Rûsya perwerdeya zimanên kêmar bi sînor dike

Rûsya welatekî mezin a xwedî dewlemendiya etnîk û zimanî ye. Li vî welatê herî mezin ê cîhanê 111 ziman tê axaftin. Mixabin piraniya van zimanan ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanên rastî xetereyê hatine tên nîşandayîn. Digel pêdiviya parastina van zimanên kêm tên bikaranîn, Rûsya di nava hewldanên neyênî yên li dijî van zimanan e.

Di 19’ê Hezîran 2018’an de Duma’ya Rûsyayê qanûneke ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi sînor dike, qebûl kir. Bi taybetî tatarên Kirimê ji ber vê gavê bi fikarin û ditirsin ku wê çand û zimanê wan li Kirimê bêtir paş de biçe.

Kirim ji sedsala 14’emîn û vir ve bûye welatê tatarên Kirimê. Herêm piraniya sedsala 20’emîn wekî komareke Yekitiya Sovyetê hatiye qebûlkirin. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê Kirim di nava sînorê Ûkraynayê bûye herêmêke xweser. Di 2014’an de bi referandûmeke yekalî ya şêniyên rûs ên herêmê Kirim ketiye nava sînorê Federasyona Rûsyayê.

Qanûna navborî di Nîsana 2018’an de ji aliyê hikumeta rûs ve ji Dumayê re hatibû şandin. Bi vê qanûnê guherînên berbiçav ên di warê perwerdeya zimanê dayikê ya di pêşdibistan, dibistana seretayî û ya navîn de pêk tê. Beriya vê qanûnê heşt eyaletên Rûsyayê ku ligel zimanê rûsî xwedî zimanê duyemîn û sêyemîn ê fermî bûn, dikaribûn di hefteyekê de çend saetan van zimanan fêr bikirana. Bi vê guherînê dewleta rûs dixwaze ku perwerdeya zimanên kêmaran bike mijara dersa hilbijarî.

Di çarçoveya vê polîtîkaya ziman de dewlet dikare hin tedbîrên din ên sînorker bigire. Bo nimûne, eger dewlet bixwaze dikare bi tenê bi daxwazên dê û bavan destûra perwerdeya zimanê kêmar bide. Ev ê jî ji du saetan pêk bê ku saetek wê ji bo edebiyata ziman tê veqetandin.

Ji bilî tatarên kirimê, kêmarên li Kafkasya dijîn jî ji ber vê qanûnê bi fikarin. Kêmarên ziman ê wekî kabardîno-çerkes ên li Kabardîno-Nalkarya, osetiyên li Osetyaya-Bakur û kûmik û avarên li Dagistanê her sal di warê axaftina ziman de paş ve diçin û ditirsin ku vê qanûnê li dijî parastina zimanên wan xetereyekê pêk tîne.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …