaye beşdarê vê hevpeymanê bûn. Di civîna 22-23’ê Cotmehê ya li paytexta Norwêc Osloyê de nûnerên rêxistinên polîtîk ên komên etnîk li ser damezrandina hevpeymanekê li hev …

Bêtir »

Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne

    Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de …

Bêtir »

Federalîzm wê problema Nagalandê bi dawî bike

    Hevdîtınên di navbera hikumeta Hîndîstanê û rêxistina çekdar NSCN-IM (Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagalandê-Isak Muivah) de piştî heşt mehên din hefteya buhurî hat lidarxistin.  Tê hêvîkirin ku wê hevdîtin di meha Îlonê de bigihîje asta we ya herî girîng ku tê de pirsgirêka Nagalandê bê çareserkirin. Çavkaniyeke …

Bêtir »

FLNC’ya Korsîkayê têkoşîna çekdarî bi dawî dike

    Rêxistina çekdar a Korsîkayê biryar da ku mînakên IRA û ETA’yê yên ji bo çareseriya promlemên Îrlandaya Bakur û Welatê Baskê  bişopîne. FLNC diyar kir ku Meclîsa Korsîkayê ji Fransayê daxwaza guherînên polîtîk kiriye ku demeke dirêje tevgera  serxwebûnxwaz a giravê ji bo vê têkoşînê dikir. Eniya Rizgariya …

Bêtir »