Li Osetyayê sînor û rewşa ziman

 

 

Nakokiya di navbera her du zaravayên osetî ku di dema Sovyetê de li ber çav nehatibû girtin, niha ji ber veqetîna Osetyaya Bakur û Osetyaya Başûr gelek ji hev dûr dikevin. Tê payîn ku vê rewşê wê ji bo têkiliyên her du herêman xetereyekê pêk bîne.

Osetî zimanekî Hînd-Ewropî ye ku endameke koma zimanên îranî ye û nêzîkî 500,000 kesên ku piraniya wan li aliyê bakur dijîn, diaxivin. Zaravayê digor li rojavayê Komara Osetyaya Bakur di nava sînorên Federasyona Rûsyayê û li cîranê wê Kabardino-Balkarya tê axaftin. Zaravaya iron jî li rojhilatê heman komarê û li Osetyaya Başûr a di bin kontrola Gurcîstanê de ye tê axaftin. Tê texmînkirin ku axêverên ironê 5 car ji yên digorê zêdetir in.

Her du zarava qasî ku ji aliyê axêveran ve neyên famkirin têra xwe ji hev dûr in. Heta 1937’an digor wekî zimanekî cuda dihat dîtin û hin akademîsyenên bakur hîn jî îdîa dikin her du zarava du zimanên cûda ne. Cûdahiyên fonetîk, peyv û morfolojiyêdi navbera her zaravayan de ji yên di navbera zimanên çeçenî û îngûşî mezintir in.

Di dema serjimara 2010’an a li Rûsyayê hema hema hemû welatiyên li bakur ku nifûsa wan di ser 450,000’an de bûn, diyar kirine ku ew dikarin “osetî” biaxivin. Lê li gorî lêkolîneke ku sala borî li paytext Vladîkafkas a Osetyaya Bakur hat lidarxistin, ji % 36’ê nifûsê dikare osetî bi awayekî herikbar, ji % 32 dikare baş û ji % 11 dikare bi awayekî nebaş biaxive.

Niha osetî li her du aliyê sînor li hemû dibistanan derseke ferz e û gelek materyalên dersê yên bi digorî ji bo dibistananên ku perwerde bi vê zaravayê tê kirin, tên amadekirin. Wiha xuya dike ku digel piraniya gelê oset ironî diaxivin, di dema dirêj de rewşa vê zaravayê jî ne di ewlehiyê de ye. Lewma UNESCO di 2009’an de osetî kiriye nava kategoriya zimanên “hejar” ku ji çar derenceyên ewilî yên zimanên ji bo zimanên hebûna wan dikeve nava xetereyê hatine diyarkirin e.

Çavkanî: Rfa.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …